Hunermendên Kurd ji bo piştgiriya gelê Îtalyayê ‘Çaw Bella’ stra

Hunermendên kurd ji bo piştgiriya gelê Îtalyayê ya ku ji ber koronavîrusê bi hefteyan e di karantînayê de ne, strana ‘Çaw Bella’ strandin.

40 hunermend ji bo piştgiriya gelê Îtalyayê strana ‘Çaw Bella ‘ strandin. Stran li ser rûpela MED Muzîk a yoûtûbeyê hate weşandin.

Hunermendên kurd ji bo piştgiriya gelê Îtalyayê ya ku ji ber koronavîrusê bi hefteyan e, di karantînayê de ne, strana ‘Çaw Bella’ strandin.

Mizgîn Tahir, Xelîl Xemgîn, Hesen Şerîf, Dilovan, Rotînda, Denîz Deman, Ayfer Duzdaş jî di nav de strana ‘Çaw Bella’ strandin. Di dawiya klîbê de bi Kurdî û Îtalyanî ‘Sepre sîamo însîeme – Em ê her dem bi hev re bin’ hate nivîsandin.