HPG’ê têkildarî çalakî û şerê li Amedê daxuyanî da

HPG’ê ragihand ku di şerê li Amedê de 4 kontra û 3 leşker mirine, 3 kontra jî birîndar bûne. HPG’ê diyar kir ku di şer de 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şer û çalakiyên di navbera 3 û 6’ê Nîsanê de yên li Amedê daxuyanî da:

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

 “Roja 3’ê Nîsanê saet di 16:40’an de hêzên me li nêzî gundê Hacana yê di navbera qereqola Milika û navçeya Pasûrê ya Amedê de li dijî yekîneyeke kontra çalakî li dar xist. Di çalakiyê de bi serketî li wesayîta kontra hate xistin û 4 kontra hatin kuştin, 3 kontra jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker kontrayên mirî û birîndar ji herêmê birine û piştre operasyonek da destpêkirin. Leşkerên ku bi piştgiriya balafirên keşfê derketin operasyonê jî hêzên me li dijî wan çalakiyek sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de qasî hate tespîtkirin leşkerek hate kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Operasyona ku paş ve vekişiyayî roja 5’ê Nîsanê li herêma Şehîd Navdar û Şehîd Kawa bi berfirehî dewam kir.

Roja 6’ê Nîsanê saet 12:30’an de li herêma Çiyayê Lîs yê Pasûrê di navbera hêzên me û leşkerên dagirker de şer qewimî. Di şerê sing bi sing de 2 leşker hatin kuştin, bi dehan leşker û kontra birîndar bûn. Piştî şer artêşa Tirk a dagirker kuştî û birîndarên xwe ji herêmê derxist. Artêşa Tirk a dagirker ku bi bejahî nikare pêş ve biçe, di heman rojê di saet 14:30’an de bi gelek helîkopteran herêm bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 hevrêyên me şehîd bûn. Di roja 8’ê Nîsanê de danê sibê operasyona dagirkeriyê paş ve vekişiya.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Reşît Agirî
Nav û Paşnav: Tûncay Sînoglû
Cihê Jidayikbûnê: Agirî
Navê Dayik -Bav: Bîrgul – Mehmet Şakîr
Cih û Dema Şehadetê: Amed/ 6’ê Nîsana 2018’an

Nasnav: Şervan Azadî
Nav û Paşnav: Omer Kaya
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Gulseher - Resûl
Cih û Dema Şehadetê: Amed /  6’ê Nîsana 2018’an