HPG'ê nasnameya şehîdên Dersimê eşkere kir

HPG'ê nasnameya 8 gerîlayên ku 5'ê Kanûnê li Dersimê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em soz didin ku tola hevrêyên xwe teqez hilînin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker destpêka meha Kanûnê li Dersimê dest bi operasyonên berfireh kir. Di navbera hêzên me yên gerîla yên li qadê û dagirkeran de şer qewimî. Li sêgoşeya Gamir, Balîka û Nenkanê ya herêma Pilurê, di encama şerê giran de 8 hevrêyên me yên bi lehengî şer kirin, şehîd bûn. Dewleta Tirk a dagirker her çend ragihandibe ku di vî şerî de leşkerekî Tirk ê dagirker hatibe cezakirin jî hejmara dagirkerên hatine cezakirin gelekî zêdetir e.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Mûnzûr Dersim
Nav paşnav: Cîhan Soylemez
Cihê jidayikbûnê: Dersim
Dayik-Bav: Bezî-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Kanûna 2021 / Dersim

Nasnav: Veroz Mûnzûr
Nav paşnav: Çagla Yeleser
Cihê jidayikbûnê: Dersim
Dayik-Bav: Gultaze-Celal
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Kanûna 2021 / Dersim

Nasnav: Nûda Karker
Nav paşnav: Guler Karaer
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Hazal-Marûf
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Kanûna 2021 / Dersim

Nasnav: Baz Colemêrg
Nav paşnav: Nevzat Demîr
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Meryem-Abdulvahît
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Kanûna 2021 / Dersim

Nasnav: Jînda Gabar
Nav paşnav: Mîhrîban Ata
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Binevş-Ramazan
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Kanûna 2021 / Dersim

Nasnav: Rojîn Xweza
Nav paşnav: Hasret Ulger
Cihê jidayikbûnê: Semsûr
Dayik-Bav: Zeynep-Kemal
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Kanûna 2021 / Dersim

Nasnav: Şervan Partîzan
Nav paşnav: Nîmet Arşîmet
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Besiya-Fevzî
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Kanûna 2021 / Dersim

Nasnav: Azad Wan
Nav paşnav: Akîf Bedir
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Gulten-Bayram
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Kanûna 2021 / Dersim

 

MÛNZÛR DERSIM

Hevrêyê me Mûnzûr li Dersim-Pulurê li nava malbateke welatparêz a ji çanda berxwedêr a Dersimê ji dayik bû. Ji zarokatiyê ve ji mezinên xwe li çîrokên der barê Komkujiya Dersimê guhdarî kir. Vê yekê kir ku hevrêyê me Mûnzûr bibe xwedî hêrseke mezin. Hîn di zarokatiyê ve rastiya dijmin fêhm kir û li dijî dijminê qirker bala xwe çû ser têkoşîna bi pêşengiya partiya me PKK'ê. Piştre di dema xwendina lîseyê de tevlî gelek karî bû, ji aliyê rêxistinî ve jî bû xwedî tecrûbeyê. Di dema xwendina zanîngehê de karên xwe dewam kir û vê demê rastiya Rêbertî, têkoşîna partiya me ya li dijî qirkirinê baştir fêhm kir û ji bo bibe parçeyek ji têkoşînê sala 2008'an tevlî nava refên gerîla bû.

Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, şêweyê jiyana komunal a xwe dispêre sosyalîzma demokratîk a PKK'ê destpêkê bala wî kişand û gelekî kete bin bandora vê yekê. Heta ku derbasî qada Dersimê bibe, heta sala 2011'an li gelek qadên Başûrê Kurdistanê gerîlatî kir. Hem ji aliyê îdeolojîk hem jî ji aliyê leşkerî ve bi hewldaneke awarte xwe perwerde kir û bi pêş ve bir. Ji bo tecrûbeyên xwe bixe meriyetê her tim pêşniyar kir ku derbasî Bakurê kUrdistanê bibe û li dijî dewleta Tirk a qirker timî li refên herî pêş şer bike. Hevrêyê me Mûnzûr sala 2011'an ku dijmin li hemberî gerîla bêçare ma û zilm û komkujî li gelê me kir, vê carê bi moral û kelecaneke mezin weke gerîlayekî azadiyê berê xwe da warê ku lê ji dayik bû. Hevrêyê me Mûnzûr ji bo serketina Şerê Gel ê Şoreşgerî bû xwedî pratîk û sekneke bi îdîa. Li qada Dersimê bi ked û kesayetiya xwe ya fedakar gihîşt heta asta wezîfeya fermandariya herêmê, ji bo vê berpirsyariya xwe bi cih bîne her tim kûr bû, hewl da. Li herêma Dersimê tevlî gelek çalakiyên serketî yên li dijî dijmin bû û kîn û hêrsa xwe ya li dijî dewleta Tirk a mêtinger bi rengê herî bi wate nîşan da, berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelê me yê ku hate qirkirin, bi vî rengî hewl da bi cih bîne. Hevrêyê me Mûnzûr ku dilê xwe bi hezkirina xak, mirov û hevrêtiyê tijî û dagirtî bû, her kêliya xwe bi dilsoziya bi Seyîd Riza, Alîşer û Besêyan, bi dilsoziya bi hevrêyên me Baran û Atakan, bi dilsoziya bi şehîdên Kurdistanê derbas kir û her tim hewl da hêjayî şehîdan be.

VEROZ MÛNZÛR

Hevrêya ma Veroz li Dersim-Pulurê ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz û kedkar mezin bû. Malbata hevrêya me Veroz li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên dijmin, çanda xwe parast. Ji ber ku ji kevneşopiyeke şoreşger û dij bi sîstemê dihat, kesayeatiya hevrêya me Veroz jî bi vî rengî ava bû. Hevrêya me Veroz hîn di zarokatiyê de hem rastiya dijmin baş fêhm kir, hem jî di şexsê gerîlayên Kurdistanê de têkoşîn û berxwedana dîrokî ya li dijî dijminê qirker fêhm û nas kir. Vê berxwedana ku bi pêşengiya Rêber Apo û partiya me tê meşandin, bala hevrêya me Veroz kişand û xwe nêzî partiya me kir. Her wiha Têkoşîna Azadiyê ya Jinê ku bi pêşengiya partiya me PAJK'ê tê meşandin û pêşketina şoreşgerî ya ku vê têkoşînê di nava civaka Kurd de afirand bala hevrêya me Veroz kişand. Sempatîzatiya wê di dema xwendina zanÎngehê de veguherî şoreşgeriya çalak û êdî dest bi têkoşîna li dijî dijmin kir. Di dema xwendina Zanîngeha Enqereyê de bi karên xwe yên şoreşgerî yên serketî bandoreke mezin li ciwanên zanîngehê kir. Bi taybetmendiyên xwe yên çalak, kedkar û bi însiyatîf di demeke kurt de gihîşt wê astê ku pêşengiyê ji karên ciwanan û çapemeniyê re bike. Lewma bala dijmin jî kişand û hate girtin.

Piştî ku demekê li zindanê hate girtin, gihîşt wê baweriyê ku têkoşîna herî bi bandor a li dijî dijminê qirker tenê li çiyayên Kurdistanê bi gerîlatiyê dibe. Sala 2013'an berê xwe da çiyayên Mûnzûrê û li xaka ku lê ji dayik bû û ked da, vê carê weke gerîlayeke azadiyê dest bi têkoşînê kir. Ne xerîbê jiyana çiyê û gerîla bû, lewma di demeke kurt de hîn bû. Hevrêya me Veroz bi saya taybetmendiyên xwe yên lêgerîner û çalak, di kesayetiya xwe de pêşketinên mezin pêk anî. Bi taybetî bi taybetmendiya xwe ya fêhmkirin û bicihanînê, di Îdeolojiya Rizgariya Jinê de ya Rêber Apo xwe kûr kir û di nava tevahiya jiyanê de weke jineke azad beşdarî têkoşînê bû. Ji ber ku li Dersimê tevlî nava refên gerîla bû û li qadeke weke Bakurê Kurdistanê ku şer lê giran e tecrûbeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê wergirt, hevrêya me Veroz di mijara hunera leşkerî de jî gelekî kûr bû. Tevlî gelek çalakiyên serketî yên li dijî dijmin bû û kûrbûna xwe xiste pratîkê, bû fermandareke pêşeng a YJA Starê. Herî dawî bi wezîfeya Fermandariya YJA Starê ya herêma Pulurê tevdigeriya. Bi kesayetiya xwe serhildêr û sekna xwe ya biryardar, bû bersiv ji qîrîna bi sedan jinên Kurd re yên ku di Komkujiya Dersimê de ji bo nekeve destê dijmin xwe ji zinaran avêtin û bû yek ji milîtanên pêşeng ên nasnameya jin a azad.

