HPG'ê nasnameya gerîlayên li Werxelê bi çekên kîmyewî şehîd bûn eşkere kir

HPG'ê nasnasmeya 4 gerîlayên ku li Werxelê bi çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin şehîdxistin, eşkere kir. HPG'ê got, "Em soza xwe dubare dikin ku tola wan ji artêşa Tirk a xwînxwar hilînin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker ku nekarî ji êrişa dagirkeriyê ya berfireh a li ser Avaşîn, Metîna û Zapê encamê werbigire û têk çû, ji bo vê têkçûna xwe binixumîne çekên kîmyewî bi kar anî û li dijî mirovahiyê sûc kir, sûcê şer kir. Li dijî rêbazên şerê taybet ê qirêj ê dewleta Tirk di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de hevrêyên me Hêvîdar, Yerîvan, Binevş û Adil ên ku bi pêşengiya fermandarê fedayî hevrêyê me Cûmalî Çorûm li Werxelê bi îrade û fedakariya mezin şer kirin, destanên mezin afirandin û sekna lehengiyê nîşan dan. Hevrêyê me ku 4'ê Hezîranê dest pê kir û bi ruhê 14'ê Tîrmehê bi mehan li Werxelê li ber xwe dan, di encama bombardûmana bi çekên kîmyewî de ya ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve ku para xwe ji mirovahiyê wernegirtiye, di 10'ê Cotmeha 2021'ê de şehîd bûn. Bi baweriya ku berxwedan wê timî serketinê biafirîne em hevrêyên xwe yên leheng ên bi ruhê Apoyî şer kirin bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku tola wan ji artêşa Tirk a xwînxwar hilînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Hêvîdar Tirbespiyê
Nav paşnav: Ala Xidir Xelef
Cihê jidayikbûnê: Tirbespiyê
Dayik-Bav: Xerma-Xidir
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Cotmeha 2021 / Avaşîn

Nasnav: Yerîvan Kato
Nav paşnav: Makbûle Kiliç
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Adîle-Emîn
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Cotmeha 2021 / Avaşîn

Nasnav: Binevş Çiya
Nav paşnav: Sema Sumbul
Cihê jidayikbûnê: Erzîrom
Dayik-Bav: Gulten-Abdulhamît
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Cotmeha 2021 / Avaşîn

Nasnav: Adil Gabar
Nav paşnav: Yakûp Kizilaslan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Sakîne-Abdullah
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Cotmeha 2021 / Avaşîn

