HPG: Li Xakûrkê 6 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA-Starê 4'ê Çileyê li Xakûrkê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakî lidarxist. HPG'ê ragihand ku di çalakiyê de 6 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriyê û êrîşên hewayî yên dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand.

LI GIRÊ ŞEHÎD AXÎN YÊ XAKÛRKÊ 6 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

HPG'ê got; "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ronya û Şehîd Bager de hêzên me di 4'ê Çileyê de saet 14:00 li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Şehîd Axîn çalakiyek pêk anîn. 2 çeperên  dijmin ên li ser gir hatin rûxandin û bi qasî ku hate tespîtkirin 6 leşkerên dijmin hatin kuştin. Balafirên şer ênartêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bombe li herêmê barandin. Yekîneya me ya çalakî pêk anî bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.

BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI QADA KÛNIŞKA YA ZAPÊ BARANDIN

Di 4'ê Çileyê de saet 15:00 balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Kûnişka ya herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."