JÎNDA GABAR

Hevrêya me Jînda li yek ji metropolên Tirkiyeyê li Mûglayê, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêya me Jînda ku li nava malbateke welatparêz mezin bû, tevî ku li metropolên Tirkiyeyê mezin bû jî polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me dimeşîne ji nêz ve şopand. Bêedaletiya li dijî jinê tê kirin jî ti carî qebûl nekir. Her timî kete nava lêgerînan, di encamê de jî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Ji bo têkoşîneke hîn bi xurtî bimeşîne biryar da ku tevlî nava refên PKK'ê bibe.

Hevrêya me Jînda ku sala 2012'an tevlî nava partiyê bû, ji wekheviya li nava jiyana gerîla bi bandor bû. Bi daxwaz û biryardariyeke mezin têkoşîna xwe dewam kir. Bi perwerdeyê de di Îdeolojiya Azadiya Jinê de pêşketinên mezin pêk anî. Li çiyayên Kurdistanê li Zagrosan û Garê xebitî. Ji aliyê leşkerî ve perwerdeya sekvaniyê wergirt û di sekvaniyê de xwe bi pêş ve bir. Sala 2013'an pêşniyar kir ku ji bo karibe di Şerê Gel ê Şoreşgerî de hîn çalak be derbasî herêma Dersimê bibe û derbasî vê qadê bû. Bi dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo Û şehîdên me yên pîroz, bi kedkariya xwe ya di pratîkê de timî li pêş bû.

BAZ COLEMÊRG

Hevrêyê me Baz li Colemêrgê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Li gundê ku lê mezin bû, dewleta Tirk timî zext, êşkence û zilm li mirovan dikir. Ji ber vê yekê jî rastiya dewleta Tirk a faşîst qirker zû nas kir. Li nava eşîra Pinyanîşê ya welatparêz bi dilsoziya bi nirxên civakî yên Kurd mezin bû. Ji ber ku ji malbata wî tevlîbûn li nava partiya me hebû û hinek jê şehîd ketin, vê yekê kir ku hevrêyê me Baz hîn di zarokatiyê de bala xwe biçe ser gerîla. Hevrêyê me Baz bi hestên welatparêziyê mezin bû, tevlî nava Tevgera Ciwanên Apoyî bû û 6 salan kar kir. Weke yek ji pêşengên tevgera ciwanan sala 2011'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Baz ku bi hişmendiyeke bilind, biryardarî û bi îdîa tevlî nava refên gerîla bû, destpêkê li qada Heftanînê gerîlatî kir. Li vê derê di hevrêtiya PKK'ê de kûr bû, hişmendiya Apoyî ya mîna deryayekê ya PKK'ê fêhm kir û xwe ji nû ve nas kir. Hervêtiya fedayî ya li nava PKK'ê ji xwe re kir hîmê bingehîn ê jiyanê. Li qadên Heftanîn, Qendîl û Zagrosê piştî ku kar kir, gerîlatiya serdema nû ji xwe re kir esas û kete nava kûrbûneke leşkerî û îdeolojîk û xwe ji gerîlatiya Bakur re amade kir. Ji bo siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk a faşîst qirker li Dersimê têk bibe, ji bo li çiyayên Dersimê mîrateya berxwedanê ya Seyîd Rizayan dewam bike û ji bo şerê gel ê şoreşgerî bixe meriyetê sala 2014'an derbasî qada Dersimê bû. Li qada Dersimê 7 salan weke fermanderekî pêşeng wezîfe kir. 5'ê Knaûnê li Dersimê tevî 7 hevrêyên xwe di şerê dijî hêzên dewleta Tirk ên dagirker de bi lehengî şer kir û şehîd bû.