HÊVÎDAR TIRBESPIYÊ

Hevrêya me Hêvîdar li bajarê Tirbespiyê yê Rojava li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Malbata wê, dema ku Rêberê me li Sûriyeyê bû PKK nas kir û bû sempatîzanê partiya me. Ji ber vê yekê jî bû xwedî kevneşopiya welatparêziyeke kûr û di nava têkoşîneke xurt a azadiya welatê me Kurdistanê de mezin bû. Hevrêya me Hêvîdar jî ev kevneşopiya malbata xwe dewam kir û ji ciwantiya xwe ve tevlî nava karên cuda bû. Bi Şoreşa Rojava re firsend dît ku felsefeya Rêbertî û rastiya gerîla bêhtir ji nêz ve nas bike û bi bandoreke mezin sala 2013'an tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Hêvîdar tevlîbûna li nava refên gerîla weke 'destpêka jiyaneke nû û azad' pênase kir û bi vê ferasetê tevlî nava jiyana gerîla bû, di kesayetiya xwe de guhertinên girîng pêk anî. Ji bo fêhmkirina sîstema ku serweriya mêr ferz dike gelekî kûr bû û bi encamên ji vê kûrbûnê wergirtî ji bo bibe jineke azad gavên ji xwe bawer avêt. Li gel vê kûrbûnê her wiha di têkiliyên hevrêtiyê de kûr bû û bû hevrêyeke hêja ya hevrêyên xwe. Bi van taybetmendiyên xwe, taybetmendiyên milîtaniya YJA Starê di kesayetiya xwe de temsîl kir. Di qada leşkerî de jî xwe bi pêş xist û bû gerîlayeke azadiyê ya hevgirtî ku bi her awayî dikare şer bike. Piştî ku di têkoşîna xwe ya gerîlatiyê de gelek karên serketî pêk anî derbasî qada Avaşînê bû û bi vê derê re bû yek. Di her gava ku diavêt de hevrêyên ku li vê qadê beriya niha têkoşiyan anî bîra xwe û soz da ku xwedî li bîranîna wan derekve û li ser vê bingehê di xeta fedayîtiyê de tevlî bû. Piştî ku dijmin êrişî qadên berxwedanê yên Werxelê kir, hevrêya me Hêvîdar li refên herî pêş ên berxwedana dîrokî cihê xwe girt, tevlî gelek çalakiyan bû û bû yek ji wan hevrêyên me ku Werxelê kirine Kela Dimdimê ya vê serdemê. Artêşa Tirk a faşîst ku nikare têkçûna xwe ya li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê qebûl bike, dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir ku yek ji kiryarên herî hovane yên mirovahiyê ye. Di encama bikaranîna çekên kîmyewî de hevrêya me Hêvîdar şehîd bû û ji bo me hevrêyên xwe bû hinceta têkoşîneke hîn xurtir.

YERÎVAN KATO

Hevrêya me Yerîvan li navçeya Elkê ya Şirnexê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku cihê lê ji dayik bû û mezin bû yek ji navendên têkoşîna me ya gerîla ye, hevrêya me Yerîvan partiya me û gerîla ji nêz ve nas kir û bi bandora têkiliyên hevrêtiyê yên partiya me tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Yerîvan piştî ku tevlî nava refên gerîla bû bi karkeriya xwe û kesayetiya xwe ya xwezayî bal kişand ser xwe û ji bo xwe bigihîne pîvanên jin a azad timî hewl da xwe perwerde bike. Weke bersiva vê keda xwe taybetmendiyên milîtaniya Apoyî di kesayetiya xwe de bi cih kir. Di jiyana xwe ya gerîlatiyê de ku li Zagrosan dest pê kir li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi karên şoreşgerî dewam kir û wezîfeyên xwe hemû bi berpirsyariyeke mezin bi cih anî. Di heman demê de li Şengalê tevlî şerê li dijî faşîzma DAÎŞ'ê bû û bi navê mirovahiyê bû xwedî rûmeta şerkirina li dijî DAÎŞ'ê. Herî dawî jinûve li Zagrosan vegeriya û li Avaşînê tevlî berxwedana dîrokî ya li dijî mêtingeriya Tirk bû. Tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijmin hatin xistin û kîna xwe ya li dijî dijmin bi serxistina çalakiyan nîşan da.

