HPG’ê têkildarî çalakiyan daxuyaniyek da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGP’ê ragihand ku li ser rêya Cizîr-Şirnex, Lêlîkan û Geverê li dijî hêzên dagirker çalakiyên ‘bi bandor’ lidarxistine.

Li gorî daxuyaniya navenda HPG’ê dayîn, li ser rêya Cizîr-Şirnexê 2 otobusên li nava konvoya leşkerî hatin rûxandin, li herêma Lêlîkan a Başûrê Kurdistanê jî li dijî du çeperên dagirkeran çalakî hatin kirin û li Geverê jî wesayîteke zirxî bi temamî hate rûxandin.

LI SER RÊYA CIZÎR-ŞIRNEX LI DIJÎ KONVOYÊ ÇALAKÎ

HPG’ê têkildarî çalakiyan ev agahî da:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de roja 26'ê Tîrmehê saet 21:30'î, hêzên me li dijî konvoyeke artêşa TC a dagirker ku ji Şirnexê diçû Cizîrê çalakiyek pêk anîn. 2 otobusên di konvoyê de bi derbên giran ên hêzên me bi temamî hatin rûxandin. Di vê çalakiyê de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin, lê hejmara zelal a leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê rê li trafîkê girt û elektrîka herêmê bi temamî birî. Termên leşkerên xwe û yên birîndar bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakir.

LI LÊLÎKANÊ JI DU BASKAN VE ÇALAKÎ

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan;

26'ê Tîrmehê saet 14:20'î li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyek pêk anîn. Ji du baskan ve derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

LI GEVERÊ WESAYÎTA ZIRXÎ HATE RÛXANDIN

27'ê Tîrmehê saet 04:40'î, li nêzî qereola Şive ya li bajarokê Bajergeh ê navçeya Geverê ya Colemêrgê, hêzên me li artêşa TC a dagirker a li nêzî girekî xistin. Di encamê de wesayiteke zirxî hate rûxandin. Hejmara leşkerên mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê termên leşkerên xwe û yên birîndar bi wesayitên zirxî ji herêmê derxist.”

Her wiha HPG’ê bibîr xist ku 25'ê Tîrmehê saet 10:40'î, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Satê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê barandin.