HPG: Li Avaşîn û Metînayê herî kêm 9 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li herêmên Avaşîn û Metînayê di çalakiyên gerîla de herî kêm 9 dagirker hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku li Avaşînê 4 dagirker, li Metînayê jî herî kêm 5 dagirker di çalakiyên gerîla de hatine cezakirin.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

11'ê Îlonê saet di 08:30'î de li dijî çepereke dijmin ku 6 dagirker tê de bûn û bi gazên kîmyewî û teqemeniyan êriş dibir ser qada berxwedanê ya Werxelê, hêzên me yên Yja Starê çalakî li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn û çeper tevî madeyên kîmyewî yên tê de bi temamî hate îmhakirin. Hêzên me yên YJA Starê ji bo silavkirina berxwedêrên Girê Sor û Werxelê ev çalakî pêk anîn. Piştî vê çalakiya serketî, artêşa Tirk a dagirker saet di 09:00 de kuştiyên xwe bi helîkopteran ji herêmê bir.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

Dagirkerên ku li derdora Girê Koordîneyê li ber makîneyên kar ên rêyên dagirkeriyê çêdikirin, ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin. 12'ê Îlonê saet di 03:30'î de ji du baskan ve li dijî dagirkeran çalakiya gerîla hate lidarxistin. Di vê çalakiya koordîneyî de baskê destpêkê ji nêz ve li dagirkeran xist û 3 dagirker ceza kir. Baskê duyemîn jî li dagirkerên xwestin dest li qada çalakiyê werbidin xist û herî kêm 2 dagirker ceza kir. Bi giştî herî kêm 5 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker piştî vê çalakiya koordîneyî ya gerîla, kuştiyên xwe bi helîkopteran ji qadê bir.

Li herêma Avaşînê li qada berxwedanê ya Werxelê;

10'ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker bi şev bi çekên giran bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand û xwest bi pêş ve biçe. Ji cihekî nêz ve şerekî giran qewimî û dagirker nekarîn bi pêş ve biçin.

12'ê Îlonê saet di 05:40'î de artêşa Tirk a dagirker ji bo bombekirina qada berxwedanê ya Werxelê teqemenî bi cih kir. Teqemenî ji aliyê hêzên me ve hate bêbandorkirin.

10'ê Îlonê saet di 12:30'î de liq ada Deşta Kafya ya herêma Garê balafirên şer qada Boxaza Şehîd Amed bombe kirin.

11'ê Îlonê saet di navbera 13:25-14:10 de li herêma Avaşînê qada Stûnê bi balafirên şer hate bombekirin. Şeva heman rojê li qadên Mervanos, Tabûra Ereban, Girê Spî, Girê Sor û Girê Silêman helîkopter geriyan, Girê Şehîd Întîkam, Geliyê Basya, Dola Bizina û Girê Qartal bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

11'ê Îlonê saet di 17:40'î de gundê Şiyê yê nehiya Dînarte ya navçeya Akrê bi balafirên şer hate bombekirin.

12'ê Îlonê saet di navbera 07:30-08:00 de li herêma Zapê qada Kurojahro û qada Werxelê ya Avaşînê bi balafirên şer hatin bombekirin."