BINEVŞ ÇIYA

Hevrêya me Binevş li navçeya Qereyazî ya welatparêz a Erzîromê di nava malbateke ku li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê berdêl daye, ji dayik bû. Ji ber vê taybetmendiya malbata xwe hevrêya me Binevş partiya me PKK ji nêz ve nas kir û weke her ciwanek û jineke Kurd a bi rûmet li hemberî êrişên qirker ên li ser gelê me bêdeng nema û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Demeke kurt piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, dema ku faşîzma DAÎŞ'ê êriş bir ser Şengalê, cihê xwe di nav akoma destpêkê ya gerîla de girt ku bi hawara xelkê me yê Êzidî yê li Şengalê ve çû. Hevrêya me Binevş di asta pêşengiyê de tevlî şerê dijî van çeteyan bû, tola jinên Êzidî ku koletî li wan dihate ferzkirin hilanî. Piştî ku li Şengalê di şer de bû xwedî tecrûbeyên mezin ên leşkerî bi biryara partiya me di sala 2018'an de ji nû ve li çiyayên Kurdistanê vegeriya û bi perwerdeya îdeolojîk bû fermandareke pêşeng a YJA Starê. Ji bo bicihanîna Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk a bi pêşengiya gerîlayên me yên YJA Starê, hevrê Binevş baweriya xwe bi wê anî ku divê di hunera leşkerî de bibe pispor û di vê çarçoveyê de xwe timî perwerde kir û bû fermandareke şareza. Ji sala 2020'î û pê ve li qada Avaşînê tevlî hemû pratîkan bû û di vê mijarê de bû xwedî kedeke mezin. Ji destpêka operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger û vir ve ku ji meha Nîsanê û pê ve li ser Başûrê Kurdistanê da destpêkirin, li herêma Avaşînê kar kir û herî dawî li qadên berxwedanê yên Werxelê tevlî şerê rûmetê bû. Tevî êrişên dijmin ên bi rêbazên li derveyî mirovahiyê di kevneşopiya berxwedanê ya Apoyî de kêliyekê jî tawîz neda û bi mehan tevî şerê giran weke fermandareke YJA Starê bi rola xwe rabû, heta kêliya dawî erka xwe bi cih anî û bû hinceta tolhildanê ji bo hevrêyên xwe.

ADIL GABAR

Hevrêyê me Adil li Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di temenekî zû de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir û weke gerîlayekî li ser bingeha bicihanîna xewn û xeyalên xwe yên azadiya gelê me tevlî nava refên têkoşînê bû.

Ji nêz ve şahidî ji hewldanên dejenerekirin û asîmîlekirina ciwanên Kurd re kir ku ji aliyê dagirkeran ve dihate kirin. Weke gelek gerîlayên ciwan li gelek qadên cuda ma û di demeke kurt de li ser xeta gerîlatiya pêşeng a Modernîteya Demokratîk bû pispor. Hevrêyê me Adil bû fermandar û di asta pêşengiyê de tevlî bû. Di gelek branşan de bû pispor û tiştên hîn bû hînî hevrêyên xwe kir. Bi zîrekiya xwe berê xwe da armancên herî zehmet û mohra xwe danî binê gelek çalakiyên serketî. Hevrêyê me Adil li dijî operasyona dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk a dagirker 23'ê Nîsanê da destpêkirin li qadên Mamreşo, Aris Faris, Dola Mara û herî dawî li qada bexwedanê ya Werxelê berxwedaneke dîrokî nîşan da. Li gel êrişên teknîkê yên dagirkeran bi kêliyekê jî teredût nekir û bi ser dijmin ve çû. Li gel êrişên bi çekên kîmyewî û gazên bi jehr ên dewleta Tirk a sûcdarê şer, bi îradeya Apoyî tevlî berxwedana bêeman a Berxwedêrên Werxelê bû û di dîroka berxwedanê ya gelê me de tevî hevrêyên xwe bû efsane. Hevrêyê me Adil bû milîtanekî mînak ku milîtanên Apoyî di nava şert û mercên herî giran de çawa bi îradeyê şer dikin û teslîmiyetê ti carî qebûl nakin û heta serketinê wê li ser xeta berxwedanê bimeşin. Bi rûkenî, kedkarî, fedakarî û sekna xwe ya fedayî wê timî weke banga serketinê bê bîra hevrêyên xwe.

Ji Berxwedêrên Werxelê ku navê vekirina rûpeleke nû di dîroka Kurdistanê ya bi berxwedêriya destanî ne hevrêyên me Hêvîdar, Yerîvan, Binevş û Adil weke mizgîniya serketinê ya gelê me ya li hemberî dewleta Tirk a qirker cihê xwe di hişê gelê me de girtin. Ev hevrêyên me yên hêja nûnerên leheng ên biryardariya di xeta fedayî ya Apoyî de ne. Em di destpêkê de ji malbatên wan ên hêja, ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin."