HPG'ê nasnameya gerîlayên li Geverê şehîd bûbûn, eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-BİM) nasnameyên gerîlayên ku 24 û 25'ê Tîrmehê li Geverê şehîd bûbûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-BİM) nasnameyên gerîlayên ku 24 û 25'ê Tîrmehê li Geverê şehîd bûbûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BİM) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya gerîlayên ku 24 û 25’ê Tîrmehê li Geverê di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, eşkere kir.
Daxuyaniya HPG’ê wiha ye;
"Roja 24’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya dagirker bi pêşengiya kontrayê bi navê Serdar Şahîn li herêma Geliyê Êlê yê navçeya Gever a Colemêrgê operasyon da destpê kirin. Heman rojê di navbera hêzên me û leşkerên dagirker de şer derket. Di vî şerî de 3 hevreyên me li dijî dijmin bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.
Roja 25’ê Tîrmehê saetên sibê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker herêm bombebaran kir. Di vê bombeberanê de 3 hevreyên me şehîd bûn.
Nasnameyên hevreyên me yên şehîd wiha ne;
Nasnav: Helbest Gever |
Helbest – Ladiye Acar
Nasnav: Hogir Colemerg |
Hogir – Ahmet Dayan
Nasnav: Serhildan Kamûran |
Serhildan – Sûat Sayilgan
Nasnav: Ronahî Zevkan |
Ronahî – Leyla Polat
Nasnav: Serhildan Serdar |
Serhıldan – Mehmet Toker
Nasnav: Zîn Farqîn |
Zîn – Ferîhe Başkaleme
Di vê operasyonê de teknîkeke zêde hatiye bikaranîn û di navbera hêzên dagirker û gerîlayên me şer çêbûye. Di van şeran de 6 rêhevalên me yên qehreman derbên giran li dijmin dane û heta fîşekên xwe yên dawîn şer kirine.
Tevgera PKK’ê di vî şerî de bûye qehremaniyên destanî. Vî giyanê ku ji çiyayan heta bajaran mezin bûye, bûye ruhê milîtanên Apoyî. Em rêhevalên xwe Helbest, Hogir, Serhildan, Kamûran, Ronahî, Serhildan Serdar û Zîn di vî berxwedana li çiyayên Kurdistanê ya şerê li dijî dewlete Tirk a dagirker bi hurmet bi bîr tînin û malbatên rêhevalên me yên hêja di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê Kurdistana Azad ava bikin a ku îdeala şehîdên me ne."