HPG’ê têkildarî çalakî û operasyonan daxuyanî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakî û operasyonên li Colemêrg û Şirnexê daxuyanî da.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

LI COLEMÊRGÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ ‘YEKÎNEYA VEŞARTÎ’

Di 12’ê Îlonê de artêşa Komara Tirkiyeyê dagirker li Şemzînanê li taxên Şapatan, Êlde, Bêtto û Meydanê qedexeya derketina derve îlan kiriye û li vê herêmê kemîn daniye. Yekîneyên veşartî yên artêşa Komara Tirkiyeyê dagirker di navbera Gever û Şemzînanê jî ji bo ewlekariya konvoyên leşkerî kemîn daniye.

Di 12’ê Îlonê de saet di 20.10’an de yekîneyeke veşartî ya dijmin dema xwe ji Girê Harûnayê berdidan ser rê, hêzên me teqemeniya ku berê li vê derê bi cih kiribû, bi wan ve teqandiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Piştî çalakiyê qereqola Durê bi obus û hawanan li qadê daye.

LI GEVERÊ BOMBERDÛMAN

Artêşa Komara Tirkiyeyê dagirker di 10’ê Îlonê bi firfirokên hewayî yên bêmirov li Tepê Qale, Tepê Havan, Tepê Duzenleme û Tepê Laşêr ê herêma Cîlo ya Geverê operasyonek daye destpêkirin. Di 10-11’ê Îlonê de bi balefir, helîkopter, obus û hawanan qad bomberdûman kirine.

Artêşa Komara Tirkiyeyê dagirker di 12’ê Îlonê saet di 02.00’an de Tepê Qale, Tepê Havan û Tepê Duzenleme bi helîkopteran bomberdûman kiriye û leşker bera qadê daye. Operasyona li qadê hê jî didome.

LI QADA SUMBULÊ OPERASYON

Di 11’ê Îlonê de artêşa Komara Tirkiyeyê dagirker bi firfirokên hewayî yên bêmirov qada Sumbulê bi obus û hawanan, Girê Berxa û Girê Kolonkaya jî bi balefirên şer bomberdûman kiriye. Hêzên dagirker piştre jî ji helîkopteran xwe bera Girê Berxa û Girê Kolonkayayê dane. Operasyona li qadê hê jî didome.

LI ŞIRNEXÊ OPERASYON

Artêşa Komara Tirkiyeyê dagirker di 10’ê Îlonê de li qada Mişarê ya Çiyayê Gebarê li Çiyayê Sûskê, Çiyayê Aynê, Devkê û Dêrahûtê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên dagirker bi obus û hawanan li qadê daye û agir bi qadê ketiye.

Operasyon di 10’ê Îlonê de bêyî ku encamekê werbigire, bi paş ve hatiye kişandin.

Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di 10’ê Îlonê de li gundên Hîlal, Mijîn û Şîrîşê ya Qilebanê ya Şirnexê operasyonek daye destpêkirin.

LI QILABANÊ ÇALAKÎ: 2 LEŞKER BIRÎNDAR BÛN

Di heman rojê de hêzên me li dijî operasyona li qada Deriyê Kera, Otîjî û Derkê Mijînê di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Serdem û Şehît Nûdem de çalakiyek li dar xistiye. Hêzên me di navbera gundên Mijîn û Hîlalê de yekîneyeke dijmin kirine hedef û li wan dane. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên dijmin birîndar bûne.

Hêzên dagirker leşkerên xwe bi wesayîtên sîvîl ji qadê derxistine û operasyon di 11’ê Îlonê de bêyî ku encamê werbigire bi paş ve hatiye kişandin.