HSK'ê alîkarî şand ji Efrîn û Bakurê Kurdistanê re

Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) di çarçoveya kampanyaya fitre û zekatan de nêzî 260 hezar eûro alîkariya maddî şand ji Efrîn û Bakurê Kurdistanê re.

Heyva Sor a Kurdistanê bi wesîleya meha Remezanê di çarçoveya kampanyaya fitre û zekatan alîkarî kom kir. Heyva Sor a Kurdistanê 60 hezar eûro şand ji gelê Efrînê yên ku ji ber êrîşan li herêma Şehbayê bi cih bûne. Heyva Sor a Kurdistanê 200 hezar eûro jî şand ji gelên Sûr, Cizîr, Şirnex, Silopî, Hezex, Nisêbîn û Geverê yên ku dewleta Tirk ev bajar hilweşandibû.

Di daxuyaniya Heyva Sor a Kurdistanê de hate diyarkirin ku piştî payîza sala 2015’an li Gimgim, Silopî, Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Dêrik, Kerboran, Hezex, Gever û Şirnexê li dijî gelê Kurd ê sivîl êrîş hatin kirin û bi sedan sivîl di van êrîşên dewletê de hatin qetilkirin. Di heman demê de bi tankan bi hezaran mal hatin rûxandin û bi sed hezaran kes ji neçarî koç kirin.

Hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker di 20’ê Çileya 2018’an de jî êrîşî herêma Efrînê kir û ji ber van êrîşan bi sed hezaran gelên Efrînê berê xwe dan herêma Şehbayê û di şertên giran de dijîn.

Heyva Sor a Kurdistanê di dûmahîka daxuyaniya xwe ya Cejna Remezanê ya hemû bawermendan pîroz kir û spasiya hemû kesan kir ên ku alîkarî dane kampanyayên wan.