HPG'ê şehîdên Derya Reş û Wanê bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 4 gerîlayên li Derya Reş û Wanê di sala 2016'an de şehîd bûn bi bîr anî û got, "Ji bo azadiya gelê me ti carî xwe ji fedakariyê venegirtin û heta kêliya dawî têkoşîneke bêhempa meşandin."

"30'ê Îlona 2016'an li bajarê Ordûyê di dema operasyona dijmin de şerekî giran qewimî bû û di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatibûn cezakirin. Di vî şerî de hevrêyên me Baxtiyar, Agît û Celal ên ku demeke dirêj li herêma Derya Reş gerîlatî kirin, heta kêliya dawî bi îradeya Apoyî şer kirin û şehîd bûn. Hevrêyên me ku agahiyên li ser nasnameya wan zelal bûn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Baxtiyar Botan
Nav paşnav: Erol Kûrt
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Seherbaz-Îsmet
Cih û dema şehadetaê: 30'ê Îlona 2016 / Derya Reş

Nasnav: Agît Serhat
Nav paşnav: Mehmet Yildiz
Cihê jidayikbûnê: Erzîrom
Dayik-Bav: Ayşe-Mecîd
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Îlona 2016 / Derya Reş

Nasnav: Celal Mêrdîn
Nav paşnav: Abdulcelîl Alpaydin
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Ayfer-Yûsûf
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Îlona 2016 / Derya Reş

4'ê Gulana 2016'an li herêma Wanê di êrişên dewleta Tirk a qirker ên ji bo dagirkeriyê de hevrêyê me Andok Argeş şehîd bû. Hevrêyê me Andok ku bi wêrekî û fedakariya xwe milîtanekî Apoyî yê mînak bû, di salvegera şehadeta wî de bi rêzdarî û minetdarî wî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wî teqez bi serketinê tacîdar bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Andok wiha ne:

Nasnav: Andok Argeş
Nav paşnav: Serdar Atsiz
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Aliye-Bûrhan
Dem û cihê şehadetê: Sibata 2016 / Wan

