Hucreya DAÎŞ’ê ku 14 êrîş pêk anî hate girtin

QSD û Hêzên Ewlehiya Navxweyî li Reqa û Tebqayê hucreya DAÎŞ’ê ku 14 êrîşên bombeyî yên cuda pêk anîbûn, girtin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Hêzên Ewlehiya Navxweyî di çarçoweya çalakiyên xwe yên paqijkirina herêmê ji hucreyên veşartî yên DAÎŞ‘ê de, gelek hucreyên veşartî girtin û rê li ber komkujiyan girtin. Hucreya herî dawî ya ku ji aliyê Hêzên Ewlehiya Navxweyî ve hate girtin, ji 6 çeteyan pêk tê.

Hucre ji aliyê çete Ebdulrehman Elî El-Salih ve yê bi navê Ebû Mihemed tê naskirin dihat birêvebirin 14 bûyerên ji teqîn û hedefgirtina şervanên QSD û Hêzên Ewlehiya Navxweyî li Reqa û Tebqayê pêk anîbû. Hucreyê çalakiyê hewldana kuştina serokeşîrê Meclîsa Lihevanîna Eşîran a Tebqayê Şêx Ebdulrehman El-Mudhî Ebû Mihemed El-Idwanî pêk anî ku di 24‘ê Nîsanê de bi rêya demançeyek bêdeng ew di mil û zikî wî de birîndar kirin.

Berpirsê hucreyê çete Ebdulrehman Elî El-Salih li xwe mukur hat ku çawa wan çek û madeyîn teqemeniyê peyda dikin û ji êrîş û çalakiyên kuştinê re plan dikirin.