HPG: Em hevrêyên xwe Arjîn û Zinar bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê 2 gerîlayên li Çelê û Herekolê şehîd bûn bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd ên leheng bi serketinê tacîdar bikin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

"Tebaxa 2019'an li bejahiya gundê Aşutê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şer qewimî. Di vî şerî de hevrêya me Arjîn bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me ya şehîd bûye wiha ne:

Nasnav: Arjîn Kurdistan
Nav paşnav: Şukran Kizilaslan
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Zelîha-Reşît
Dem û cihê şehadetê: Tebaxa 2019 / Çelê

Hevrêya me Arjîn li Sêrtê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû, bi detanên lehengiyê û berxwedanê yên şehîdên me yên leheng mezin bû. Ji Rindexanan heta Arjîn Garzanan, hevrêya me Arjîn Kurdistan bi kevneşopiya jinên Kurd ên azad, berxwedêr û serhildêr mezin bû û di kesayetiya wê de jineke xurt şênber bû. Ji bo tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bibe, wezîfeyên xwe yên pêşengiyê bi cih bîne û bibe jineke pêşeng a tevgera jinên azad a Apoyî, li herêma Xerzanê ya Bakurê Kurdsitanê tevlî nava refên gerîla bû. Dema ku tevlî bû, navê fermandara me ya mezin a jinê Arjîn Garzan li xwe kir û li Xerzanê meşa li ser xeta şehîdan ji xwe re kir esas. Hevrêya me Arjîn heq ji zor û zehmetiyên gerîlatiya li Bakur derket û bi îradeyeke mezin derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêya me Arjîn ku bi coş û moraleke mezin meşa xwe ya gerîla dewam kir, ji bo vegere Xerzanê cihê ku tevlî bû û pêşengiyê ji berxwedanê re bike, her tim hewl da û bi israr dikir. Ji bo vê jî li perwerdeyan, di îdeolojiya Rêber Apo de kûr bû, di xeta jinê ya azad de şareza bû û di rê û rêbazên gerîlatiya demê de profesyonel bû. Li her herêma ku lê ma, bi coş, rûkekî û ji dil bi hevrêtiya xwe tevlî jiyanê bû, wezîfeyên xwe yên milîtaniya fedayî bêdudilî bi cih anî. Hevrêya me Arjîn bi tevlîbûna xwe ya milîtaniya fedayî ya Apoyî û bi ruhê bilind ê teslîm nabe yê ji Rindexanan heta Arjîn Xerzanan, li sekna jina Kurd a azad, di têkoşîna gelê Kurdistanê û jinên Kurd de bû çavkaniya sûdwergirtinê û di rêya serketinê de wê rêya me ronî bike.

Di daxuyaniya xwe ya 2'ê Kanûna 2020'î de me ragihandibû ku 28'ê Îlona 2020'î qada Deriyê Doxana ya herêma Çiyayê herekolê yê Sêrtê bi balafirên şer bi giranî hate bombekirin, piştre operasyonê dest pê kir û li vê derê 5 hevrêyên me şehîd bûn. Di daxuyaniya xwe de me ragihandibû ku em ê agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyê me Zinar piştre bi raya giştî re parve bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye:

Nasnav: Zinar Rengîn
Nav paşnav: Yûsûf Esmer
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Salîha-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Îlona 2020'î / Herekol

Hevrêyê me Zinar li Mêrdînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, ku ev herêm yekem cih e ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê lê girseyî bû û serhildanên destpêkê yên li dijî mêtingeriyê lê rû dan. Hevrêyê me Zinar bi bandora malbat û civaka li dora xwe, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas kir û tevlî gelek karî bû.

Hevrêyê me Zinar karakterê faşîst ê dewleta Tirk a mêtinger, qirker baş analîz kir, têgihişt ku dewleta Tirk bi îradeya xwe pirsgirêka Kurd çareser nake û tenê bi têkoşîneke mezin ev zîhniyeta faşîst ji holê dikare bê rakirin. Hevrêyê me Zinar ku pê hesiya, polîtîkayên bi navê 'çareseriyê' hatin pêşkêşkirin xapandine, tevî komek ji hevalên xwe di sala 2013'an de tevlî nava refên gerîla bû û nîşan da ku qada bingehîn a têkoşînê ji bo ciwanên Kurd, çiyayên Kurdistanê ye.

Hevrêyê me Zinar ku di jiyana xwe ya gerîlatiyê de bi coş û moraleke mezin tevlî kar bû, li qadên herî giran ên têkoşînê bêteredût û bi fedakarî tevlî bû, ruhê têkoşînê yê demê bi awayê herî baş bi cih anî.

Di heman demê de ji bo fêhmkirina îdeolojiya Rêber Apo gelekî hewl da û fêhm kir ku tenê bi vê îdeolojiyê dikare gavên mezin biavêje. Hevrêyê me Zinar ji ber vê yekê girîngiyeke mezin dida perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî û derbasî qada Botanê bû ku gelekî bi hesreta wê bû. Bû yek ji pêşengên berxwedana li dijî artêşa Tirk a dagirker.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên leheng em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd ên leheng bi serketinê tacîdar bikin."