 BAXTIYAR BOTAN

Hevrêyê me Baxtiyar li navçeya Payîzava ya Wanê ji dayik bû, li nava malbat û derdoreke welatparêz mezin bû. Bi çanda welatparêziyê û exlaqa civakî ya eşîra Giravî mezin bû. Ev yek jî bû sedem ku karakterekî dilsozê bi nirxên bingehîn, welat, gel û civaka xwe re bi hevrêyê me Baxtiyar re çêbibe. Her wiha tevgera azadî û hebûnê ya gel zû nas kir, hestên welatparêziyê di dilê wî de şîn bûn û kete nava lêgerîna vê yekê. Lewma zû bi berprisyariyên xwe yên civakî hesiya û mîna her ciwanekî Kurd ê bi rûmet kete nava lêgerîna têkoşînê. Di encama vê lêgerînê de sala 2003'an biryar da tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bibe û hat çiyayên Kurdistanê. Ji aliyekî ve li ser bingeha îdeolojiya Apoyî xwe perwerde û kûr kir, li aliyê din jî di gerîlatî û hunera leşkerî de xwe şareza kir. Li çiyê tevlîbûneke bi kedkarî û fedakarî kir, li herêmên Zap û Xakurkê kar kir. Lê belê ev hemû ji bo xwe têrker nedît û ji bo îdîa û asta xwe ya tevlîbûnê mezin bike beşdarî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû. Piştî ku perwerdeya xwe ya li vê derê qedand, bi mîsyona fedaîtiyê weke milîtanekî Apoyî wezîfeyên hîn bi bandor xwest. Hevrêyê me Baxtiyar ku baweriyeke mezin dida derdora xwe, bi vê sekn û rêbaza xwe wezîfeyên gelekî girîng bêkêmasî bi cih anî. Lê belê hevrêyê me Baxtiyar qîma xwe bi vê yekê jî neanî, ji bo bibe xwedî serketinên hîn mezintir hewl da biçe Bakurê Kurdistanê û li vê derê derbê li dewleta Tirk a qirker bixe. Xewn û xeyala wî ya herî mezin ew bû ku xwe bigihîne çiyayên Kurdistanê, li vê derê hesabê Seyîd Riza, Besê, Alîşêr, Zarîfe, Geliyê Zîlan û hesabê bi dehan komkujiyên din ji dijmin bipirse. Qirkirina li gelê Kurd hate kirin ti carî ji bîr nekir û bi kîn û hêrseke mezin tevgeriya. Bi vê têgihiştina dîrokî sala 2010'an berê xwe da çiyayên Dersimê. Di rêwîtiyê de gelek bêşensî bi serê wî ve hat, lê belê ti carî ji armanca xwe venegeriya û piştî du salan xwe gihand Dersimê. Piştî ku gihîşt Dersimê ji bo wî rêwîtiya ber bi Derya Reş ve dest pê kir, weke şopdarekî Hakî Karer û Kemal Pîr têkoşîna xwe li Derya Reş meşand. Rêwîtiya hevrêyê me Baxtiyar ji Derya Reş dirêjî Koçgîrî bû û bênavber dewam kir. Li her qada ku lê ma hewl da têkoşînê mezin bike û Şerê Gel ê Şoreşgerî bi rengekî bêeman bimeşîne. Di nava şert û mercên herî giran de beşdarî çalakiyên ku derbên giran li dagirkeran dixist, bû. Hevrêyê me Baxtiyar di bawerî, îrade, biryardarî, daxwaza têkoşînê ya Apoyî û pîvanên jiyanê yên PKK'ê de ti carî tawîz neda û bû fermandarekî mînak ê bi sekna radîkal. Sekna wî ya sade, dilnizm, fedakar û wêrek kir ku li her qadê bibe hevrêyekî li pêş çavan. Ji fermandarên me yên fedayî hevrê Baxtiyar li qadên ku derfet lê herî kêm bûn û şert û merc gelekî giran bû 7 salan bêteredût meşiya. Heta kêliya ku şehîd bikeve ji vê sekn û tevlîbûna xwe tawîz neda wê weke fermandarekî mînak ê ku têkoşîna me mezin kir tevlî nava artêşa şehîdên nemir ên Kurdistanê bû.

