HPG: Li Colemêrg û Hatayê 5 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li Colemêrg û Hatayê 5 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên rojên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

ÇELÊ

"18'ê Sibatê saet 09:30'î hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Xeregol ê navçeya Çelê ya Colemêrgê bû çalakiyek pêk anîn. Bi derbên xurt ên hêzên me, 3 çeperên dijmin hatin rûxandin û 3 leşkerên dijmin hatin kuştin.

HATAY

5'ê Sibatê artêşa TC a dagirker li bejahiya navçeya Dortyol a Hatayê dest bi operasyonê kir. Hêzên me roja 6'ê Sibatê li leşkerên derketin operasyonê dan. Bi derbên ji nêz ve hatin lêdan, 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Operasyon roja 10'ê Sibatê bi rengekî bê encam qediya.

BOMBERDÛMANA BI BALAFIRÊN ŞER

17'ê Sibatê saet 19:30'î, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li derdora gundê Bêreşe yê herêma Qendîlê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin."