HPG: Li Lêlîkanê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn

HPG'ê diyar kir ku li herêma Lêlîkan a Başûrê Kurdistanê di çalakiyên gerîla yên 5'ê Gulanê de herî kêm 3 leşkerên Tirk hatine kuştin, 8 jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên 5'ê Gulanê yên li herêma Lêlîkanê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin; "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de, hêzên me roja 5'ê Gulanê saet 17:45'an li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Lêlîkan ê li Başûrê Kurdistanê ye çalakiyek kirin. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Hêzên me êvara heman rojê li dijî leşkerên dagirker ên li ser girê Kevortê yê li herêma Lêlîkanê çalakiyên sabotajê kirin. Di çalakiyan de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin, 8 leşker jî birîndar bûn.

Artêşa TC a dagirker roja 2'ê Gulanê li qada Şehîd Kawa ya li navçeya Farqînê ya Amedê dest bi operasyonekê kir. Operasyona dagirkeriyê roja 4'ê Gulanê bi rengekî bê encam qediya."