HPG’ê têkildarî êrîşên hewayî û dagirkeriyê agahî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî tevgera dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker a li ser xaka Başûrê Kurdistanê agahî da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BİM) bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî tevgera dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker a li ser xaka Başûrê Kurdistanê agahî da.

HPG’ê di daxuyaniyê de ev tişt got;

“Tevgera dagirkirinê ya artêşa TC’ê ya dagirker a li dijî herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome. Hêzên dagirker roja 13’ê Tîrmehê saet 19:40’an û 14’ê Tîrmehê saet 01:00’an bi balafirên şer û helîkopteran herêma Şehîd Berîtan, Girê Şehîd Ahmed û Şikêrê Spî bombe kir. Bi bombebaranê re hêzên dagirker bi helîkopterên Skorskye leşker danîn Şikêrê Spî û Girê Şehîd Ahmet û ev xak dagir kirin.

Çapemeniya şerê taybet ê Tirk bi vê pêvajoyê re halanên serfiraziyê diavêje û propagandaya operasyonekî duyemîn dike. Artêşa TC’ê ya dagirker ku hemû pêvidiyên teknolojiyê seferber kiriye û bê navber çiyayên Kurdistanê bombebaran dike her çirkeyê bi berxwedana gerîla re rû bi rû dimîne. Artêşa TC’ê ya dagirker ku her rojê derbeyê ji gerîla dixwe, binketina xwe berevajî dike û destpêkirina operasyonekî nû servîsî raya giştî dike. Hêzên dagirker ên ku bi girtina çend giran difikire ku hakimyet bi dest xistine lê bi vekirî xuya dike ku bandoriya gerîla ya li eraziyê wê bersiva herî xurt were dayîn û derbeyên giran li dewleta TC’ê ya dagirker were xistin.

Di van êrîşan de tiştek bi hêzên me nehatiye.

Roja 14’ê Tîrmehê (Îro) saet 00:30’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li herêma Kesta ya herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê bombebaranê de tiştek bi hêzên me nehatiye.”