HPG: Navenda tîmên taybet a li Licê bi çalakiyeke fedaî hate îmhakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî ‘çalakiya fedaî’ ya li dijî qereqola Angolê ya Licê daxuyaniyek weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî ‘çalakiya fedaî’ ya li dijî qereqola Angolê ya Licê daxuyaniyek weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî ‘çalakiya fedaî’ ya li dijî qereqola Angolê ya Licê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 12 leşker mirine û 55 leşker jî birîndar bûne.
HPG’ê diyar kir ku çalakî ji aliyê gerîlaya bi navê Têkoşîn Amed (Zelal Kartal) hatiye kirin.
Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:
“Navenda tîmên taybet a artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker a ku roleke taybet dide Amedê û li ser Kurdistanê planên dagirkeriyeke nû dike, ji aliyê gerîlayeke me ya fedaî hate îmhakirin.
Qereqola Angolê ya Licê ya bi ser Amedê di 10’ê Îlonê saet di 05.55’and e ji aliyê rêheval Têkoşîn Amedê bûye hedef.
Di vê çalakiyê de 5 ton teqemenî hatiye bikaranîn û 4 kozik ji binî ve îmha bûne û avahiya qereqolê jî xisar dîtiye. Piştî çalakiyê hêzên dagirker xetên telefon û înternetê girtine, avahiya qereqolê û kozik bi brandayan pêçandine û rêya li ber qereqolê jî 5 saetan ji trafîkê re girtine.
Di vê çalakiya fedaî de 12 leşkerên dijmin hatine kuştin û 55 leşkerên dijmin jî birîndar bûne.
Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker leşkerên mirî û birîndar bi ambûlans û helîkopteran rakirine Licê, Hênê, Karaz û Amedê. Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker qereqol vala kiriye û ji bo parastina enkazan 15 leşker peywirdar kiriye.
Em jî diyar dikin ku, em ê bibin şopdarên rêya rêheval Têkoşîn Amed a ku bi vê çalakiya xwe rê vekiriye.
Nasnameya hevala me ya şehîd wisa ye;
Nasnav: Tekoşîn Amed |