HPG: Soza serketinê ku me dane şehîdên xwe, em ê bi cih bînin

HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên ku 7'ê Hezîrana 2020'î li Dersimê şehîd bûn eşkere kir û got, "Soza serketinê ku me dane şehîdên xwe, em ê bi cih bînin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên ku li Dersimê şehîd bûn ev agahî da:

"Di daxuyaniya xwe ya 17'ê Hezîrana 2020'î de me ragihandibû ku artêşa Tirk a dagirker 30'ê Gulana 2020'î li Geliyê Axvanosê yê navçeya Pulur a Dersimê dest bi operasyonek ji bo dagirkeriyê kiriye û vê operasyonê heta 7'e Hezîranê dewam kiriye. Di vê operasyonê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî, di şer de gelek dagirker hatin cezakirin. Me bi raya giştî re parve kiribû ku di vî şerî de hevrêyên me Denîz, Agir, Jiyanda, Gulan, Mûnzûr û Rênas bi fedayî şer kirine û şehîd bûne.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Denîz Bager
Nav paşnav: Sadik Akmaz
Cihê jidayikbûnê: Dersim
Dayik-Bav: Melek-Hidir
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Hezîrana 2020 / Dersim

Nasnav: Agir Zirebar
Nav paşnav: Mûsa Dilavîz
Cihê jidayikbûnê: Merîwan
Dayik-Bav: Sayîbe-Venîs Hisen
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Hezîrana 2020 / Dersim

Nasnav: Jiyanda Gewda
Nav paşnav: Lale Acar
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Besra-Nûrî
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Hezîrana 2020 / Dersim

Nasnav: Gulan Siyadem
Nav paşnav: Newroz Alkaş
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav:
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Hezîrana 2020 / Dersim

Nasnav. Mûnzûr Amed
Nav paşnav: Alî Cahfer Aztagaç
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Fatma-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Hezîrana 2020 / Dersim

Nasnav: Rênas
Nav paşnav:
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav:
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Hezîrana 2020 / Dersim

DENÎZ BAGER

Hevrêyê me Denîz li Dersimê li nava malbateke xizan û kedkar ji dayik bû. Hevrêyê me Denîz li ser xeta berxwedanê ya gelê Dersimê meşiya ku bi sedan sal in rê nade dagirkeran û hîn di temenekî gelekî ciwan de têkoşîna azadiyê ya gelê me nas kir. Hevrêyê me bi çîrokên êrişên qirker ên dewleta Tirk a mêtinger ên li Dersimê mezin bû, êrişên hovane yên dagirkeran ên li ser xelkê me yê mezlûm ti carî ji bîr nekir. Dema ku li Antalyayê li Fakulteya Tipê dixwend, tevgera ciwanan nas kir û gelekî bala xwe çû ser felsefeya Rêber Apo, biryardariya xwe ya ji bo meşa li ser xeta azadiyê xurt kir. Hevrêyê me Denîz demekê di karê ciwanan de xebitî û tevî ku gelek caran ji aliyê dagirkeran ve hate destgîrkirin ti carî ji xeta xwe ya berxwedanê tawîz neda û bi biryardariyeke mezin têkoşîn dewam kir. Hevrêyê me Denîz di demekê de ku êrişên tunekirinê yên li ser Rêber Apo û gelê me zêde bû, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe û sala 2004'an tevlî nava refên gerîla bû. Li nava refên gerîla xwe gihand nasnameya xwe ya rasteqîn û li gelek herêman gerîlatî kir. Weke doktorekî şoreşger hevrêyên xwe yên birîndar tedawî kir. Hevrêyê me, hezkirina li hevrêtiyê di pratîka xwe de nîşan da û bi kesayetiya xwe ya kedkar û rêbaza xwe ya encamgir di nava hevrêyên xwe de bû cihê hezkirin û hurmeteke mezin. Hevrêyê me ji bo karibe li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike timî israr dikir û di sala 2012'an de ev pêşniyara wî ji aliyê Partiya me ve hate qebûlkirin. Hevrêyê me Denîz weke fermandarekî gerîla yê xwedî tecrûbe û doktorekî milîtan ê ku di şert û mercên herî giran de hevrêyên xwe tedawî dikir derbasî herêma Dersimê bû, li ser rêya Seyîd Riza û Nûrî Dersîmiyan meşiya û bi serbilindî li xaka berxwedêr a ku lê ji dayik bû gerîlatî kir. Hevrêyê me Denîz li çiyayên Dersimê ku heyranê wê bû bi salan gerîlatî kir, bû fermandar û pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Bi rengekî bêsînor bû xwedî tecrûbeya pratîkî û agahiyan û ev yek bi hevrêyên xwe re parve kir. Tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dagirkeran hate xistin û bi kesayetiya xwe ya afirîner, rêbazeke dewlemend afirand. Hevrêyê me Denîz bû fedayiyê leheng ê felsefeya Rêber Apo û ji bo hevrêyên xwe her tim bû çavkaniya hêz û moralê. Ji bo xwe kir wezîfe ku hesabê qirkirina dewleta Tirk a dagirker li Dersimê kiriye bipirse û her tim li refên herî pêş ên eniyê cih girt, erk û wezîfeyên xwe bi rengekî serketî bi cih anî. Hevrêyê me Denîz kete nava lehengên nemir û wê her tim di nava têkoşînê de bê bîranîn.

