Hunermend û rêxistinên Başûrî li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan

Hunermend, rêxistin û partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê ji bo dawî li dagirkeriya Tirk bê anîn, meşiyan.

Di saetên êvarê de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hewildanên derxistina şerê Kurd bi Kurd bi pêşengtiya hunermendan, hinek deste û rêxistinên Başûrê Kurdistanê li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê meşek girseyî hat li darxistin û meşê heta cadeya Seholeke berdewam kir.

11 grub û rêxistinên cûda tevî hunermendan çalakiyê organîze kirin. Navê kom û rêxistinên meşê organîze kirin wihane; Sekoy Dijî Dagirkerî, Grûba Asoya Nû, Navenda Karê Nîştimanî, Heng, Desteya Destpêşxerî ji bo Konferansa Nîştimanî, RJAK, Eniya Demokrastiya Gel, Ciwanên Welatparêzên Kurdistan, Rêxistina Niwêger, Şaxê Silêmanî ya Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê û Encûmena Fişar.

Di meşê de hunermend, siyasetmedar, rewşenbîr û Şandeya Aştî ya Navenetewî jî amade bûn. Di meşê de pankartên li dijî şerê Kurd bi Kurd û dagirkeriya Tirk hatin hildan û dirûşmên li dijî dagirkeriyê ên weke; “Bijî yekitiya gelê Kurd”, “Bo derewe bo derewe supay Tirk bo derewe”, “Bijî berxwedana Avaşîn” û “Bijî berxwedana Metîna” qêriyan.

Piştî meş gihişt cadeya Saholeke peyam hatin xwendin. Li ser navê Tevgera Azadî peyam ji aliyê Rehman Resûl ve hat dayîn û têde hat gotin: “Divê em berê çekên xwe bidin dijmin, ne bidin birayê xwe. Ji bona wê daxwaz ji pêşmergeyan dikîn tevlî vî şerî nebin.”

Piştre peyamên Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan, Hizba Şuî Kurdistan û Şandeya Aştî û Azadî ya navnetewî hatin xwendin. Di peyaman de daxwaza pêşîlêgirtina şerê Kurd bi Kurd û bi hêzkirina helwesta li dijî dagirkeriya Tirk hat kirin.

Piştre hunermendan bi helbest, şano û stranên xwe helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê nîşandan. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî hat.