HPG: Li Lêlkanê 2, li Colemêrgê 3 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de li dijî artêşa Tirk a dagirker hin çalakî li dar xistine û gelek leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên di Pêngava Şoreşger a Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de hatine lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

LI LÊLKANÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine. Di vê çarçoveyê de hêzên me, ev çalakî li dar xistine;

Di 4’ê Gulanê saet di 10.30’an de hêzên me li dijî dagirkerên li Girê Lêlkanê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hêzên me derbên giran li dagirkeran xistine. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

LI COLEMÊRGÊ BI GIŞTÎ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di heman rojê de hêzên me saet di 11.40’an de li Geliyê Deştanê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker çalakiyeke sûîkastê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li qadê daye.

Di heman rojê de saet di 14.50’an de hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Elîşêr ê Gevera Colemêrgê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 leşker hatine kuştin.

LI BEDLÎSÊ ŞER

Artêşa Tirk a dagirker di 26’ê Nîsanê de li bejahiya Hîzana Bedlîsê operasyoneke berfireh li dar xistiye. Gelek wesayîtên zirxî û helîkopterên kobra tevlî vê operasyonê bûne. Di nava artêşa dagirker û hêzên me de şerekî giran pêk hatiye. Di van şeran de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin û gelek jê jî birîndar bûne. Di vî şerî de hevala me Toprak ji bo ku dîl nekeve destê hêzên dijmin bombeya xwe bi teqandiye û şehîd bûye. Operasyon di 27’ê Nîsanê de ji qadê vekişiyaye.

Nasnameya hevala me ya şehîd bûye, wisa ye;

Nasnav: Toprak Harûn
Nav û Paşnav: Sevda Arvas
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik - Bav: Nafiye – Mehmet Şakîr
Cih û Dema Şehadetê: Bedlîs / 26’ê Nîsana 2018’an

Toprak – Sevda Arvas