AGIR ZIREBAR

Hevrêyê me Agir li bajarê Mêrîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû ku vê herêma welatparêz di pêvajoya Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê de ku mêtingeran di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê me kir, bi sedan ewladên xwe tevlî nava refên gerîla kir û dilsoziya xwe ya bi xeta Rêber Apo nîşan da. Hevrêyê me Agir li nava malbateke hêja mezin ku hestên wê yên welatparêziyê di asta herî bilind de ye û gelek ferdên wê tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûne û hinek ji wan şehîd bû. Hevrêyê me Agir bi çîrokên berxwedanê mezin bû û hî ji zarokatiyê ve dixwest ku tevlî nava refên gerîla bibe. Li hemberî êrişên dewletên mêtinger ên li ser gelê me, ti carî ji bîr nekir ku yekane rêya rizgariya gelê me bi berxwedana gerîla dibe. Bi vê têgihiştinê di sala 2007'an de tevlî nava refên gerîla bû. Bi daxwazeke mezin û kedeke xurt tevlî nava karên şoreşê bû û di demeke kurt de bi pêş ket. Hevrêyê me pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li Qendîlê kir û sala 2011'an li hemberî êrişên dagirkeran li refên herî pêş têkoşiya. Tevî ku birîndar bû berxwedana li dijî dagirkeran dewam kir û bi tecrûbeyeke mezin vegeriya eniya şer. Hevrêyê me li dijî dagirkeran xwedî hêrseke mezin bû û ji xwe re kir esas ku dagirkeran li cihê wan têk bibe, di vê çarçoveyê de derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Hevrêyê me gerîlatiya serdema nû di kesayetiya xwe de şênber kir û her tim hewl da ku li herêmên herî germ ên şoreşê cih bigire. Bi tecrûbeya ku di demeke kurt de wergirtî bû gerîlayekî şareza û debasî Bakur bû. Li vê derê xaka Kurdistanê jî derbas kir û derbasî Derya Reş bû, li vê derê tevlî gelek çalakiyên bi bandor ên li dijî dagirkeran bû. Hevrêyê me demekê li Derya Reş gerîlatî kir û piştre li Dersimê vegeriya, li çiyayên serbilind ên Dersimê weke şopdarekî Seyîd Rizayan têkoşîneke bêhempa meşand. Hevrêyê me Agir weke milîtanekî mînak ê ruhê yekîtiya neteweyî ya gelê me, li her bihosta xaka Kurdistanê ked da. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û afirîner her wezîfe bi cih anî û dilsoziya bi xeta partiyê re li her qada jiyanê nîşan da. Sekna milîtaniya bi biryar a hevrêyê me Agir wê her tim rêya me ronî bike.

JIYANDA GEWDA

Hevrêya me Jiyanda li nava malbateke hêja ya eşîra Gewda ya berxwedêr ji dayik bû, ku ji vê eşîrê gelek kes tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûn û bi sedan şehîd dane. Ji ber ku dewleta Tirk a mêtinger di çarçoveya polîtîkaya bêkurdkirina Kurdistanê komkujî li gelê me dikir û gundên xelkê me dişewitand, hevrêya me a ku di zarokatiyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker dît, tevî malbata xwe neçar ma ku koçî Hatayê bike. Li gel êrişên tunekirin, înkar û asîmîlasyonê, hevrêya me li nava malbateke di xeta gelê welatparêz de israr dikir, mezin bû. Weke jineke Kurd a ciwan xeta berxwedanê pejirand û sala 2014'an tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevrêya me Jiyanda ku xizma ji fermandarên me yên nemir hevrê Rojîn Gewda bû, ji roja ku tevlî bû û pê ve di şexsê fermandara mezin a şer hevrê Rojî de ji xwe re kir esas ku li ser xeta şehîdên pîroz bimeşe. Di demeke kurt de xwe li qada leşkerî bi pêş xist, zû hînî jiyana gerîla bû û bi tevlîbûna xwe ya xurt bû milîtaneke YJA Starê û fedayiya Rêber Apo ya mînak. Dema ku li Şengalê li dijî xelkê me yê Êzidî êrişên qirkirinê yên hovane hate kirin, ji bo parastina xelkê me û hesabpirsîna ji çeteyan berê xwe da Şengalê. Heta ku xelkê me azad bû her tim li refên herî pêş cih girt û bû xwedî tecrûbeyeke mezin a şer. Hevrêya me kûrbûna li ser xeta PKK û PAJK'ê ji xwe re kir esas û di şert û mercên herî zehmet de bû nûnera xeta milîtaniya YJA Starê. Hevrêya me bi tecrûbeya xwe bû gerîlayeke şareza ya YJA Starê û sala 2017'an berê xwe da Bakur, li herêma Dersimê dest bi gerîlatiyê kir. Hevrêya me zû hînî qadê bû û di jiyan û şer de bi rola pêşengiyê rabû, di lidarxistina gelek çalakiyan de ku derbên giran li dagirkeran hate xisdtin, bû xwedî roleke mezin. Heta ku şehîd bibe bi rengekî serketî ji bo armanca azadiyê ya gelê me bi cih bîne gelekî hewl da. Hevrêya me Jiyanda wê heta serketinê pêşiya me ronî bike.

