HPG: li Zapê derb li helîkoptera êrişê hate xistin

HPG'ê ragihand ku li herêma Zapê, li dijî helîkopterên êrişê yên ku hewl didan bombeyan li qadê bibarînin çalakî hate lidarxistin. Di encamê de derb li helîkoptereke êrişê hate xistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

4'ê Mijdarê saet di 21:15'an li herêma Zapê, hêzên me li helîkopterên êrişê xistin ku dixwestin bombeyan li qada Tîpa T bibarînin. Di encama vê çalakiyê de derb li helîkoptereke êrişê hate xistin.

3'ê Mijdarê saet di navbera 15:00-16:00 de li herêma Zapê, qada Şehîd Cûdî û sibeha 4'ê Mijdarê jî qada Çemço ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û hawanan hatin bombekirin.

4'ê Mijdarê li herêma Zapê, qadên Girê Şehîd Sîmko û Karker bi balafirên şer û helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

4'ê Mijdarê saet di 06:00 de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran bombe li qada Werxelê ya Avaşînê barand. Di şeva heman rojê de helîkopter li ser qadên Tabûra Ereban, Banîsta û Mervanosê geriyan.

4'ê Mijdarê saet di navbera 10:30-11:30'î de qadên Girê Şehîd Şerîf û Sinînê yên Xakurkê bi balafirên şer hatin bombekirin."