NÛDA KARKER

Hevrêya me Nûda li navçeya Elbakê ya Wanê ku bajarekî welatparêz ê Kurdistanê ye, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Jİ zarokatiya xwe ve PKK nas kir û têkoşîna azadiyê ji nêz ve şopand. Zilma ku dijmin li gelê Kurd dike qebûl nekir û ji hezaran gerîlayên leheng ên ku bi fedfayî li çiyayên Kurdistanê li dijî dijmin şer kirin û şehîd bûn, bi bandor bû. Hevrêya me Nûda bi taybetî tundî û zexta li dijî jinê ya li nava sîstemê ti carî qebûl nekir. Bi tevlîbûna li nava refên PKK'ê xwest nîşanî derdora xwe bide ku jin divê çawa têbikoşe û biryar da ku ji boa zadiya gelê Kurd tevlî bibe.

Sala 2008'an tevlî nava refên gerîla bû û fêhm kir ku ji bo têkoşînê rêya herî rast hilbijartiye. Weke jinekê gerîlatiya li çiyayên Kurdistanê ji bo wê bû mîna nirxekî mezin. Li çiyê bi coşa azadiyê erk û wezîfe hemû ji dil bi cih anî. Hevrêya me Nûda di Îdeolojiya Azadiya Jinê de kûr bû û ev yek jî bi sekna xwe di nava jiyanê de nîşan da. Li çiyayên Kurdistanê li gelek herêman wezîfe kir û sala 2014'an ji ber êrişên giran ên DAÎŞ'ê jib o parastina gelê me yê Başûrê Kurdistanê bi fedakariyeke mezin berê xwe da Kerkûk û Mexmûrê. Bi taybetmendiyên xwe yên pratîkî pêşengî ji hevrêyên xwe hemûyan re kir. Herî dawî sala 2016'an ji bo di taktîka gerîla ya serdema nû û Şerê Gel ê Şoreşgerî de bi roleke çalak rabe bi pêşniyara xwe derbasî Dersimê bû. Hevrêya me Nûda ku di taktîka sabotajê de xwe bi pêş ve bir, di jiyanê de bi taybetmendiyên xwe yên cewherî û bi durustiya xwe bû milîtaneke Apoyî ya mînak.

ROJÎN XWEZA

Hevrêya me Rojîn li Semsûrê li nav malbateke welatparêz û dilsozê çanda Elewî mezin dibe. Ji ber Kurdbûn û Elewîbûna malbatê êrîşên asîmîlasyon û qirkirinê yên dijmin zêdetir dîtiye. Lê malbata hevrêya me Rojîn li dijî van êrîşan berxwedan ji xwe re kiriye esas; ti caran ji çanda Elewî û welatparêziya Kurdistanê bi paş ve gav neavêtiye. Hevrêya me Rojîn jî ku ev xasetên malbatê ji zaroktî ve pê re çêbûne, bûye xwedî xisleteke berxwedêr û heq ji zor û zehmetiyan derdikeve. Li gel Kurdbûn û Elewîbûnê ji ber ku jinbûna xwe jî hevrêya me Rojîn êrîşên dijmin dibîne, bawerî pê tîne ku ev êrîş encex bi têkoşînê ji holê rabin. Bi vê çarçoweyê dema ku zanîngehê dixwîne Rêbertî û partiya me nas dike, têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bandore li ser dike û sala 2014'an tevlî nav refên gerîla dibe.

Hevrêya me Rojîn ku ji Dersimê tevlî nav refên gerîla bûyî bi kelecaniya mezin zû hînî jiyana çiya û gerilayan bûye. Ji bo ku di nav şer de hînî gerîlatiyê bûye, ev jê re bûye avantajeke mezin, hemû perwerdehiya xwe kiriye nav pratîkê. Ji bervê di demeke kurt de bûye gerîlayeke jin a zîrek û pêşengî kiriye. Hevrêya me Roîn bi tevlêbûna nav gerîla, bi perwerdehiya Rêbertî rastiya jinê û rastiya xwe fêhm kiriye. Çawa ku xwe nas dike û fêhm dike, pir diguhere û dest pê dide nasnameya kesayata eazad bi xwe re biafirîne.  Hevrêya me Rojîn dema ku li Dersimê gerîlatiyê dike gelek hevrêyên hêja nas dike, piştî ku hevrêyên wê şehîd dibin ji bo ku layiqî wan bimîne hewl dide. Hevrêya me bi vê çarçoweyê hûr dibe, bi rengekî çalak tevlî gelek çalakiyan dibe ku derbê li dijmin dixin. Bi kesayata xwe ya jidil, bi hezkirin û dilsoziya li hevrêyên xwe kiriye ku hemû hevrêyên wê jê re hurmetdar bin û bi van xasetên xwe bûye kana moral û hêzê.

