HPG: Li Heftanînê derbên giran li dagirkeran têne xistin

Li dijî tevgera dagirkirinê ya artêşa Tirk ku li ser Heftanînê daye destpêkirin, hêzên gerîla berxwedaniyeke mezin dikin. Di çalakiyan ji 20'î zêdetir dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapmeniyê derbarê çalakî û şerê bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê ya gerîlayan a li dijî tevgera dagirker, ku artêşa TC'ê ya dagirker 16'ê Hezîranê li ser Heftanînê, Qadên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin agahî da.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:


Li dijî êrişa dagirkeriyê ya ku artêşa TC a dagirker di 16'ê Hezîranê de li Herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kir, hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de çalakî li dar xistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û şer wiha ne:

18'ê Hezîranê piştî nîvro li dijî yekîneyên artêşa TC a dagirker ên hewl dan xwe bigihînin ser Girê Şehîd Adar, hêzên me çalakî kirin. Di encama derbên giran ên hêzên me de yekîneyên dijmin neçar man xwe vekişînin. Hêzên dagirker ên derb xwarin bi balafirên şer û helîkopterên êrişê nîvê şevê bombe li Girê Şehîd Adar û derdora wê barandin.
ÇALAKIYÊN KARÎGER ÊN SABOTAJÊ

Hêzên me heman rojê li dijî yekîneyên dijmin ên hewl dan li Girên Şehîd Adar û Şehîd Sîpan bi pêş ve biçin çalakiyên xurt ên sabotajê kirin.

Hêzên me heman rojê saet di 22:20'an de li helîopterên artêşa TC a dagirker xistin ku hewl dida leşkeran deyna ser Girê Qesrokê. Di ehman demê de li qada Dola Mazî li dijî helîkopterên dagirkeran ên hewl didan bi pêş ve biçin, hêzên me derb lê dan û helîkopterên dagirkeran neçar man vekişin.

19'ê Hezîranê saet di navbera 00:00 û 01:00 de helîkopterên ku hewl didan leşkeran deynin ser Girgê Kartal ê li qada Bektoryayê bûn hedefa hêzên me. Di encama derbên xurt de helîkopterên dijmin neçar man ji herêmê vekişin.

Hêzên me heman rojê saet di 10:45'an de yekîneyên dijmin ên li qada Parîzanê hewl didan ji Girê Şehîd Hemze derbasî qada Qesrokê bibin, hatin kontrolkirin û çalakiyeke xurt li dijî wan hate kirin. Şer û bombardûmana li vê herêmê dewam dike û agahî dema ku bi dest ketin wê bi raya giştî re bên parvekirin.

JI 20'AN ZÊDETIR LEŞKERÊN DIJMIN HATIN CEZAKIRIN

Di van çalakiyan de zêdeyî 20 leşkerên dijmin hatin cezakirin û gelek leşker jî birîndar bûn. Di dema operasyonê de li qada Tepê Dûpişkê hevalên me Agît û Mazlûm ku li dijî yekîneyên dijmin heta fîşeka dawî bi lehengî şer kirin şehîd bûn.

Ji doh êvarê ve dagirker bênavber bombeyan li qadên Partîzan, Qesrokê, Xantur, Geliyê Pisaxa û Şehîd Canşer dibarînin.

GERÎLA LI ÇELÊ LI DIJMIN DA
Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya hêzên me 18'ê Hezîranê li dijî dagirkeran çalakî kirine. Bi vê çarçoweyê;

Saet 10.00'an hêzên me li dijî qereqola Gİrê ya Çelê ya Colemergê çalakiyek kirine. Di çalakiyê de derb li kozik û stareyên dijmin hatine xistin, çend leşker hatine kuştin û çend birîndar bûne tam nehatine tespîtkirin.

Saet 19.10'an hêzên me dîsa li Çelê, li Girê Koordîne li kozikên dijmin reşandine. Di çalakiyê de derbên serkeftî li kozik û stareyên dijmin hatine xistin, di vê çalakiyê de leşkerên kuştî û birîndar zelal nebûne.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Balafirên şer ên artêşa TC'ê ya dagirker êrîşên hewayî birine ser Qadên Parastinê yên Medyayê. Agahiyên berfireh ên derbarê êrîşan wiha ne:

18'ê Hezîranê di navbeyna saet 11.00'an û 17.00'an de balafirên şer qada gundê Beşîrî yê herêma Metînê bombe kirine.

18'ê Hezîranê saet 23.00'an û 19'ê Hezîranê sae 02.30'î balafirên şer qada Kanî Sarkê ya herêma Gare bombe kirin.''

Di vê bombekirina hewayî de ti ziyan nehatiye ser hêzên me.