Huner û têkoşîn bi hev ve girêdayî ye

Hunermendê Kurd Firat Med got têkiliya muzîk û hunerê ji bo Kurdan a bi têkoşînê ve bivênevê ye.

Hunermend Firat Med got, ‘’Bi çarçoweya berpirsyariya bi xak, netew,ziman û çanda xwe dijîm’’. Firat Med her wiha diyar kir neteweyeke ku ziman û hebûna wê tê înkarkirin wê zext li ser çand û huenra wan jî hebe lê li gel vê jî divê ew li vê rawestin.

Firat Med ku li navçeya Farqînê ya Amedê jidayik bûyî sala 2013’an bi albûma bi navê ‘Spî’ ku ji KOM Mûzîkê derketî gav avête muzîka profesyonel. Piştî albûma Spî albûmên Xeyal û Feqî derket.

Med ê ku ji ANF’êre axivî wiha got: ‘’Diçima bernameyên xwedî maneyekê. Ji bilî vê hewl didim hunereke wiha bikim ku bi muzîk, ziman û wêjeyê dîrokê veguhezînim nifşên nû. Muzîk baxçeyê min ê manewî ye. Bi çarçoweya berpirsyariya xak, netew, ziman û çanda xwe dijîm. Dixwazim bi taybetî balê bikişînim ser cîhana hunerê ya Kurdan û zimanê Kurdî. Heke zimanê neteweyekê were tinkirin ew netewe jî tê tinekirin. Ji ber ku Kurd têkoşîna rizgariê didin têkiliya muzîk û hunera wan jî bi têkoşînê re heye. Heke ziman û hebûna neteweyekê were înakirin,bi rengekî sirûştî li ser çand û hunera jî zext tê danîn. Giran e ku mirov hunera civakeke bindest bike lê hîsa wê jî pîroz e.’’