HPG'ê şehîdên Heftanînê bi bîr anî -NÛ BÛ

HPG'ê 5 gerîlayên sala 2017'an li Heftanînê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Em soza xwe dubare dikin ku mîrateya berxwedanê ya ku ji me re hiştine bi serketinê tacîdar bikin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehîdên Heftanînê ev agahî parve kir:

"2017'an meha Çileyê li herêma Heftanînê di êrişên dewleta Tirk a dagirker de hevrêyên me Serhed, Nûman; Mîrhat, Agît û Bager şehîd bûn. Di salvegera şehadeta wan de van hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku mîrateya berxwedanê ya ku wan ji me re hiştine bi serketinê tacîdar bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Serhed Wan
Nav paşnav: Vedat Abî
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Kiymet-Veysî
Dem û cihê şehadetê: Çileya 2017 / Heftanîn

Nasnav: Nûman Lîce
Nav paşnav: Cengîz Das
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Pakîze-Kamîl
Dem û cihê şehadetê: Çileya 2017 / Heftanîn

Nasnav: Mîrhat Ronî
Nav paşnav: Ahmet Abîş
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Muhteber-Cevdet
Dem û cihê şehadetê: Çileya 2017 / Heftanîn

Nasnav: Agît Bagok
Nav paşnav: Mehmet Çakan
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Ferha-Suleyman
Dem û cihê şehadetê: Çileya 2017 / Heftanîn

Nasnav: Bager Baz
Nav paşnav: Cuneyt Alma
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Şefîka-Mehmet Emîn
Dem û cihê şehadetê: Çileya 2017 / Heftanîn

SERHED WAN

Hevrêyê me Serhed li bajarê kevnar ê Serhedê li Wanê ji dayik bû ku vî bajarî bi sekna xwe ya bi biryar a li nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, berxwedan bilind kir. Ji ber ku welatparêziya malbata xwe ya ji eşîra Gewda û bi bandora gerîla ya li ser tevahiya Kurdistanê, partiya me PKK nas kir. Hevrêyê me Serhed xwe deyndarê gelê me dît û sala 2013'an tevlî nava refên gerîla bû. Bi dilê xwe yê pak û bi kesayetiya xwe ya ji dil li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirinê. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, di kesayetiya xwe de guhertinên girîng çêkir û coş û kelecana xwe gihandina cewhera xwe jiya. Bi perwerdeyê re rûyê rast ê sîstema kapîtalîst a ku mirovan dike kole û rastiya dewleta Tirk a ku amûreke vê sîstemê ye nas kir. Li hemberî vê yekê her wiha ziman, çand û dîroka xwe, cewhera xwe bêhtir nas kir, têgihişt. Hevrêyê me Serhed ku girîngiyeke mezin dida têkiliyên hevrêtiyê, her wim bû lêgerînerekî jiyaneke bi wate. Baweriya xwe bi wê anî ku vê yekê jî tenê dikare bi hevrêyên xwe re bi jiyaneke komunal ava bike û bi eşqeke mezin tevlî nava vê jiyanê bû. Bi vê sekna xwe bû milîtanekî bi mînak ji hevrêyên xwe re.

NÛMAN LÎCE

Hevrêyê me Nûman li navçeya Licê ya Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, ku ev navçe bi sekna xwe ya bi rûmet a li dijî dijmin tê naskirin û malovanî ji damezrandina partiya me re kir. Ji ber jidayikbûn û mezinbûna li Licê partiya me PKK ji nêz ve nas kir û bû sempatîzanê wê. Polîtîkayên qirkirinê yên ku dijmin li dijî gelê me dimeşîne ti carî qebûl nekir û her tim têkoşiya. Hevrêyê me Nûman ne tenê pêvajoya şoreşê ya li Bakurê Kurdistanê şopand, her wiha têkoşînên li herêmên din ên Kurdistanê jî ji nêz ve şopand. Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êriş birin ser Kobanê, gihîşt wê baweriyê ku yekane rêya têkoşîna li dijî dijmin, têkoşîna çekdarî ye û bi vê têgihiştinê tevlî nava refên gerîla bû. Bi avantaja ku li Bakurê Kurdistanê dest bi gerîlatiyê kir, di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza û ji bo ji aliyê îdeolojîk, leşkerî û hunerî ve xwe bi rengê herî baş perwerde bike û erk û berpirsyariyên serdemê hilde ser milê xwe û bibe fermandarek derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Bi perwerdeya ku ji vê derê wergirtî partiya me baştir nas kir, di kesayetiya xwe de guhertinên girîng afirand û bû milîtanekî baş ê Apoyî. Hevrêyê me Nûman ku taybetmendiya wî ya kedkar her tim li pêş bû, bi fedakariya xwe li her qadê pêşengî ji jiyanê re kir. Li herêmên Metîna û Heftanînê gerîlatî kir û dema ku êrişên dewleta Tirk a mêtinger ên ji bo qirkirinê dest pê kir, pê hesiya ku têkoşîneke xurt dest pê kiriye û li gorî cidiyeta vê pêvajoya nû bû xwedî tevlîbûnekê. Li dijî êrişên dijmin berê xwe da serketinê, tevlî gelek çalakiyên serketî bû û bû yek ji hîmên bingehîn ên rêya serketinê.

