HPG'ê nasnameya gerîlayên di êrişa kîmyewî de şehîd bûn eşkere kir

HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên ku li Werxelê di êrişa kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn eşkere kir. HPG'ê got, "Di serî de dewleta Tirk, hêzên derve yên ku van çekên kîmyewî didin dewleta Tirk, ji vî sûcê li dijî mirovahiyê berpirsyar in."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Di daxuyaniya 9'ê Cotmeha 2021'ê de me ragihandibû ku dewleta Tirk a dagirker li qada berxwedanê ya Werxelê li dijî tunelên şer gazên kîmyewî bi kar aniye û 5'ê Cotmeha 2021'ê fermandarên me yên fedayî Cûmalî Çorûm, Çavrê Kamûran, Dilvîn Dalaho, Amara Cûdî û Mahîr Kop şehîd bûne.

Hêzên me li dijî operasyona dagirkeriyê ya berfireh ku 23'ê Nîsanê dest pê kir, di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de di nav şeş mehên derbasbûyî de destanên lehengiyê afirandin û bersiv dan dijminê faşîst. Di vê êrişa dagirkeriyê de bi taybetî ji 7'ê Hezîranê û pê ve li herêma Avaşînê li qadên Girê Sor û Werxelê berxwedan û têkoşîneke fedayiyane hate nîşandan. Hêzên me yê li van qadan, Girê Sor û Werxelê kirin qada mezin a berxwedanê û bi hostatiya taktîkên gerîla rê nedan dagirkeran. Di heman demê de derbên giran li dagirkeran xistin û kirin ku gelek kuştiyan bidin. Dest danîn ser gelek malzeme û teqemeniyên dagirkeran û li qada berxwedanê ya Werxelê bûn kelehek li pêşiya dagirkeran. Dagirkerên ku li pêşberî tîmên gerîla, çeperên şer û tunelên gerîla bêçare man, teknîka di destê xwe de hemû bi kar anîn. Bi balafirên şer û helîkopterên êrişê çar mehan bi rengekî bêeman êriş kirin. Piştî ku encam ji vê neyê nekarî bigirin, vê carê bi helîkopteran bi tonan TNT û teqemeniyên cuda danîn erdê û li van çeperan teqandin. Hêzên me bi sedan carî li dagirkeran xistin û pêşî li wan girtin.

Dagirkeran tevî ku gelek caran êriş kirin, ti encam negirtin û vê carê jî serî li rêbazên herî qirêj ên dîroka mirovahiyê dan; dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kirin. Dewleta Tirk bi binpêkirina qanûnên navneteweyî bi rengekî eşkere sûc kir. Ev sûcên dewleta Tirk ji aliyê gerîla ve dîmenên wê hate kişandin û bi belgeyan bi raya giştî re hate parvekirin. Piştî ku hêzên me êrişên bi gazên kîmyewî jî pûç kirin û berxwedan mezin kirin, artêşa Tirk a faşîst bi taybetî meha dawî bi kîmyasala bi cûreyê nû bombardûmaneke giran li hevrêyên me kir. Ev çeka kîmyewî dema ku diteqe li qadeke mezin belav dibe, dibe sedema xisareke mezin û zindiyên li derdorê hemûyan îmha dike. Di encama van bombardûmên bi çekên kîmyewî de li Werxelê 5 hevrêyên me şehîd bûn. Artêşa Tirk a tirsonek, bi rengekî namerdane û binpêkirina qanûnên şer ên navneteweyî hevrêyên me şehîd kir û bi vî rengî xwe serketî nîşan da û qirêjiya herî bêrûmet a dîrokê li rûyê xwe da. Di serî de dewleta Tirk hêzên derve yên ku ev çekên qedexekirî dane dewleta Tirk, ji vî sûcê li dijî mirovahiyê berpirsyar in. hêzên ku dengê xwe li vî sûcî dernaxînin û ji ber berjewendiyên xwe jinedîtî ve tên, hevparê vî sûcî ne.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Cûmalî Çorûm
Nav paşnav: Zeynel Erocagi
Cihê jidayikbûnê: Çorûm
Dayik-Bav: Mahsîme-Riza
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Cotmeha 2021 / Avaşîn

Nasnav: Çavrê Kamûran
Nav paşnav: Suheyla Kirmizitaş
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Safiye-Celal
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Cotmeha 2021 / Avaşîn

Nasnav: Dilvîn Dalaho
Nav paşnav: Rêzan Deraferîn
Cihê jidayikbûnê: Mêrîwan
Dayik-Bav: Necîm-Abdullah
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Cotmeha 2021 / Avaşîn

Nasnav: Amara Cûdî
Nav paşnav: Rojîn Ramazan
Cihê jidayikbûnê: Dêrîk
Dayik-Bav: Hukmiye-Mûhammed Saîd
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Cotmeha 2021 / Avaşîn

Nasnav: Mahîr Kop
Nav paşnav: Çetîn Çelîk
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Ayten-Rahmî
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Cotmeha 2021 / Avaşîn

CÛMALÎ ÇORÛM

Hevrêyê me Cûmalî li navçeya Mecîtozu ya Çorûmê li gundê Kayi li nava malbateke demokrat û şoreşger ji dayik bû. Zarokatiya xwe li nava gund derbas kir û taybetmendiyên civaka xwezayî ya ji serdema neolîtîkê û vir ve dewam dike, di kesayetiya xwe de vehewand. Hevrêyê me Cûmalî piştî ku dibistana seretayî li gund temam kir, lîse li Îzmîrê dewam kir. Di dema xwendinê de bala wî li derdorê bû û hewl da wateyê bide tevahiya jiyanê. Jiyana nava bajêr, taybetmendiyên jiyana kapîtalîst a dûrî hest û wateyê ji bo hevrêyê me Cûmalî bû nakokiyên destpêkê. Ji ber van nakokiyan, ji bo karibe cewhera xwe biparêze berê xwe da qadên çanda Elewîtiyê yên qedîm û bi vê wesîleyê gava destpêkê ber bi şoreşgeriyê ve avêt.  Piştre di sala 1993'an de dema ku dewleta Tirk li Sêwasê komkujî kir û bi dehan rewşenbîr qetil kir, li dijî vê yekê sekn nîşan da û dest bi karên şoreşgerî kir. Baweriya xwe bi wê anî ku sosyalîzm yekane rêya rizgariya ji bo mirovahiyê ye. Dema ku karên şoreşgerî meşand, sala 1995'an Rêber Apo û partiya me PKK nas kir. Bi bandora îdeolojiya Apoyî hîn bêhtir lêkolîn kir, xwe zane kir û li ser vê bingehê sala 1997'an bi rengekî çalak tevlî karên Gel ê Azad bû. Hem xwe zene kir hem jî gelên Tirkiyeyê zane kir û hewl da tevlî nava têkoşînê bike. Sala 1999'an di pêvajoya komploya navneteweyî de ji ber çalakiyên ku lidar xist hate girtin. Piştî çar mehên li zindanê, hêrs û hişmendiya xwe ya li dijî dijmin xurtir kir.

Di Tîrmeha 2002'an de bi daxwaz û israra xwe berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Weke gerîlayekî azadiyê biryar da ku têkoşîna sosyalîzm û şoreşgeriyê dewam bike û li ser vê bingehê tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku tevlî gerîla bû di demeke kurt de hestên şoreşgerî sosyalîst bi ruhê şer ê gerîla re kir yek û xwe gihand biryara bûyîna fedayiyekî. Li ser vê bingehê sala 2003'an tevlî nava rêxistiniya Hêzên Taybet a HPG'ê bû û jiyana xwe diyarî xeta fedayî kir. Hevrêyê me Cûmalî jmeşa şoreşgerî her tim bi rêbaza fedayî dewam kir, her tim tercîh kir ku li cihên herî zehmet têbikoşe û ji bo vê jî her tim berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Piştî ku li herêmên Qendîl, Behdînan û Xinêrê kar kir ji bo li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike, derbasî qada Bakur bû. Ji sala 2006'an heta sala 2011'an li herêma Gabarê, piştre jî li eyaleta Mêrdînê kar kir. Piştî ku di şerekî de birîndar bû derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û tedawî bû. Piştî ku tedawî bû ji bo di xeta fedayîtiyê ya gerîla de bibe pispor tevlî akademiyên leşkerî bû û bû fermandarek. Hevêyê me Cûmalî ku fermandarekî şareza bû, li vê derê bi sedan hevrêyên xwe yek bi yek perwerde kir û di gihîştina fedayiyên Apoyî de bû xwedî kedeke girîng. Her wiha bi hişmendiya xwe ya xurt û kesayetiya xwe ya pêşdîtî di bin sîwana Hêzên Taybet de rê li ber avabûna gelek branşan û gavavêtinên mezin ên têkoşîna gerîla vekir. Ji bo sekna leşkerî-îdeolojîk li her kêliya pratîkê ji bo kûrbûna xwe bi hevrêyên xwe re parve bike, bi hevrêyan re têkiliyeke ji dil û durust danî. Her wiha baweriya xwe bi Îdeolojiya Azadiya Jinê ya Rêbertiya me anî, bi hevrêyên jin re bû hevrêyekî baş û bû kurekî baş ê dayika xwe ku taybetmendiyên civaka xwezayî gihande wî.