AGÎT SERHAT

Hevrêyê me Agît Serhat li navçeya Horasanê ya Erzîromê ji dayik bû. Tevî ku li nava malbat û derdoreke welatparêz mezin nebû jî bala wî timî li ser pirsgirêkên civakî bû. Di dema ciwantiyê de kete nava lêgerînan, tevlî gelek derdoran bû, lê bersiv ji lêgerîna xwe re nedît. Di heman demê de bi keda xwe li ser piyan ma û hewl da jiyana xwe bi xwe bimeşîne. Vê rewşê kir ku hevrêyê me Agît kedê baştir nas bike, rewşa mirovên xizan fêhm bike û ji cewhera rast a sosyalîzmê bawer bike. Dema ku welatparêzên Kurdistanê nas kir û qadên bi bandora jiyana PKK'ê dît, rêbaza jiyanê, nêzîkatî, têkiliyên hevrêtiyê, exlaq û pîvanên sosyalîst ên rastî yên PKK'ê bala wî kişand. Jiyana Apoyî ya ku bala wî kişand, hîn bêhtir lêkolîn kir û tevlî bû. Di demeke kurt de bû welatparêz, bû Kurdekî ku nasnameya xwe û hişmendiya xwe nas kir. Yek ji sedemên naskirina tevgera Apoyî weke karakterê serhildêr ê mirovên Erzîromê pênase kir. Bi taybetî di pêvajoya komploya navneteweyî de nêta rastî ya hêzên komploger û xefika ku xwestin gelên me bixin nav zû dît û weke bersiva li vê yekê tevlî karên şoreşgerî bû. Her ku kar kir jiyana Apoyî baştir nas kir, û tempo û asta xwe ya tevlîbûnê zêde kir. Nêzî 5 salan li metropolan kar kir û gelek wezîfe bi rengekî serketî bi cih anî. Ji ber ku pîvanên PKK'ê û hevrêtî di kesayetiya xwe de baş da rûniştandin bandor gelek mirovan kir û kir ku tevlî nava refên PKK'ê bibin. Hevrêyê me Agît bawer dikir ku Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an divê hîn bêhtir bê mezinkirin û sala 2005'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Ji ber ku milîtanekî Apoyî yê demeke dirêj kar kiribû, li nava refên gerîla zêde zehmetî nekişand, aliyên xwe yên leşkerî zû bi pêş ve bir. Li çiyê jî her wezîfeya jê re dihate dayin hewl da bi cih bîne û ji bilî serketinê pîvaneke din li xwe neanî. Her tim pêşniyar û israr dikir ku li Bakurê Kurdistanê têbikoşe û Şerê Gel ê Şoreşgerî bimeşîne. Di encama vê israrê pêşniyara wî hate qebûlkirin û sala 2010'an derbasî herêma Dersimê bû. Her tim dixwest li herêma Derya Reş gerîlatiyê bike, li vê derê derbê li dijminê mêtinger bixe û Şerê Gel ê Şoreşgerî mezin bike. Bi vê armancê piştî Dersimê berê xwe da Derya Reş û li vê herêmê dest bi gerîlatiyê kir. Di nava şert û mercên herî giran ên gerîlatiyê de hevrêyê me Agît li Derya Reş demeke dirêj kar kir. Li vê derê bi kedeke mezin derbên giran li dagirkeran xist. Di nava tevgera Apoyî de bû yek ji wan milîtanan ku li Derya Spî di gerîlatiyê de bû efsane. Sala 2016'an di şerê dijî artêşa Tirk a mêtinger de bi lehengî şer kir, milîtaniya leheng a Apoyî di asta herî bilind de temsîl kir û bi vî rengî şehîd ket. Hevrêyê me Agît bi pratîka xwe ya bi mînak a ji gelek herêmên Kurdistanê heta Derya Reş, bi sekna xwe ya milîtaniya Apoyî wê ji hevrêyên xwe re her tim bibe rêber.