MÎRHAT RONÎ

Hevrêyê me Mîrhat li navçeya Elbak a Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku derdora wî welatparêz bû, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas kir. Li dijî kiryarên faşîzan ên dijmin ên li ser gelê me, li hemberî dijmin her roj bû xwedî hêrseke mezin. Bi têgihiştina ku vê hêrsa xwe veguherîne têkoşîneke rêxistinbûyî, sala 2015'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Di nava PKK'ê de destpêkê kete bin bandora têkiliyên hevrêtiyê û bi hezkirin û hurmeteke mezin bi hevrêtiyê ve hate girêdan. Bi saya qîmetê ku dida têkiliyên hevrêtiyê li her qadê bû hevrêyekî pêşeng. Bû aşiqê çiyê û kete bin bandora azadkirinê ya çiyê. Hevrêyê me Mîrhat ku meraqa wî gelekî li ser gerîlatiyê bû, hewl da her detayên gerîlatiyê hîn bibe û fêhm bike. Dİ heman demê de hewl da ku di felsefeya Apoyî de ya ku nirxên li Kurdistanê hemû afirandiye xwe bi pêş bixîne û taybetmendiyên milîtaniya Apoyî di kesayetiya xwe de ava bike. Hevrêyê me Mîrhat li pêşberî hevrêyên xwe timî ji dil bû û bi kesayetiya xwe ya dilnizm bû milîtanekî Apoyî yê mînak, cihê xwe di nava lehengên nemir ên Heftanînê de girt.

AGÎT BAGOK

Hevrêyê me Agît li Mêrdînê li nava malbateke welatparêz û dilsozê çanda xwe ji dayik bû. Ji ber welatparêziya derdora xwe hevrêyê me Agît timî muxalîf bû û hîn di ciwantiya xwe de hewl da bibe hêza çareseriyê ji pirsgirêkên li derdora xwe re. Li ser vê bingehê dema ku diçû zanîngehê tevlî nava karên siyasî yên komên çep bû, lê belê dît ku ev têkoşîn têra têkbirina dijmin nake û tevlî nava karên ciwanan ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bû. Hevrêyê me Agît demeke dirêj di karên ciwanan de xebitî, di vê pêvajoyê de Rêber Apo û têkoşîna li Kurdistanê baştir fêhm kir. Dema ku ev kar kir bû xwedî tecrûbeyên mezin û vê demê rastiya dijmin baştir fêhm kir û biryar da ku di kîjan astê de têkoşîneke bi bandor li dijî dijmin bimeşîne. Hevrêyê me Agît ji bo bibe bersiv ji hesreta azadiyê ya gelê me û ji ber heqareta dijmin a li cenazeyên gerîlayan, di sala 2013'an de biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Dema ku li nava refên gerîla bû ji bo pêkanîna bîranînên hevrêyên şehîd bi her awayî têkoşiya û di demeke kurt de bû milîtanekî pêşeng. Di nava gerîla de kete bin bandora têkiliyên hevrêtiyê û li çiyayên Kurdistanê ku hîmên jiyaneke nû têne danîn bi sade û hevrêtiya xwe ya bêhesab rengê xwe da vê jiyana nû û bû parêzvan û şervanekî xurt ê vê jiyana nû ya azadiya jinê û civaka demokratîk.

BAGER BAZ

Hevrêyê me Bager li Şirnexê li yek ji qadên girîng ên berxwedana Kurdistanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi çanda qedîm a Botanê mezin bû û mîna çiyayên Botanê bû kesayetekî serhildêr ê dihate hezkirin. Dema ku dijmin bi mejiyekî talanker û kujer êriş bir ser xwezaya Kurdistanê bi taybetî jî Botanê, hevrêyê me Bager kete nava lêpirsînê. Piştre jî ev lêpirsîna xwe kûr kir û rastiya dijmin baştir fêhm kir û siyaseta qirkirinê ya dijmin a li dijî gelê me têgihişt. Hevrêyê me Bager mîna her ciwanekî Kurd ê bi rûmet li dijî vê siyasetê dest bi têkoşînê kir û beşdarî nava karên ciwanan bû. Dema ku karên ciwanan dikir, di dema Berxwedana Xwerêveberiyê de ku dijmin bi komkujiyan êrişî gelê me dikir, gihîşt wê baweriyê ku bersiva herî baş a li dijî dijmin tevlîbûna li nava refên gerîla ye û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Bager ku tecrûbeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li qadên Amed û Erzîromê wergirt, piştre derbasî Başûrê Kurdistanê bû û li herêmên Metîna û Heftanînê gerîlatî kir. Bi taybetî dema ku li herêma Heftanînê bû di asta pêşengiyê de tevlî gelek çalakiyan bû. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar di nava hevrêyên xwe de bû cihê hezkirinê û her tim bi dilnizmî jiya. Hewl da hêjayî hevrêyên xwe yên şehîd, Rêber Apo û gelê xwe bibe.

Hevrêyên me Serhed, Nûman, Mîrhat, Agît û Bager li Heftanînê di şerê bêeman ê dijî mêtingeriya Tirk de bi wêrekiya xwe bûne milîtanên bi mînak ên Apoyî. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."