HPG: Em hevrê Mazlûm bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê Mazlûm Tekdag ê ji ber êrişa hewayî şehîd bû bi rêzdarî bi bîr anî û diyar kir, "Bi coş û rûmeta xwe ya gerîla û şoreşgeriyê ji bo hevrêyên xwe bû 'Çiya'yek."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

"1'ê Cotmeha 2019'an di êrişeke hewayî ya artêşa TC a dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hevalê me Mazlûm (Mazlûm Tekdag) şehîd bû. Agahiyên li ser nasnameya hevrê Mazlûm ê şehîd bû wiha ne:

Nasnav: Mazlûm Jiyanda

Nav paşnav: Mazlûm Tekdag

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Aysel-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Cotmeha 2019'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrê Mazlûm ku neferekî leheng ê êkoşîna me û ewladekî hêja yê gelê me bû û tevlî karwanê şehîdan bû, bi jiyan û sekna xwe çîrokeke mezin li pey xwe hişt. Malbata Tekdag di salên 1990'î de pêşengên gel ji nava xwe afirand. Hevrê Mazlûm ku neferekî wê malbatê bû, hîn di zarokatiya xwe de bû mexdûrê êş û zilma li Kurdistanê, hem jî bû şagirtekî baş ê kevneşopiya têkoşîn û berxwedanê. Li Amedê ku qadeke dijwar a têkoşînê ye, ew di nava gel de têkoşiya, li gel berdêlên giran ên ji bo hevrêyên xwe bû sembola biryardariya ji bo azadiyê. Li ser vê bingehê salên dûr û dirêj di nava karên ciwanan de bi rola pêşengiyê rabû. Ji bo ciwan li ser xeta şoreşgerî xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin kedeke mezin da. Li gel temenê xwe yê ciwan li ser zemîna Demokratîk Siyasî, bû kadroyekî pêşeng ê têkoşîna demokrasiyê û lêgerîna li azadiyê ya gelê Kurd. Her tim bi bîra xwe ve anî ku serketin bi têkoşîn û berxwedanê, bi şervaniya vê xetê dibe.

Ji bo hevrê Mazlûm; berxwedana li dijî zilmê, berdêla ji bo vê berxwedanê û wêrekiya vê yekê, şertekî bênîqaş ê şoreşgeriyê bû. Ji ber vê yekê li zindanan jî ala vê yekê hilda. Hevrê Mazlûm kevneşopiya Zindana Amedê baş têgihiştî bû, bêteredût bedena xwe da ber mirinê.

Hevrê Mazlûm ev kevneşopiya têkoşînê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê veguherî rêbazeke jiyanê û armanceke mezin. Ji bo hevrê Mazlûm; berxwedan, têkoşîn û serketina li ser vê bingehê yekane rê bû. Çawa ku li zemîna ku têdikoşiya ev derfet ji holê rabûn, kengî rejîma Tirkiyeyê ya faşîst û paşverû tasfiye û tepisandin li ser şoreşgerên berxwedêr ferz kir, wê demê tercîha xwe ya pîroz afirand û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Çiya ku mala rastî û dostê heqîqî yê Mazlûm bûn, 'Mazlûm ê ciwan', 'Mazlûm ê me', 'Mazlûm ê Amedî' ku bi salan nas dikir, bi germahî hembêz kir.

Mazlûm ji bo çiyayên Kurdistanê bû hevrêyekî baş. Li çiyayên Kurdistanê li dijî sîstema paşverû ya faşîst a Tirkiyeyê, veguherî kadoreykî pêşeng ê bi pîvan û bi wêrekî têkoşîna radîkal dikir. Hevrê Mazlûm ku her roj hîn bêhtir li çiyê dibû gerîla, li ser vê bingehê di demeke kurt de veguherî kadroyekî pêşeng ku mîsyonên krîtîk hilda ser milê xwe.

Hevrê Mazlûm bi kenê xwe yê ji dil, bi tevlîbûna xwe ya bêhesab û bêfikar, bi baweriya xurt a ji xwe ya di demên herî zehmet de, bi sekna xwe ya têkoşerî û berxwedêriyê ya li hemberî pirsgirêkan, bi tecrûbe û danheviya xwe, bi coş û rûmeta xwe ya gerîla û şoreşgerbûnê ji bo hevrêyên xwe her tim bû 'Çiya'.

Hevrê Mazlûm; ji me hevrêyên xwe re, ji her kesên ku bi hev re têkoşiyan, ji kadroyên ciwanan ên ku bi hev re derb li dijmin xist, ji hevalên xwe yên li qada siyaseta demokratîk, ji berxwedêrên li zindanan bi hev re li ber xwe dan, ji dayikên Kurdistanî yên destê wan maçî dikir û serê xwe danî ser çoka wan, ji zarokên Kurdistanî yên şîret li wan dikir, çîrokeke dagirtî ya bi têkoşînê hişt. Ev çîrok ji me re vedibêje, ku serketin bi berxwedanê dibe û ji bo vê jî pêwîstî bi wêrekî û berdêlan heye û mizgîniya serketinê dide.

Li ser vê bingehê em ji malbata hêja ya hevrê Mazlûm û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza serxistina ala têkoşînê ya şehîdan didin."