HPG: Li Werxelê berxwedana gerîla dewam dike

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku di encama berxwedana hêzên gerîla de dagirker nikarin li qada Werxelê bi pêş ve biçin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser bombardûmana dewleta Tirk agahiyên dawî parve kir.

Daxuyanî wiha ye:

Li herêma Avaşînê li qada berxwedanê ya Werxelê;

13'ê Îlonê danê êvarê, artêşa Tirk a dagirker piştî ku bi çekên giran bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand, xwestin bi pêş ve biçin. Bi destwerdana berxwedêrên Werxelê re şer qewimî. Di encama berxwedana mezin a hêzên me de dagirker nekarîn bi pêş ve biçin.

BOMBE LI GUNDAN HATE BARANDIN

13'ê Îlonê li herêma Metînayê helîkopter li ser xeta Qaşûrayê geriyan. Li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê, derdora gundên Êdinê, Dêşîşê, Kêste, Hirorê û Serarû, her wiha qadên Kêla Qûmriyê, Koordîneyê bi helîkopterên êrişê û qereqolên li ser sînor hatin bombekirin.

Di encama bombardûmana giran a artêşa dewleta Tirk a dagirker de xisareke mezin a madî li bax û baxçeyên xelkê me yê Başûrê Kurdistanê bû.

13'ê Îlonê saet di navbera 15:27-19:10'an de li nehiya Dînartê ya navçeya Akrê gundê Şiyê û qada Deştan Kafya bi balafirên şer hatin bombekirin."