HPG: Hêzên gerîla derbên giran li dagirkeran xistin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêmên Avaşîn û Heftanînê bi çalakiyan derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê;

18'ê Îlonê saet di 11:00 de hêzên me yên YJA Starê li qada Partîzanê bi çekên giran li dijî dagirkerên li ser girê Qesrokê çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de bi rengekî serketî li hedefên hatin diyarkirin hate xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

18'ê Îlonê saet di 02:00 de li dijî dagirkerên ku dixwestin ber bi qada berxwedanê ya Werxelê ve biçin, hêdzên me bi rengê sabotajê çalakî kirin. Dagirker piştî vê çalakiyê bi astekê xwe vekişandin. Saet di 02:20, 02:30 û 02:45'an de 3 caran bi teqemeniyan êrişî qada berxwedanê kirin. Dagirkeran piştî van êrişan xwestin teqemeniyan û kamerayên mobese li derdora qada berxwedanê ya Werxelê bi cih bikin. Hêzên me careke din bi sabotajê û ji nêz ve bi çekên ferdî li dagirkeran xistin. Li vê derê teqemenî û kameraya mobese ya dagirkeran bi hostatî hatin îmhakirin. Di encama çalakiyên bi bandor ên berxwedêrên Werxelê de pêşî li dagirkeran hate girtin.

Li herêma Avaşînê li qada berxwedanê ya Werxelê;

19'ê Îlonê saet di 06:15'an artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand.

12'ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker qada Pîrbila ya Heftanînê û derdora gundê Banikê bi obus û hawanan bombe kir û piştre 13'ê Îlonê dest bi operasyoneke berfireh a dagirkeriyê kir. Ev operasyon danê êvarê bêencam ma û dagirkeran xwe vekişandin. Ji ber bombardûmana artêşa Tirk a dagirker xisara madî li bax û baxçeyên xelkê me yê Başûrê Kurdistanê bû.

18'êw Îlonê saet di 18:40'î de li nehiya Dînartê ya navçeya Akrê gundê Şiyê bi balafirên şer hate bombekirin.

18'ê Îlonê saet di navbera 22:45-00:30'î de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Mervanos, Tabûra Ereban, Girê Spî û Girê Silêman geriyan. Di heman demê de qadên Girê Qartal, Stûnê û Geliyê Basya bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

18'ê Îlonê ji saet 16:00 heta sibeha 19'ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker qada Qela Qûmriyê ya herêma Metînayê û derdora gundê Hirorê bi obus û hawanên ji qereqolên li ser sînor hatin avêtin, bombebaran kir."