HPG: Li Metînayê 2 dagirker hatin cezakirin

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li Metînayê hêzên me çalakî li dar xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin. Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal jî li Girê Zendûrayê li dagirkeran xistin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de hêzên me 12'ê Gulanê saet di 16:30'î de li qada Derarê ya herêma Metînayê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Azad çalakiyeke sabotajê kirin. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

Hêzên me yên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal 11'ê Gulanê saet di 13:15'an li herêma Metînayê dagirkerên li ser Girê Zendûrayê ji hewayê ve bombe kirin. Çalakiya bombeyî bi rengekî serketî pêk hat.

ÊRIŞÊN HEWAYÎ

Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopter û balafirên şer êriş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Agahiyên berfireh ên li ser van êriş û bombardûmanê wiha ne:

11'ê Gulanê saet di 11:30'î de li herêma Avaşînê balafirên şer 4 caran bombe li qada Werxelê barandin.

12'ê Gulanê saet di navbera 00:00 û 01:30'î de dagirker bi helîkopteran li qada Mervanosê ya herêma Avaşînê hatin danîn.

12'ê Gulanê saet di navbera 20:30 û 00:00 de qadên Tîpa T û Cîlo yê Biçûk ên li herêma Zapê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

Ji ber van bombardûmanan tiştek bi hêzên me nehatiye."