Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

HPG: Li Avaşînê herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li herêma Avaşînê li dijî hêzên dagirker çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin û herî kêm 2 dagirker hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û têkoşîna gerîla ya li dijî êrişan daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

Li herêma Avaşînê, dagirkerên ku di navbera Şehîd Rustem û Girê Şehîd Afad li ber rêya dagirkeriyê bûn, ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin. 12'ê Îlonê saet di 17:00 de bi rêbaza sabotajê li dagirkeran hate xistin. Di encama vê çalakiyê de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran piştî çalakiyê kuştiyên xwe bi helîkopteran ji herêmê birin.

Li herêma Avaşînê li qada berxwedanê ya Werxelê;

20'ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker xwest teqemeniyan li qada berxwedanê ya Werxelê bi cih bike. Berxwedêrên me yên li Werxelê dest li dagirkeran werdan, dest danîn ser teqemeniyan û bi rengekî profesyonel bêbandor kirin.

21'ê Îlonê saet di 18:30'î de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand û piştre jî xwest bi pêş ve biçe. Di encama destwerdana berxwedêrên me yên Werxelê de şerekî giran qewimî û dagirker nekarîn bi pêş ve biçin.

22'ê Îlonê saet di 09:40'î de li herêma Zapê qada Çemço bi çekên giran û balafirên şer hate bombekirin.

20'ê Îlonê saet di navbera 18:40-19:30'î li herêma Metînayê helîkopter li ser xeta Qaşûrayê geriyan. 21'ê Îlonê ji saet 16:00 heta 22'ê Îlonê saet 05:30'î li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundên Êdinê, Dêşîşê, Serarû, Hirorê û qadên Kela Qûmriyê, Girê Şehîd Çiya û Koordîne bi obus, hawan û helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

Ji ber bombardûmanê agir bi qadê ket û şewata li herêmê dewam dike."