Îro Şandeya Kurdistanê Biparêze li gel Waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir civiya.
Şande ji aliyê Heval Ebubekir ve li avahiya walitiyê hat pêşwazîkirin. Di civînê de Heval Ebubekir pesnê hewildanên şandeyê da û got, “Karê şandeyê pîroze, em ê hertim alîkarê wan bin û Silêmanî jî hertim paytexta aştiyê bûye.”
Waliyê Silêmaniyê nerazîbûna xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk anî ziman û got; “Em li dijî dagirkeriya li ser xaka Kurdistanê ne. Ger me dewlet jî hebe, em ê ne li dijî hevre jiyana gelan bin, lê em li dijî dagirkirina xaka xwe ne.”