HPG: Li Lêlîkanê li leşkerên Tirk hate xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya gerîlayan a li qada Lêlîkanê ya herêma Bradostê ya di 8’ê Gulanê de daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya li ser malpera HPG’ê wisa ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de hêzên me di 8’ê Gulanê saet di 13.30’an de li dijî artêşa Tirk a dagirker a li qada Elî Dirêj a Lêlîkanê ya herêma Bradostê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de derbên xurt li çeperên dijmin hatine xistin û hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan qad bomberdûman kirine."

Gerîlayên HPG’ê îro saet di 10.00’an de li dijî Girê Lêlîkanê ji 8 aliyan ve çalakiyek li dar xistibûn. Têkildarî çalakiyê hê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.