HPG: Li Dersimê 5 li Colemêrgê leşkerek hate kuştin

HPG’ê li ser malpera xwe ya fermî diyar kir ku hêzên wan li Dersim û Colemêrgê bi giştî 6 leşker kuştin. HPG’ê diyar kir ku heta 20’ê Hezîranê di êrîşên hewayî de tiştek bi hêzên wan nehatine û îdîayên medyaya AKP’ê derewan dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser malpera xwe ya fermî têkildarî çalakiyên li Dersim û Colemêrgê daxuyanî weşand. HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di êrîşên hewayî yên çend rojên dawîn de tiştek bi hêzên wan nehatine û îddîayên medyaya AKP’ê derew in.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

LI DERSIMÊ 5 LEŞEKER HATIN KUŞTIN, 2 LEŞKER BIRÎNDAR BÛN

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Ozan û Şehîd Roza Dersim de di 19’ê Hezîranê de saet di 20.00’an de li dijî yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker yên ku dixwestin li Girê Erman ê Dersimê cih bibin, hêzên me yên YJA-Starê çalakiyek li dar xistine. Hêzên me ji 2 aliyan de li çeperên dijmin dane. Di vê çalakiyê de 5 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran gule li derdorê reşandiye û leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopteran ji qadê derxistiye.

LI GEVERÊ LEŞKEREK BI SÛÎKASTÊ HATE KUŞTIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me di 19’ê Hezîranê de saet di 10.00’an de li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li Girê Bayê yê Gevera Colemêrgê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hatiye kuştin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ YÊN LI SER HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di 20’ê Hezîranê de li ser Qadên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî li dar xistine. Di vê çarçoveyê de saet di navbera 16.00 û 17.00’an de derdora gundê Suredê yê herêma Qendîlê, bintarên Girê Berbizina yê herêma Xakurkê, qada Kanî Qirêj, derdora gundê Sininê û derdora Çemê Lolanê bomberdûman kiriye. Ji ber bomberdûmana li derdorên gundan, bax û baxçeyên gundiyan xisar dîtine.

ÎDÎAYÊN DEWLETA TIRK NE RAST IN

Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên hewayî yên van çend rojên dawîn, li ser medyayê bi nûçeyên derew û bi propagandaya şerê taybet diyar dike ku wan encam stendine. Di êrîşên hewayî yên beriya 20’ê Hezîranê tu tişt bi hêzên me nehatine. Erdogan û rayedarên AKP’ê îddîa kirine ku li Qendîlê rêveberên payebilind jiyana xwe ji dest dane. Ev îdîayên hanê ji serî heta binî berhemên şerê psîkolojîk in. Di heman demê de nûçeyên ku tê gotin komandoyên Tirk ketine qadên gerîlayan û şer kirine jî, derew in. Li Qada Bradostê leşkerên artêşa Tirk çend gir dagir kirine, lê ji ber çalakiyên gerîlayan nikarin ji giran tevbigerin û her roj leşkerên dijmin tên kuştin. Beriya hilbijartinên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Erdogan û dewleta AKP-MHP’ê her roj li ser medyayê derewan dikin, dixwazin gelên Tirkiyeyê bixapînin û hejmara leşkerên xwe yên mirine jî ji civakê vedişêrin. Divê gelê me yê welatparêz û gelên Tirkiyeyê bizanibin ku ev propagandaya medyaya AKP’ê derew e û divê tu carî baweriya xwe bi wan neynin.”