HPG: Em şehîdên Erzîromê bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê 4 gerîlayên sala 2016'an şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Em soza xwe dubare dikin ku li Kurdistana Azad teqez xwedî li armanc û bîranînên wan derkevin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser 4 gerîlayên ku li Erzîromê şehîd bûn ev daxuyanî da:

"Sala 2016'an di şerê dewleta Tirk a dagirker de ku ji bo qirkirinê li Bakurê Kurdistanê li dijî gel û tevgera me dimeşand, hevrêyên me Dogan, Serhat, Agir û Andok bi rengekî fedayî li dijî dijmin şer kirin û şehîd bûn. Em van hevrêyên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku li Kurdistana Azad teqez xwedî li bîranîn û armancên wan derkevin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Dogan Malazgîrt
Nav paşnav: Yakûp Soylemez
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav:
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Mijdara 2016 / Erzîrom

Nasnav: Serhat
Nav paşnav: Hakan Mahçûp
Cihê jidayikbûnê: Erzîrom
Dayik-Bav:
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Mijdara 2016 / Erzîrom

Nasnav: Agir Pasûr
Nav paşnav: Bîlal Memîş
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Îlhan-Vehbî
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Cotmeha 2016 / Erzîrom

Nasnav: Andok Mûş
Nav paşnav: Arof Tuzun
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Elmas-Abdûrrahman
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Cotmeha 2016 / Erzîrom

 

DOGAN MALAZGÎRT

Hevrêyê me Dogan li bajarê qedîm ê Serhedê li Milazgîrê ku bi hezaran ciwanên xwe ji bo azadiya Kurdistanê tevlî nava refên gerîla kiriye û wezîfeya xwe ya welatparêziyê bêkêmasî bi cih aniye, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi têkoşîna xurt a hêzên me yên gerîla ya ji salên 1990'î û pê ve li herêma Serhedê meşand, hevêyê me Dogan gerîla û partiya me PKK nas kir. Bi ciwantiya xwe re tevlî gelek karên legal bû û hewl da ku mîna her ciwanekî bi rûmet berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Hevrêyê me Dogan ji ber pirsgirêkên aboriyê yên malbata xwe neçar ma li metropolên Tirkiyeyê bixebite û li vê derê rastiya dijmin hîn bi zelalî fêhm kir. Hevrêyê me Dogan çavkaniya nakokiyên xwe bi rengekî rast tespît kir û baweriya xwe bi wê yekê anî ku çareserî jî bi têkoşîneke bi bandor a li dijî faşîzma dewleta Tirk dibe, ev yek jî tenê bi têkoşîna gerîla pêkane. Li ser vê bingehê sala 2007'an tevlî nava refên gerîla bû û ji bo azadiya gelê me gava destpêkê ber bi têkoşîna bi rengê fedayî ve avêt.

Hevrêyê me Dogan ji kêliya ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bi hesasiyet, baldarî û meraqeke mezin jiyana gerîla şopand, hewl da jiyana nû ya ku dest pê kiriye fêhm bike û bû heyranê jiyana nû ya li çiyê ku li gel nebûna derfetan jî afirîner e. Lewma her tim bi coş, moral û enerjiyeke xurt tevlî nava jiyanê bû û bandor li hevrêyên xwe kir. Bi kesayetiya xwe ya ku bi kedê afirand, ti carî ji kedê û fedakariyê tawîz neda, her tim baweriya xwe bi wê anî ku nirxên bi kedê tên afirandin wê mayinde bin. Bi qasî karên pratîkî yên rojane hevrêyê me Dogan di nava perwerdeyê de jî kedeke mezin da, di felsefeya Rêber Apo de roj bi roj xwe kûrtir kir. Bandora sîstemên mêtinger û kapîtalîst ên li ser mirovên Kurd, bi perwerdeya Rêbertî yek bi yek ji ser xwe avêt û bi pîvanên jiyana azad di kesayetiya xwe de guhertinên girîng çêkir. Hevrêyê me Dogan gelekî bawer kir ku jiyana azad a bi rûmet a gelê me û misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêberê me bi têkoşîna gerîla ya bêeman a li dijî dewleta Tirk a mêtinger dibe. Ji bo bibe milîtanekî fedayî yê vî şerî bi xurtî hewl da. Di encama vê kûrbûnê de jî bû fermandarekî pêşeng û her tim xwest li Bakurê Kurdistanê têkoşîna gerîla bimeşîne, ji bo vê jî israr kir. Bi kesayetiya xwe ya çalakger tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li mêtingeriya Tirk hate xistin û hêrsa xwe ya li dijî dijmin bi xurtî nîşan da. Bi qîmeta ku dida hevrêtiyê li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê, di heman demê de xwe weke şopdarê pêşengên raperînên têkoşîna ji bo Kurdistanê dît, bû soz û çalakiya tolhildanê ya mirovên me yên di komkujiyên Dersim û Zîlanê de şehîd bûn.

SERHAT

Hevrêyê me Serhat li Erzîromê li nava malbateke dilsozê nirxên Kurdîtiyê ji dayik bû, ku ev herêma me bûye yek ji hedefên sereke yên kiryarên faşîst ûn dewleta Tirk a qirker ku bi polîtîkayên asîmîlasyonê û şerê taybet dixwaze teslîm bigire. Ji ber bîr a kûr a dîrokî ya malbatê, têkoşîna gelê me ya ji bo azadiyê û berdêlên di oxira vê têkoşînê de hatine dayin, fêhm kir. Hîn di ciwantiyê de rûyê qirker ê dewleta Tirk a dagirker nas kir û ji bo hesabê komkujiyên li gelê me hatine kirin bipirse û polîtîkayên qirkirinê têk bibe, baweriya xwe bi wê anî ku divê bi rengekî çalak tevlî nava têkoşînê bibe.

