HPG: Li Barzan û Erzînganê 7 leşkerên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di encama çalakiyên YJA Starê de li Barzanê 4, li Erzînganê jî 3 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên 7 û 8'ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

LI HERÊMA BARZANÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de hêzên me yên YJA Starê roja 8'ê Gulanê saet 10:40'î li dijî yekîneyeke veşartî ya artêşa TC a dagirker ku li derdora girê Bayrak ê li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê bi cih bûbû, çalakiyek kirin. Derbên giran li yekîneya dijmin hate xistin û 4 leşker hatin kuştin.

LI ERZÎNGANÊ ÇALAKIYA YJA STARÊ: 3 LEŞKERÊN TIRK HATIN KUŞTIN

Hêzên me yên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza de roja 7'ê Gulanê saet 09:00 li qada Deraşoran a Mezin a li navçeya Kemah a Erzînganê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyek kirin. Li çeper û konên dijmin derbên giran hatin xistin û di çalakiyê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin."