HPG’ê nasnameya gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûne eşkere kir
HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 gerîlayên li herêma Omeriya ya girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di encama şerekî dijwar de şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 gerîlayên li herêma Omeriya ya girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di encama şerekî dijwar de şehîd bûne eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 24’ê Tîrmehê dema ku li herêma Omeriya ya girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê yekîneyek wan rastî hêzên dijmin hatine, şer qewimiye û 3 gerîlayên wan şehîd bûne.
HPG’ê da xuyakirin ku di şerê 3 gerîlayên wan şehîd bûn de gelek leşker hatine kuştin û birîndarkirin. Dîsa HPG’ê got nasnameya gerîlayekî wan eşkere nebûye, dema diyar bû wê bi raya giştî re parve bike.
HPG’ê ev agahî parve kir:
“24’ê Tîrmeha 2018 saet 23:55’ê şevê dema ku yekîneyekî me li herêma Omeriya ya girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi erka xwe radibûn, rastî yekîneyek veşartî ya dijmin a li hermê tê û li vir şer rû dide. Di şerê bi saetan dom kir de gelek leşker hatin kuştin û birîndarkirin de, 3 hevrêyên me bi fedayî şer kirin û şehîd bûn. Ji hevrêyên me yên şehîd bûne nasnameya hevrê Karker û Diyar eşkere bûne, lê nasnameya hevrêyê me yê din dema hate eşkerekirin em ê bi raya giştî re parve bikin.
Di serî de sersaxiyê ji malbatên hevrêyên xwe yên bi ruhekî fedayî şer kirin û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Heta em daxwaz û hesreta hevrêyên xwe yên şehîd azadiya Kurdistanê pêk bînin, wê têkoşîna me bidome.”
Nasnameya gerîlayên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Diyar Qendîl
Nav û Paşnav: Xalîl Yîgît
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayîkê-Bav: Emîne – Ahmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Mêrdîn/ 24’ê Tîrmeha 2018
***
Nasnav: Karker Amanos
Nav û Paşnav: Selîm Damar
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayîkê-Bav: Rahîme-Seydo
Cih û Dîroka Şehadetê: Mêrdîn/ 24’ê Tîrmeha 2018