Li ser vê bingehê, ti carî baweriya xwe bi xeyalên çareseriyê yên sexte yên dewleta Tirk a mêtinger neanî û sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû. Baweriya xwe bi wê anî ku çareserî bi xurtkirina şerê gerîla û têkbirina dijmin dibe. Lewma bi avantaja ku li Bakurê Kurdistanê gerîlatî kir, di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza. Hemû pîvanên gerîlatiyê bi xwe jiya, hîn bû, bi vî rengî bû xwedî tecrûbe. Hevrêyê me Serhat ku kesayetiya xwe ya xwezayî bi îdeolojiya Apoyî xurt kir, gavên girîng avêt û bû milîtanekî pêşeng.

AGIR PASÛR

Hevrêyê me Agir li navenda berxwedanê Amedê ku her tim pêşengî ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re kiriye, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Hevrêyê me ku li nava malbateke kedkar mezin bû, ji bo tevkariya madî li malbata xwe bike di nava karên cuda de xebitî. Di vê demê de zext û zordariya li mirovên me dît ên ku dixwestin bi nasnameya xwe ya Kurdîtiyê bi rûmet bijîn. Li hemberî polîtîkayên înkar, tunekirin û asîmîlasyonê yên dewleta mêtinger kete nava lêgerînê û hîn ji nêz ve partiya me PKK nas kir ku di zarokatiyê de navê wê bihîstibû. Hevrêyê me dît ku xeta Rêbertî hêza çareseriyê ye û feraseta azadiyê ya bi navenda civakê, rêya jiyana azad a ji bo parastina hebûna gelê me vedike û ji hingî ve bû şopdarê felsefeya Rêber Apo. Ji bo ciwanên Kurd ji bin bandora tarî û hilweşîner a sîstemê rizgar bike, tevlî nava karên ciwanan bû, bi kedeke mezin hişmendiyeke xurt da gelek ciwanên Kurd.

Hevrêyê me di karê xwe de enerjiyeke mezin afirand û sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû. Biryar da ku têkoşîna xwe êdî li çiyayên azad ên Kurdistanê bimeşîne. Hevrêyê me kete bin bandora germahî û samîmiyeta jiyana gerîla û têkiliyên hevrêtiyê yên jiyana nû ku PKK'ê afirandiye di şexsê xwe de şênber kir, li her devera ku lê ma hewl da van têkilliyan serwer bike. Meyla hevrêyê me ya li ser qada leşkerî û bi pisporbûna xwe ya li gelek qadan, di xeta gerîlatiya profesyonel de timî xwe kûr kir. Tevî ku berê birîndar bû li qada Metînayê kar kir û bi biryardarî xwest ku li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê dewam bike. Sala 2016'an li ser pêşniyara xwe derbasî qada Erzîromê bû û zû hînî vê qadê bû, mohra xwe danî binê pratîkeke xurt. Hevrêyê me Agir heta kêliya ku şehîd bikeve bê rawestan ked da, xebitî. Di têkoşîna xwe de em ê xwedî li bîranîna hevrêyê xwe Agir derkevin.

ANDOK MÛŞ

Hevrêyê me Andok li navçeya Gimgimê ya welatparêz a herêma Serhedê jid ayk bû ku ev herêm di dîroka berxwedanê ya Kurdistanê de bi xeta xwe ya rê nade dagirkeriyê û dagirkeran tê naskirin, her tim piştgirî da şerê ji bo parastina gelê Kurd. Hevrêyê me Andok bi çanda berxwedanê mezin bû û polîtîkayên qirker ên bêrehm ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê me ji nêz ve dît û li dijî dagirkeran timî bi hêrs bû.

Hevrêyê me ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir û ji nêz ve şopand, têgihişt ku bêyî berxwedaneke demdirêj û bi biryar, êrişên dagirkeriyê nikare bi temamî ji holê bê rakirin û li ser vê bingehê tevlî nava refên gerîla bû. Sala 2015'an ku konsepta tunekirina gelê me ji nû ve kete meriyetê, cihê xwe di nava refên grîla de girt û nîşan da ku helwesta ciwanên Kurd divê li dijî dagirkeriyê çawa be. Hevrêyê me bû xwedî şensê ku li cihê lê ji dayik bû û mezin bû gerîlatiyê bike. Ev avantaj jî di pratîka xwe de nirxand. Di nava şert û mercên herî giran de, di xeta şerê bi bandor ê li dijî dagirkeran û di jiyana şoreşgerî de ti carî tawîz neda. Tevlî gelek çalakiyan bû derbên giran li dagirkeran xistin. Hevrêyê me Andok ku bi xeta hevrêtiyê ya PKK'ê, bi rastiya şehîdan û Rêbertî dilsoz bû, ji bo têkoşîna şoreşê ya şehîdên me bi ser bixîne bênavber xebitî û di çarçoveya pêwîstiyên serdemê de bi xurtî û temamî tevlî bû. Hevrêyê me Andok di têkoşîna me ya li ser xeta serketinê de wê timî rêya me ronî bike.

Hevrêyên me Dogan, Serhat, Agir û Andok bi jiyan û berxwedana xwe nirxên mezin tevlî nava têkoşîna me ya azadiyê kirin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."