HPG: Qonaxa destpêkê ya dagirkeriyê tarûmar bû

Di çalakiyên gerîla yê bi ‘Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan’ û ‘Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûr’ lidar xistin de, bi kêmanî 38 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Raginadin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser berxwedana gerîla û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk agahî parve kir:

HPG’ê ev agahî da:

“Êrîşa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker 23’yê Nîsana 2021’ê ya li ser Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpêkirin dewam e. Li dijî êrîşên dagirker gerîla jî çalakiyên berfireh lidar dixin, derbên xurt li dagirkeran didin. Piştî li devera Zapê ‘Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan’ hêzên me li herêma Metîna jî ‘Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûr’ dan destpêkirin. Hêzên me di çarçoveya pêngavên şoreşgerî de her ku encamên çalakiyan dikeve ber destê me bi raya giştî re parve dikin.

Di çarçoveya ‘Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan’ de;

25’ê Nîsanê saet 14:20’ê hêzên me li dijî komeke dagirkerên TC’ê yên ku dixwestin xwe li Girê Şehîd Serdar ê girêdayî devera Mervanos a Herêma Avaşîn bikin, ji nêz ve li wan daye. Di vê çalakiyê de 6 dagiker hatine cezakirin û gelek dagirker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê hêzên dagirker çeperên xwe hiştine û reviyane.

25’ê Nîsanê saet derdorî 09:00-10:00’an de dagirkerên ku bi xaza jehrî bi dijwarî berê xwe dan tunelên şer ên li ggirê Mammreşo ya herêma Avaşîn, hêzên em bi çalakiyên sabotajê li wan dan. Dagikerên paşve vekişiyan saet 12:30’î xwestin dubare bi pêş ve bên, vê carê hêzên me bi rêbaza sabotajê 2 carî li wan da. Di van çalakiyan de bi kêmanî 3 dagiker hatine cezakirin, gelek jî birîndar bûne.

25’ê Nîsanê saet derdorî 10:40’î û 11:50’î de artêşa TC’ê 2 carî bi avêtina gazên jehrî xwestine ber bi tunelên şer ên li Girê Şehîd Serdar ên li herêma Avaşîn ve pêş ve biçin. Hêzên me bi taktîka sabotajê bi xurtî li wan dan û gelek kuştî û birîndarên dagirkeran çêbûn.

26’ê Nîsanê saet 07:40’î dagikerên ber bi tunelên şer ve pêş ve hatin, hêzên me ji nêzîk ve bi xurtî li wan dane. Di van çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin, gelek jî birîndar bûn.

26’ê Nîsanê saet 09:30’î hêzên me li dijî dagirkerên ku hewl dan bi dizî bikevin Girê Piramît ê li herêma Avaşîn, çalakî kirin. Gerîlayên ketin çeperan dagirker tarûmar kirin. Hêzên me yên demek kin de çeper xistin bin kontrola xwe, çûne ser cenazeyên dagirkeran 1 çeka MPT-55, 1 bombe atar, 1 BKC, 1 roketa B-7, 1 dûrbûna termal, 2 dûrbûnên çekan, 1 bêtêl desteserkirine. Di vê çalakiyê de bi kêmanî 4 dagirker hatine kuştin.

23’yê Nîsanê hêzên me li dijî hêzên dagirker ên li boxaza Nêrweh a Nerwê ya herêma Zapê di nava tevgerê de bûn, çalakiyên sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê windahiyên xwe li dû xwe hiştin û reviyan.

25’ê Nîsanê saet 12:10’î, hêzên me yên YJA Starê li dijî dagirkerên li devera Qela Bedewê ya herêma Zapê bicih bûbûn, 2 çalakiyên sekvaniyê kirin. Di van çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin.

Saet 17:20’ê cara duwê hêzên me dagirkerên li Qela Bedewê kirin hedef û lê dan. Di vê çalakiyê de bi kêmanî 2 dagirker hatin cezakirin, 2 jî birînar bûn.

Artêşa Tirk a piştî van çalakiyên xurt û bi bandor, devera Cîloyê Biçûk bombe kirin.

25’ê Nîsanê saet 13:50’î artêşa TC’ê leşker danîne Girê Şehîd Mûnzûr ê herêma Zapê.

25’ê Nîsanê saet 22:30’î dagirker û helîkopterên ku xwestin bikevin devera Tîpa T a Zapê bûn hedefa hêzên me. Piştî mudaxeleya hêzên me û şûnde helîkopter neçar man ku vekişin.

26’ê Nîsanê Hêzên me dagirkerên ku li qontara Girê Şehîd Sorxwîn a Herêma Zapê bi cih bûne, xistin kontrolê. Heman rojê saet 07:00’an hêzên me ji nêz ve li wan dane. Di vê çalakiyê de bi kêmanî 8 dagirker hatine cezakiri. Di dema çalakiyê de 2 dronên hêzên dagirker ên li qadê bûne hedefa hêzên me. Dronên hatin derbkirin ji qadê vekişiyan.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên di çarçoveya ‘Pêngava Şoreşgerî ya Cena Xabûr’ jî wiha ne:

25’ê Nîsanê saet 16:10’î hêzên me li dijî dagirkerên li Girê Zendûra ya herêma Metînayê bi cih bûbûn, du çalakiyên sekvaniyê lidar xistin, di van çalakiyan de bi kêmanî leşkerek hate cezakirin.

Heman rojê di saetên danê piştî nîvroylê de hêzên me bi taktîka sabotajê çalakiyek kirin, dagirkerek hate cezakirin.

26’ê Nîsanê saet di navbera 05:00-06:00’an dagirkerên li devera Banê Şkeftê ya qada Zendûra bicih bûbûn, hêzên me ew kirin bin kontrolê û saet 08:55’an ji nêzîk ve bi xurtî li wan da. Di vê çalakiyê de bi kêmanî dagirkerek hate cezakirin.

Heman rojê saet 10:45’an dagirkerên ku li qada Zendûra hêzên me ew kirin bin kontrolê, ji nêzîk ve li wan da. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

23’yê Nîsanê balafirên şer devera Derarê ya Metînayê bi dijwarî bombe kir. Saet derdorî 20:00-01:00’an leşker danîne Derarê, Girê Zendûra û boxaza Koordîne. Di vê navberê de hêzên me helîkopterên Skorsky 4 caran kirin hedef, neçar man ku ji qadê dûr bikevin.

24’ê Nîsanê di saetên danê nîvroyê de artêşa TC’ê leşker danîne Girê Şehîd Dîlber ê herêma Metîna. 25’ê Nîsanê saet 10:00’an dagirkerên ku ji bo çêkirina çeperan kar dikirin, hêzên me yên YJA Statê, çalakiyeke sekvanî kir. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Heman rojê saet 12:00’an heta saetên şevê hêzên me yên li qadê bi rêbaza sabotajê 7 çalakî kirin. Di encama van çalakiyan de gelek dagirker hatine cezakirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine.”