HPG: Wê her çar rêhevalên me yên şehîd di têkoşîna me de bijîn

HPG’ê çar gerîlayên ku di sala 2016’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne bi bîr anî û got “Wê rêhevalên me her dem di nav têkoşîna me de bijîn.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê her çar gerîlayên şehîd daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Artêşa Tirk a dagirker di sala 2016’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê êriş kiribû. Di van êrişan de rêhevalên me Têkoşîn, Şiyar, Mêrxas û Bager şehîd bûne. Ev hevalên me yên ku bedena xwe ji bo azadiya gelê Kurd ji êrişên artêşa Tirk a mêtinger re kirine çeper, wê her dem di nav têkoşîna me de bijîn.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Têkoşîn Jiyan

  Nav û paşnav: Asiye Gungor

  Cihê jidayikbûnê: Mûş

  Navê dê û bav: Adalet - Fehîm

Dîrok û cihê şehadetê: 3 Îlon 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Şiyar Botan

  Nav û paşnav: Emre Çelîk

  Cihê jidayikbûnê: Wan

  Navê dê û bav: Kiymet-Filît

Dîrok û cihê şehadetê: 3 Îlon 2016  / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Mêrxas Goyî

  Nav û paşnav: Davût Yildirim

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Durî - Hasan

Dîrok û cihê şehadetê: 3 Îlon 2016  / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Bager Fedakar

  Nav û paşnav: Muzever Kûtlû

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Hatîce - Mehmet

Dîrok û cihê şehadetê: 3 Îlon 2016  / Herêmên Parastinê yên Medyayê

TÊKOŞÎN JIYAN

Rêhevala me Têkoşîn li Mûşê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ew wekî jineke Kurd a mêtinger li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku pergala mêtinger ciwanên Kurd dike hedef, xeta berxwedanê ji xwe re kiriye esas. Hevala me ketiye bin bandora nêzikatiya Rêber Apo ya ku nasnameya jinan a ku tune tê hesibandin ji nû ve diafirîne, di temenekî ciwan de tevlî nav refên gerîlayan bûye û bûye milîtaneke jîr a xeta PKK û PAJK’ê. Ew wekî şervaneke ciwan a YJA Starê bi kesayetiya xwe ya kedkar û samîmî çi tiştên hîn bûye hînî rêhevalên xwe jî kiriye. Hevala me Têkoşîn bi jêhatibûna xwe ya di warê leşkerî de di nava demeke gelekî kurt de bûye gerîlayeke jêhatî.  Di sala 2015’an de li hemberî êrişên ku dewleta Tirk a dagirker dabû destpêkirin, wê berê xwe daye eniyan û hêrsa xwe ya li hemberî mêtingeran di şer de derxistiye holê. Rêhevala me careke din berxwedêriya jinên Kurd nîşan daye. Wê bi helwesta xwe ya di nav jiyanê de û di nav şer de peywira xwe ya pêşengtiyê bi serkeftî pêk aniye. Rêhevala me Têkoşîn wê heta serfiraziyê di nav têkoşîna me de bijî û wê pêşiya me ronî bike.

ŞIYAR BOTAN

Hevalê me Şiyar li Elbakê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Hevalê me di nav malbateke kedkar de mezin bûye û di temenekî biçûk de ji bo aboriya malbatê di gelek karan de xebitiye û bûye şahidê zilma ku dewleta Tirk a dagirker li ser gelê Kurd pêk aniye. Hevalê me rûyê rastîn ê dewleta Tirk a faşîst dîtiye û ketiye nav lêgerîna têkoşînê. Piştî demeke kurt Têkoşîna Azadiyê nas kiriye û bi awayekî çalak tevlî nav xebatên ciwanan bûye. Heval Şiyar bi xebata xwe di dilê gelê me de cih girtiye, mal bi mal geriyaye û berê ciwanên Kurd daye nav têkoşînê. Heval Şiyar di sala 2013’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye û têkoşîna xwe ya şoreşgeriyê di asta herî bilind de meşandiye. Ji Zapê heta Metînayê li qadên cihê gerîlatî kiriye û tecubeyeke gelekî mezin bi dest xistiye. Heval Şiyar tevlî nav gelek çalakiyan bûye û di çalakiyan de yên ku derbên giran li dijmin hatiye xistin jî rola xwe ya pêşengtiyê pêk aniye.  Heval Şiyar heta kêlîka xwe ya şehadetê dev ji jiyana xwe ya milîtan û helwesta xwe ya bernedaye. Wê bîranîna hevalê me Şiyar heta serfiraziyê di têkoşîna me de bijî.

MÊRXAS GOYÎ

Hevalê me Mêrxas li bajarê welatparêz ê Şirnexê ji dayik bûye. Wî ji derdora xwe û malbata xwe çanda berxwedanê dewr stendiye. Ew bûye şahidê êriş û polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku dewleta Tirk a dagirker li ser ciwanan dike û li hemberî van êrişan di temenekî ciwan de tevlî nav eniya berxwedanê bûye. Ji bo azadiya gelê me û azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me, wî bawerî pê aniye ku divê têkoşîneke xurt a bênavber were domandin û di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Di nava demeke kurt de ew hînî jiyana gerîlatiyê bûye û derbasî qadên têkoşînê bûye. Hevalê me bi Zagrosê ya berxwedêr re bûye yek û bûye parçeyekî berxwedana li hemberî dagirkeran. Hevalê me kûrbûna li ser felsefeya Rêber Apo ji xwe re kiriye esas û her dem girêdayî têkiliyên hevaltiyê yên pîroz a di nav PKK’ê de maye. Di têkoşîna me ya li ser xeta serfiraziyê wê hevalê me Mêrxas her dem pêşiya me ronî bike.

BAGER FEDAKAR

Hevalê me Bager li bajarê serhildanan li Şirnexê ji dayik bûye û di nav malbateke welatparêz de mezin bûye. Li hemberî êrişên li ser gelê me yê li Rojava birayê hevalê me Bager, Bager Cîzre (Savaş Kûtlû) wekî gelek ciwanên Kurd ên welatparêz derbasî Rojava bûye û di Îlona 2014’an de di operasyonên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bûye. Hevalê me Bager çeka birayê xwe li erdê nehiştiye û di sala 2015’an de li ser esasê xwedî li mîrateya şehîdan derbikeve, tevlî nav refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bûye. Hevalê me di nava demeke kurt de hînî gerîlatiyê bûye û li çiyayên Kurdistanê bûye gerîlayekî profesyonel. Hevalê me Bager bi enerjiya xwe ya ciwaniyê li her dera ku xebitiye daye hevalên xwe û berpirsyariyên kesayetiya milîtan bi cih aniye.  Em rêhevalên wî jî diyar dikin em ê mîrateya têkoşînê ya şehîdên xwe bi serfiraziyê tacîdar bikin.

Di serî de malbatên hêja yên hevalên me Têkoşîn, Şiyar, Mêrxas û Bager ên ku keda wan hene dijmin ketiye pêvajoya hilweşadinê, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”