HPG: Li Heftanîn û Xakûrkê 8 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîlayên HPG’ê û YJA Star ên li Heftanîn û Xakûrkê lidar xistin de bi qasî hate zelalkirin 8 leşkerên Tirk hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirker daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

HEFTANÎN

“Çalakiyên hêzên yên li dijî tevgera dagirkeriyê ya li herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Agahiyên li ser çalakiyên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de jî wiha ne;

27’ê Tîrmehê saet 17:30’î hêzên me li Girê Katosûlê ya devera Bektorya dagirker kirin hedev û çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku xurtî li çeper û stargehên dagirkeran hate xistin, hejmara leşkerên hatine cezakirin û birînarkirin nehate zelalkirin.

28’ê Tîrmehê hêzên YJA Star ên me saet di 15:30’î û 17:20’ê de li Girê Dûpişka li dijî dagirkeran du çalakiyên sekvaniyê kirin. Di van çalakiyan de hejmara leşkerên hatin cezakirin û birîndarkirin nehate zelalkirin.

Heman rojê hêzên YJA Star ên me saet 16:20’ê û 16:45’an de li Girê Şehîd Şîlan li dijî artêşa TC’ê 2 çalakiyên sekvaniyê kirin û 2 leşker hatin cezakirin.

Heman rojê hêzên me saet 15:00’ê li Girê Şehîd Berxwedan a Xantûra li dijî leşkeran çalakiyeke ya sekvaniyê kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate cezakirin.

XAKURKÊ

Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya hêzên me 29'ê Tîrmehê (îro) saet 00.30'î ji Qadên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa TC'ê ya dagirker ku li Girê Lêlikanê ya herêma Xakurkê ya Qadên Parastinê yên Medyayê bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di çalakiyê de ji du baskan ve derbên serkeftî li kozik û stareyên dijmin hatiye xistin, 2 kozik hatine rûxandin û tespîtbûyî 5 leşker hatine cezakirin.

EM Ê XWÎNA SIVÎLÊN KU DEWLETA TIRK QETIL KIRINE LI ERDÊ NEHÊLIN

26'ê Tîrmehê saet 16.30'an balafirên şer ên artêşa TC'ê ya dagirker li Bamernê ya navçeya Amediyê ya Duhokê du wesayitên sivîllan bombe kirine. Di van êrîşan de sivîlên bi navê Dilovan Şahîn û Evdile Ehmed şehîd bûne. Dilovan Şahîn ê welatparêz û Evdile Ehmed ê ku pêşmergeyê Zêrevan bû, ji hêla dijimn ve bi zanebûn kirine hedef. Dewleta TC'ê ya dagirker gelê welatparêz ê Başûr bi zanebûn weke PKK'yî nîşan dide û li jîgehên sivîl, wesayitên wan dike hedef. Dewleta TC'ê ya faşîst gelê me yê welatparêz ê Başûr bi zanebûn dike hedef û sivîlên ku qetil dike jî weke PKK'yî nîşan dide. Hêzên dagirker gelek caran welatiyên me yên sivîl kirine hedef û bi dehan caran komkujî kiriye. Bi medyaya şerê taybet nûçeyên derew serwîsî medyayê dikin, artêşa TC'ê ya dagirker ku bi vê dixwaze ser komkujiyan bigire, tim hewl dide ku sivîlên ku kirine hedef weke PKK'yî bin nîşan bide.

Di serî de malbaten her du welatiyên me yên ku hatine qetikirin, em sersaxiyê didin gelê Kurdistanê yê welatparêz û em sond dixwin, em ê xwîna welatiyên me yên sivîl ên ku hatine qetilkirin li erdê nehêlin."