ŞERVAN PARTÎZAN

Hevrêyê me Şeran li Amed-Farqînê ku bi berxwedana xwe her demê pêşengiyê li Têkoşîna Azadiyê kiriye li nav malbateke welatprêz jidayik bûye. Ji ber welatparêziya malbatê û di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de berdêl dane hevrêyê me Şervan partiya me nas kiriye.  Xasma jî sala 2009'an piştî ku kurapê xwe şehîd dikeve, ev tesîreke zêde lê dike û dikeve nav liv û tevgerê. Bi vê çarçoweyê di serî de xebatên ciwanan li gelek qadan piştî ku xebatan didomîne li dijî êrîşên dijmin ku ji bo qira gelê me bîne 2015'an tevlî nav refan dibe.

Piştî ku ji qadên Amedê tevlî nav refand ibe bi 2 mehan hevrêyê me derbasî Dersimê dibe pratîka pêşî ya gerîlatiyê li vir dike. Hevrêyê me Şervan ji nêz ve êrîşên dijmin ên li ser gelê me yên dem Berxwedana Xwerêveberiyê dîtiye. Ji ber vê her demê lê geriyaye ku hesabê van komkujiyan ji dijmin bipirse. Bi vê çarçoweyê, bi  çarçoweya Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk ku bi pêşengiya şehîdên me pratîk bûye, hewl daye ku tim xwe pêş bixe. Bi vê çarçoweyê pir girîng daye pisporbûnê, teoriya ku di gerîlatiyê de bi dest xistî li dijî dijmin kiriye yek û bûye hevrêya me ku rastiya xwe û gotina xwe yek be.

AZAD WAN

Hevrêyê me Azad li navçeya Qelqelî ya Wanê jidayik Bûye. Li nav derdoreke welatparêz mezin bûye, hê di zaroktî de bi malbata xwe re koçî metropolên Tirkiyê kiriye. Dema ku hewl dide li metropolên Tirkiyê bi keda xwe bijî, her wiha hewl daye ku nasnameya xwe biparêze û asîmîle nebe. Hevrêyê me Azad ku dilxwazê Tevgera Azadiyê bû û bi hîsên welatparêziyê lê digeriya ku tim tiştinan bike, sala 2015'an piştî ku kurapê xwe şehîd dibe biryar li ser dide ku tevlî nav refên partiyê bibe. Hevrêyê me Azad ku li Bakurê Kurdsitanê tevlî nav refên gerîla bûyî, pir zû hînî jiyana gerîla bûye, zû pêş ketiye û tevlî pratîkê bûye. Di şertên Bakur de û di şertên giran ên şer de hem jiyana partiyê û hem gerîlatiyê hîn dibe, bi demeke kurt de dibe milîtanekî zîrek .Hevrêyê me Azad bi bawerî, vîn û biryardariya Apyoî hewl daye ku şerê şoreşgerî yê gel bi rengekî karîger geş bike û li çiyayên Dersimê alaya hebûna gelê Kurd û doza azadiyê bi rengekî birûmet li ba bike. Di jiyana têkoşîna ya 6 salan de heq ji gelek zor û zehmetiyan derdikeve.  5'ê Kanûnê li Dersimê li gel 7 hevrêyên xwe li dijî hêzên TC'ê yên dagirker di şer de bi lehengî şer dike û şehîd dibe.

Di serî de serê malbatên hêja yên hevrêyên me Munzur, Veroz, Nûda, Baz, Jînda, Rojîn, Şervan û Azad, ku li qada Dersimê bi kedeke mezin têkoşiyan û nasnameya berxwedêriya Dersimê bi şerê dijî dijmin bi layiqî bi cih anîn, serê hemû gelê me yê welatparêz sax be, em soz didin ku tola hevrêyên xwe hilînin.''