HRE'yê li Efrînê li dagirkeran xist

Hêzên Rizgariya Efrînê li Efrînê li dijî dagirkeran 3 çalakiyên cûda lidarxistin.

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HRE'yê de hate gotin;

"Di çarçoveya çalakiyên leşkerî yên li hember artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê de li herema Efrîn û derdora wê,  hêzên me li sê heremên cuda yên Efrînê sê çalakî li dar xistin.

Roja 16'ê Hezîranê, hêzên me bi çalakiyeke sabotajê li dijî wesayîteke leşkerî ya girêdayî çeteyên (Ehrar El Şam) a li er rêya di navbera navenda bajarê Efrîn û navçeya Cindêrisê de çalakiyek lidarxist. Di encamê de çeteyek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn, her wiha seyareya leşkerî jî hat rûxandin.

Roja 17'ê HezÎranê yekîneyek me çalakiyeke sabotajê li dijî navendekî leşkerî ya girêdayî çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li taxa Vêlat a li bajarê Efrînê li dar xist, lê encama çalakiyê ne hate zanîn.

Roja 17'ê Hezîranê hêzên me çalakiyekî sabotajê li hember wesayîteke leşkerî ya girêdayî çeteyên (Firqa 23) li ser rêya di navbera gundê Hemam û Haj İskender yên girêdayî navçeya Cindirês li dar xistin, di encamê de çeteyek bi giranî birîndar bû û seyareya leşkerî derbe xwar."