HPG: Li Gabarê wesayîta zirxî hate îmhakirin, 5 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Gabarê li dijî wesayîta zirxî ya Kobrayê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de wesayîta zirxî îmha bû û 5 leşkerên Tirk ên dagirker mirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li Gabarê çalakî li dar xistine.

HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku;

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li di navbera qada Dêrgulê û qereqola Girê Cotyar a Gebarê ya li Şirnexê wesayîteke zirxî ya Kobra şopandiye û di 27’ê Nîsanê de saet di 12.00’an de li dijî vê wesayîê çalakiyek li dar xistiye. Hêzên me ji nêz ve li vê wesayîtê dane. Ev wesayît îmha bûye û 5 leşkerên di nav wesayîtê de jî mirine. Piştî çalakiyê bi helîkopterên Skorsky leşkerên mirî ji qada çalakiyê hatine derxistin. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistine, bi selametî vegeriyane baregehên xwe.

LI ZAPÊ ÊRÎŞA HEWAYÎ

Di 30’ê Nîsanê de (îro) saet di 02.30’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada Saca ya Zapê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.

Di 29’ê Nîsanê de saet di 23.00’an de balefirên şer qada Gundê Mêlê ya Zapê bomberdûman kirine.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”