HPG: Hevrêyên me Xebat û Şoreş şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku meha Tebaxê li herêma Botanê gerîla Xebat û Şoreş di encama bombardûmanê de şehîd bûn.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Hevrêyên me Xebat û Şoreş ku li gelek qadên Botanê wezîfe bi cih anî û li gel polîtîkayên şerê taybet ê dewleta Tirk jî li Botanê derbên giran li dijmin xistin, di 24'ê Tebaxa 2021'ê de li qada Serê Ormanê ya herêma Kêla Memê ya navçeya Elkê ya Şirnexê, dema ku bi erka xwe radibûn di bombardûmana artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn."

Agahiyên li ser nasnameya herdu gerîlayan wiha ye:

Nasnav: Xebat Leheng
Nav paşnav: Firat Firat
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Îde-Mehmet Hakki
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Tebaxa 2021 / Kêla Memê

Nasnav: Şoreş Gilîdax
Nav paşnav: Tûran Kisak
Cihê jidayikbûnê: Îdir
Dayik-Bav: Goge-Mahîr
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Tebaxa 2021 / Kêla Memê

Di daxuyaniyê de têkildarî têkoşîna herdu gerîlayan ev agahî hatin dayin: "Hevrêyê me Xebat li Rihayê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku ji malbat û derdoreke welatparêz bû û xizmên wî tevlî nava refên gerîla bûbû, ji ber tecrîda giran a li ser Rêberê me baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê li dijî dewleta Tirk a qirker têkoşîn bê meşandin. Bi vê armancê berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Xebat, ji ber taybetmendiyên cografya lê bû nedîtin û nenaskirina gerîla timî ji bo xwe weke bêşensiyê didît. Ji ber vê yekê jî her tim bi hesreta gerîla bû. Bi tevlîbûna li nava refên gerîla dawî li vê hesreta xwe anî. Kêliya destpêkê ya tevlîbûna nava gerîla bandor li tevahiya jiyana wî kir, di tevahiya jiyana xwe de bi hestên xwe yên paqij tevgeriya û timî xwe bi pêş ve xist. Bi taybetî kûrbûna di felsefeya Rêbertî de ji xwe re kir esas, armanca xwe ya mezin ew bû ku bibe milîtanekî baş ê Rêber Apo. Ji bo vê bi qasî li nava jiyanê her wiha li qada leşkerî jî timî li ser xeta fedayî meşiya. Li dijî polîtîkayên qirker ên ku dewleta Tirk a mêtinger li dijî gelê me dimeşîne, baweriya xwe bi wê anî ku tenê bi têkoşîneke xurt a gerîla bersiv dikare bê dayin û ji ber vê yekê jî her tim li ser rê û rêbazên nû yên gerîlatiyê sekinî. Hevrêyê me Xebat ji bo asta xwe ya kûrbûnê bixe pratîkê û bi vî rengî hesabê komkujiyên ku faşîzma dewleta Tirk li gelê me rewa dike bipirse xwest biçe qada Botanê. Bi vê daxwazê di sala 2017'an de li Botanê têkoşîna xwe ya şoreşgerî dewam kir. Demeke dirêj li herêma Botanê ma, li gelek qadan kar kir, bi çalakiyên xwe xewn û xeyalên pûç ên dijmin ên li ser 'qedandina gerîla' têk bir. Li pêşberî berxwedana gelê me ya li dijî qirkeriyê, li pêşberî rastiya şehadetê ya ji bo afirandina Kurdistaneke azad, her tim xwe weke deyndarê gel û şehîdan dît û ji ber vê yekê bi berpirsyariya ku hêjayî vê rastiyê be her tim kar kir. Ji ber vê yekê ti carî tawîz ji kesayetiya xwe ya dilnizm û kedkar neda. Lewma bû milîtanekî Apoyî yê mînak.

Hevrêyê me Şoreş li nava malbateke welatparêz a Îdirê ji dayik bû ku ev herêma ji kevneşopiya berxwedanê ya Serhedê bi sekna xwe ya bi pîvan a li dijî faşîzmê û xwedîderketina li Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dema dawî li pêş e. Ji ber ku malbat û derdora wî welatparêz bû, ji temenê biçûkanî ve Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û hêza pêşeng a vê têkoşînê partiya me PKK nas kir. Ji ber polîtîkaya koçberkirinê ya dewleta Tirk a qirker ku yek ji kiryarên qirkirina gelê me ye, neçar ma ku koçî metropolên Tirkiyeyê bike, lê tevî vê yekê jî ji hişmendiya xwe ya Kurdîtiyê tawîz neda. Tevî vê yekê polîtîkayên derveyî mirovahiyê yên dijmin ên li dijî gelê me û Kurdistanê ji nedîtî ve nehat. Li ser vê bingehê di temenê ciwantiyê de bi rengtekî çalak tevlî karên şoreşê bû û têkbirina dijmin a li her qadê ji bo xwe weke wezîfeyeke şoreşgerî didît.

Hevrêyê me Şoreş demeke dirêj di karên ciwanan de kar kir û piştre biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe ku bi hesreta wê bû. Sala 2012'an ev hesreta xwe pêk anî. Li qada Mêrdînê dest bi gerîlatiyê kir û tecrûbeya zêdeyî 40 salî ya partiya me PKK'ê li her kêliya xwe neqişand. Li her cihê ku lê ma bi wê qadê re bû yek, xwedî li bîranînên hevrêyên şehîd derket û hewl da ku hêjayî şehîdên leheng be. Tevî ku demeke kurt lê ma jî li herêma Botanê bû heyranê atmosfera manewî ya bi ked û fedakariya gerîla hate afirandin. Piştî ku faşîzma DAÎŞ'ê êrişî xelkê me yê Êzidî kir, têkoşîna xwe li herêma Şengalê dewam kir. Dilsoziya xwe ya bêdawî ya bi gelê me re bi têkoşîna xwe ya li vê derê bi rengekî şênber nîşan da û weke milîtanekî pêşeng tevlî şer bû. Tecrûbeya ji şerê li Şengalê wergirtî bi tê îdeolojiya Rêbertî re kir yek û bû fermandarekî gerîla. Hevrêyê me Şoreş perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî gelekî girîng didît. Bi perwerdeyên îdeolojîk hewl da Rêber Apo baştir fêhm bike, baştir bixe meriyetê. Bi taybetî bi sekna xwe ya bi pîvan a li nava jiyanê, bi samîmiyet û germahiya li nava hevrêyên xwe, perwerdeya xwe ya îdeolojîk di cih de xiste meriyetê. Ji bo careke din li herêma Botanê vegere gelekî hewl da û sala 2017'an derbasî herêma Botanê bû, têkoşîna xwe li vê qadê dewam kir. Ji bo hesabê komkujiyên ku dijmin bi taybetî di dema Berxwedana Xwerêveberiyê de li gelê me kir bipirse kete nava kûrbûneke mezin û hêrsa xwe ya li dijî dijmin her roj mezintir kir. Bi hêrsa li dijî dijmin li Botanê pêşengî ji gelek çalakiyan re kir û derbên giran li dijmin xist."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevrêyên me Xebat û Şoreş li qada şer bi pêşengiyê û bêteredût cihê xwe di nava şer de girt û tevkariyeke girîng li xeta serketinê ya şerê me kirin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Xebat û Şoreş êm sersaxiyê ji xelkê me yê Riha û Îdirê re dixwazin û soza serketinê ya li şehîdan dubare dikin."