Hevrêyê me Cûmalî bi taybetmendiyên xwe yên milîtaniya pêşeng û rêbaza fermandariya afirîner ji bo serketinên mezin sala 2018'an derbasî eyaleta Avaşînê bû. Lİ Avaşînê di asta endametiya Fermandariya Eyaletê bi berpirsyarî tevgeriya û bi dehan çalakiyên serketî yên li dijî dewleta Tirk a qirker bi rêxistin kir. Di van çalakiyan de derbên giran li dijmin xist, Avaşîn kir tirsa dilê dijmin. Herî dawî li dijî êrişên dagirkeriyê yên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî jî li ser herêma Avaşînê, bi tempoyeke xurt tevgeriya û li her qadê bi hevrêyên xwe re ma. Li Qada Berxwedanê ya Werxelê ku bû rûpeleke nû di Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê de, li gel bombardûmana bi sedan carî ya dijmin a bi balafir û helîkopterên şer, li gel bikaranîna gazên kîmyewî bi rengekî namerdane ya dijmin, hevrêyê me Cûmalî di tunelên şer de hevrêyên xwe bi tenê nehişt. Bû nîşaneya şênber a fermandariya fedayî ya Apoyî ku di her şert û mercî de çawa serketin dikare bê afirandin. Bi baweriya xwe ya kûr a li serketinê, li gel hevrêyên xwe bû yek ji lehengên sereke yê destana nû ya dîroka mirovahiyê. Bi kesayetiya xwe ya sosyalîst bû rûyê ronahî yê tevahiya mirovahiyê.

ÇAVRÊ KAMÛRAN

Hevrêya me Çavrê li Geverê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku ev herêma me bi welatparêziya xwe tê naskirin û bi hezaran ewladên xwe tevlî nava Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê kiriye. Ji ber ku li nava derdor û malbateke welatparêz mezin bû, ji ber performansa serketî ya Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê ya li dijî artêşa Tirk a qirker, partiya me PKK nas kir û sala 2008'an tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Çavrê ku piştî tevlîbûna li nava refên gerîla baweriya xwe bi wê anî ku azadiya rasteqîn bi dest xistiye, bi her awayî xwe li jiyana nû girt. Ji ber ku vê jiyana nû derfetên mûezem ê azadiyê pêşkêşî wê kir. Di heman demê de derfet da ku tolê ji dewleta Tirk a qirker hilîne ku nîşaneya sîstema bi serweriya mêr a li herêma me ye. Ji bo vê jî di demeke kurt de hînî jiyana çiyê û gerîla bû, xwe bi her awayî bi felsefeya Apoyî xemiland û xwe fedayî nasnameya jin a aazad kir. Li ser vê bingehê di serî de perwerdeyên îdeolojîk li gelek qadan xwe perwerde kir, bû gerîlayeke azad a şareza. Taybetmendiyên jin a azad ji bo karibe li her kêliya jiyanê bi cih bîne, bi rengekî fedayî tevlî bû û xwe bi kedê mezin kir. Hevrêya me Çavrê lid ijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ku ji bo qirkirina gelê me û tunekirina hêzên gerîla û tevahiya gelê Kurd dimeşîne, kete nava şerekî çalak. Li ser vê bingehê ji Zagrosan heta Heftanînê, ji Botanê het Rojava li gelek eniyên şer cih girt û di afirandina serketinên mezin de bû xwedî kedeke girîng. Di nava vî şerê giran de tevî ku gelek caran birîndar bû timî tercîh kir ku di nava karên leşkerî de bimîne û bû mînakeke bêhempa ya milîtaniya jinê. Bi sekna xwe ya bi îrade û jîrbûna xwe, di her karî de ji bilî serketinê pîvaneke din qebûl nekir û bi vî rengî heta dawiyê baweriya xwe bi gerîlatiya serdema nû û rêbaza wê ya şer anî. Ji sala 2017'an û pê ve li herêma Avaşînê dest bi kar kir û di asta berpirsyariyê de bi erka xwe rabû. Bi rêbaza pêşketinê bû fermandareke YJA Starê. Bi kesayetiya xwe ya sade û dilnizm hevrêya me Çavrê bû mînak ji hevrêyên xwe re. Di heman demê de bi hêrsa xwe ya li dijî dijmin, bi çalakiyên xwe yên li dijî dijmin bû çavkaniya bawerî û wêrekiyê ji hevrêyên xwe re. Li dijî bangên teslîmiyetê û êrişên derveyî mirovahiyê yên dijmin ên li Werxelê bi çeka xwe bersiv da. Bi hişmendiya xwe ya afirîner, kêliyekê jî ji daxwaz û biryardariya xwe ya têkoşînê tawîz neda û gihîşt şehadetê. Jİ bo me hevrêyan hinceteke girîng a têkoşînê li pey xwe hişt.

