HPG: Li Şirnex û Colemêrgê 8 leşkerên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya HPG'ê got, di çalakiyên Şirnex û Colemêrgê de bi kêmanî 8 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên 7'ê Nîsanê yên li Şirnex û Colemêrgê ragihand.

HPG'ê li ser êrîşên hewayî yên bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de agahî da.

Daxuyanî wiha ye:

LI BESTAYÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

"Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Delal û Şehîdên Bestayê 7’ê Nîsanê hêzên me saet 09.00’an li Şirnexê bi ser qereqola Navyana Şêxa de girtin. Di çalakiyê de derb li kozikên dijmin hate xistin û 2 leşkerên dijmin hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi obûs û hawanan qad da ber topan.

LI GEVERÊ 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN

7’ê Nîsanê saet 08.40’î hêzên me li Colemerg Geverê, li dijî hêzên artêşa TC’ê ya dagirker ên ili girê Elîşêr çalakiyek pêk anîn. Ji sê aliyan ve leşkerên dijmin bûne hedef û tespîtbûyî 6 leşker hatin kuştin. Hêzên dagirker kuştî û birîndarên xwe bi şev si skorskyê ji qaê dûr xistine.

LI ÇELÊ LEŞKERÊN KUŞTÎ Û BIRÎNDAR HENE

7’ê Nîsanê saet 09.00’an hêzên me li Colemêrg Çelê, li dijî qereqola Girê çalakî pêk anîne. D çalakiyê de kozik, kon û avahiyên dijmin bûne hedef, çend leşker hatine kuştin û birîndar bûne, zelal nebûye.

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

7’ê Nîsanê saet 14.30’an hêzên me li Tepê Lelikan, ku di nav sînorê Başûrê Kurdistanê de ye çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Di çalakiyê de çend leşker hatine kuştin û çend birîndara bûne tespît nebû.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

7’ê Nîsanê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker Qadên Parastinê yên Medyayê bombe kirine. Bi vê çarçoweyê di navbeyna saet 09.30 û 10.30’an de balafirên şer zinarên Kanîkirêj ya Xakurkê, derdora ava Xakurkê û qada Ermûşê bombe kirine, her wiha di navbeyna saet 10.00-12.00’an de li herêma Metîna derdora gundê Kestê, saet 13.00’an jî li herêma Zapê qada Karker bombe kirine."