CELAL MÊRDÎN

Hevrêyê me Celal li navçeya welatparêz Kerboran a Mêrdînê ji dayik bû. Hevrêyê me Celal ku li nava malbateke welatparêz mezin bû, piştre neçar ma ku tevî malbata xwe koçî metropolên Tirkiyeyê bike. Tevî ku li Tirkiyeyê mezin bû ti carî dest ji çanda Kurd, dilsoziya bi nirxên civakî û welatparêziyê berneda. Li dibistanên dewleta Tirk bi serketî xwend, bilind jî bû lê belê her ku ji aliyê hişmendî ve têgihişt, fêhm kir ku ev dibistan navendeke asîmîlasyonê ye û terikand. Ji bo bersivê bide dijminê qirker, ji bo karibe di têkoşîna azadiyê ya gel de erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne kete nava lêgerînê. Hevrêyê me Celal weke ciwanekî Kurd ê bêteredût, bêtirs û fedakar, destpêkê weke milîsekî kar kir. Lê belê piştî demekê ev asta xwe ya tevlîbûnê têrker nedît û di sala 2012'an de ku asteke girîng a Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî bû, li herêma Dersimê tevlî nava refên gerîla bû. Li nava şert û mercên herî giran ên gerîlatiya bakur dest bi pratîkê kir, ti zor û zehmetî nas nekir û bi îradeya milîtaniya Apoyî astengî ji holê rakir. Di nava mercên pratîkê û şerê giran de xwe xurt kir. Li herêma Dersimê gelek wezîfeyên cuda kir û hemû jî bi rengekî serketî bi cih anî. Bi taybetmendiya xwe ya ciwan û dînamîk, li her qadê çalak bû, ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya kelecan, coş û moralê. Bi yek ji fermandarên efsanewî yê Dersimê hevrêyê me Atakan Mahîr re têkoşiya û gelek tişt jê hîn bû. 24'ê Tîrmeha 201'an dema ku dewleta Tirk a qirker jinûve li dijî gel û tevgera me dest bi êrişa topyekûn kir, hevrêyê me Celal jî got 'Dem dema pêngavên şoreşgerî ye' û derbasî herêma Derya Reş bû. Her tim dixwest li herêma Derya Reş gerîlatiyê bike û ti carî dest ji vê armanca xwe berneda. Ji xwe hevrêyê me Celal dema nû tevlî bû navê hevrêyê me Celal Başkale li xwe kir, ku yek ji fermandarên nemir ê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû ku li Derya Reş destan afirand û li ser şopa wî meşiya. Hevrêyê me Celal derbasî herêma Derya Reş bû û li wê derê pratîkeke serketî meşand. Hevrêyê me Celal bi sekna xwe, bi şêweyê tevlîbûnê û îradeya xwe ya xurt hêzeke mezin da. 30'ê Îlona 2016'an li Ordûyê di şerê dijî hêzên dewleta Tirk a mêtinger de bi lehengî şer kir û tevlî nava artêşa şehîdan ên nemir bû. Ew jî mîna hevrêyê me Celal Başkale li Derya Reş gerîlatî kir û bi vê serbilindiya mafdar weke lehengekî destanî cihê xwe di nava dîroka têkoşîna me de girt.

ANDOK ARGEŞ

Hevrêyê me Andok li bajarê Wanê yê Kurdistanê ku deriyê xwe li gelek gelan vekiriye ji dayik bû. Li bajarê Wanê ku bi çand û kevnşeopiya xwe tê naskirin şahidî ji gelek berxwedanan re kir û cihê xwe di nava vê berxwedanê de girt. Hevrêyê me Andok bi vê çanda berxwedanê mezin bû û ev yek di kesayetiya xwe de afirand. Hîn di zarokatiyê de polîtîkayên qirker ên dijmin ên li ser gelê Kurd fêhm kir. Weke ciwanekî Kurd ev zilma li gelê Kurd tê kirin qebûl nekir. Ji bo têkbirina polîtîkayên qirkirinê yên dijmin, baweriya xwe bi wê yekê anî ku pêwîstî bi têkoşîneke rast û bi bandor heye. Dît ku ev têkoşîn jî tenê li nava refên PKK'ê dibe. Hevrêyê me Andok li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kuridstanê. Sala 2015'an li Eyaleta Wanê dest bi gerîlatiyê kir û bi bandora jiyana gerîla bi fedakariyeke mezin xwedî li wezîfe û erkên xwe yên demê dekret. Bi taybetî sala 2015'an piştî ku dijmin agirbest xera kir û dest bi şer kir, polîtîkaya qirêj a dijmin baştir fêhm kir û ji bo azadiya Rêber Apo bêrawestan têkoşîna xwe hîn bi bandor dewam kir. Di nava gerîla de kete pey wê yekê ku hevrêtiya rast, meşa rast a li ser etê û milîtaniya Apoyî ya rast divê çawa be. Hevrêyê me Andok ku di her kêliya jiyanê de tiştên nû hîn bû, wate da vê yekê. Bû milîtanek ku ji bo Rêbertî, gel û welatê xwe bikeve bin her barî.

Hevrêyên me Baxtiyar, Agît, Celal û Andok ji bo azadiya gelê me xwe ji ti fedakariyê nedan alî, heta kêliya dawî bi rengekî bêhempa têkoşiya û di vê oxirê de şehîd bûn. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."