GULAN SIYADEM

Hevrêya ma Gulan li navenda berxwedanê Amedê ku bi serhildanan ketî dîroka Kurdistanê, li nav malbateke hêja ya welatparêz ku endamên wê tevlî nav Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûne mezin bûye. Hevrêya me ku bi çanda berxwedanê mezin bûyî, bi nasnemeya xwe ya ciwan a jinbûnê, hê zû dîtiye ku nasnameya jinê tê pûçkirin. Hevrêya me Gulan asîmîlasyon, êrîşên îmha û înkarê yên dewlta TC'ê ya mêtinger a li ser gelê me û ciwanên Kurd dîtî û ev qebûl nekirî, biryar li ser daye ku bi rengekî çalak tevlî nav refên têkoşînê bibe. Hevrêya me dema ku zanînge dixwend bi ciwanên Kurd ku ji bo azadiya gelê me têdikoşin nas dike, bêyî dudiliyekê tevlî nav refên şoreşê dibe. Hevrêya me ku li qadên cuda xebat kirî felsefeya Rêber Apo, têkoşîna azadiyê ya gelê me ji nêz ve nas dike. Weke jineke têkoşer a Kurd îdeolojiya Azadiya Jinê ya Rêber Apo, rastiya ku nasmeya jinê ya ku tê çewisandin û hewl tê dayin ku were tinekirin dibîne, ji bo azadiya nasnameya jinê ku hêza sereke û afirandêr a civakê ye, tevlî nav refand dibe. Li bara êrîşên hovane yên dewleta TC'ê a mêtinger ku sala 2015'an li dijî Berxwedana Xweparastinê kirî, bûye xwedî hêrseke mezin. Hevrêya me dîtiye hêza sereke ya xweparastina gelê me Gerîlayên Azadiya Kurdistanê,  sala 2016'an tevlî nav refên gerîla dibe. Hevrêya me ku li ser xaka ku lê çêbûyî û mezin bûyî tevlî nav refan dibe, di demeke kurt de bi jiyana gerîla re bûye yek û bûye xwedî firazeyeke berfireh. Hevrêya me ku piştî qada Amedê derbasî Dersimê dibe, li dijî artêaşa TC'ê ya dagirker, tevlî berxwedana li çiyayên Dersimê bûye. Di gelek çalakiyên karîger de ya li dijî dagirkeran cih girtiye, alaya milîtaniya jinê ya li nav PKK'ê geş bûyî heta gava ku şehîd bûyî bi anor rakiriye. Hevrêya me di şêwaza gerîlayê nû de bûye pispor, li qada Dersimê bûye mîlîtana mînak a xeta PKK'ê û PAJK'ê.

MUNZUR AMED Û RÊNAS

Hevrêyê me Munzur û Rênas li Amedê çêbûne û mezin bûne ku Amed bi berxwedana dastanî ya li dijî artêşa TC'ê bûye xwedî têkoşîneke mezin. Herdu hevrêyên me ji bo azadiya gelê me biryar li ser dane ku li nav refên PKK'ê şer bikin, di dîroka azadiya gelê me de weke mînaka fedekariyê wê werin dîtin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Deniz, Agir, Jiyanda, Gulan, Munzur û Rênas, ku di qonaxa serfiraziyê ya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de ji ti fedakariyê xwe nedana paş û liş dijî dijminê faşîst şer kirin û şehîd bûn, serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be, em diyar dikin ku em ê soza serfiraziyê ku me dayî şehîdan bi cih bînin."