HPG: Ji bo tola Garê û 15'ê Sibatê 5 dagirker hatin cezakirin

HPG'ê ragihand ku li Metînayê di encama çalakiya gerîla de 5 dagirker hatine cezakirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku çalakî ji bo tola şehîdên Garê û komploya 15'ê Sibatê hatiye lidarxistin.

HPG'ê di daxuyaniyê de diyar kir, ''Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê'' li herêma Metînayê dagirker kirine hedef.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''10'ê Sibatê saet di 15:20'î de li qada Girê Milîtan ê li herêma Metînayê, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encama vê çalakiyê de konekî ku dagirker li binî bû hate îmhakirin û 5 dagirker hatin cezakirin.''

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, ''Ev çalakî ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê û hilanîna tola şehîdên me yên leheng ên Serketina Garê hatiye lidarxistin.''

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

'' 5’ê Sibatê saet di navbera 10:00 û 12:00’an de qada Girê Cûdî yê girêdayî herêma Gundê Fileha ya Zapê ji aliyê balefiren şer 2 caran hate bombekirin.

-7’ê Sibatê saet di navbera 13:30-14:00’an de qada Girê Hekkarî ya herêma Metînayê ji aliyê balefirên şer 2 caran hate bombekirin.

-9’ê Sibatê saet di navbera 16:30’an de qada Kunîşka ya herêma Zapê ji aliyê balefirên 2 caran hate bombekirin.”'