DILVÎN DALAHO

Hevrê Dilvîn li Rojhilatê Kurdistanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye.  Ji ber ku di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye, vî tiştî bandor li hevrê Dilvîn jî kiriye û bûye sedem ku di warê neteweyî de bibe xwedî berpirsyar. Ev berpirsyarî di dilê hevre Dilvîn de bûye lêgerînek û di esasê xwe de bandora xebatên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê lê kiriye û sempatiya li hemberî partiya me PKK’ê zêde bûye.

Ji ber ku gelê me di bin dagirkeriyê de dijî û her roj qir dibe, ev tişt bûne sedem ku hevrê Dilvîn dest bi têkoşînê bike û di sala 2012’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Ji ber vê peywir û berpirsyariyê hewl daye jiyaneke li gorî vê cîddiyetê bijî. Dema ku hatiye qadên gerîlayan, dest bi hînbûna jiyana nû kiriye, di heman demê de dest bi amadekariyên tolhildana ji dijmin kiriye.  Li ser vê bingehê girîngiyeke mezin daye hunera leşkerî û taktîkê û ji bo gerîlayeke jêhatî ya jin kedeke mezin daye.  Hevrê Dilvîn ji bo ku meşa xwe ya şoreşê watedar bike, xwe daye rêya fêmkirina paradîgmaya Rêber Apo ya li ser azadiya jinan û yekbûna jiyana demokratîk a bi xwezayê re. Dema ku paradîgmaya Rêbertî fêm kiriye, biryardarî û hewldaneke mezin a têkoşînê fêm kiriye, sînorên li ber xwe rûxandiye û di nav kesayetiya xwe de guherînên mezin pêk aniye.  Bi guherîna di kesayetiya xwe de, ji bo ku layîqî Rêbertî û şehîdên me yên qehreman be, her dem di bin giraniya wijdanî de jiyaye û ji bo vê jî li ser xeta fedaîtiyê tevlî nav jiyanê bûye. Hevrê Dilvîn demeke dirêj li qadên cihê maye û piştre li Avaşînê li hemberî êrişên dijmin li ser xeta fedaî şer kiriye. Herî dawîn li qada Werxelê li hemberî êrişên giran ên dijmin, bi feraseta ku her fîşeka ku li dijmin dixe tê wateya xêzeke berxwedanê ya li ser dîrokê û şehîd bûye.

AMARA CÛDÎ

Hevrê Amara li Dêrikê ya ku gelek milîtan ji Şoreşa Azadiya Rojava re gihandiye, di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye.  Heval Amara di temenekî ciwan de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kiriye, piştî ku têkoşîna me nas kiriye, ji bo ku xeyalên azadiyê yên gelê me pêk bîne, di sala 2013’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Heverê Amara li ser xeta PKK û PAJK’ê kûr bûye, li ser vî esasî her dem xwestiye xwe bi pêş bixe. Wekî jineke ciwan têkoşîna azadiyê bênavber domandiye û bûye fermandareke li gorî ruhê demê. Bi kesayetiya xwe ya mutewazî û kedkar di nav hevalên xwe de rêz û hezkirineke mezin bi dest xistiye û hemû hevalên wê xwestiye pê re têkoşînê bimeşînin. Hevrê Amara li hemberî êrişên berfireh ên ku dewleta Tirk a dagirker di 23’ê Nîsanê de daye destpêkirin, wekî fermandarekê di eniya pêş de cihê xwe girtiye û bûye yek ji pêşenga berxwedana Werxelê. Li Werxelê di nav şertên dijwar  de, di hemû çalakiyan de cih girtiye yên ku derbên giran li dijmin hatiye xistin, ji bo ku ruhê berxwedan û serfiraziyê yên hevrêyên wê her dem zindî be, kedeke mezin daye. Hevrê Amara bi tarza xwe ya şer tevî hevalên xwe yên di bin fermandariya xwe de bûye yek ji sembola Berxwedana Werxelê ya ku bi herfên zêrîn di dîroka azadiyê ya gelê me hatiye nivîsandin. Wekî jineke ciwan a ku li ser xeta Apoyî dimeşe, di warên îdeolojîk û leşkerî de xwe kûr kiriye, bûye yek ji mînaka milîtanên ku felsefeya Rêber Apo ava kiriye.  Dewleta Tirk a dagirker nekariye berxwedana dîrokî ya li Werxelê bişkîne û ji ber vê jî bi çekên kîmyewî êriş kiriye. Hevrê Amara di vê êrişa bi çekên kîmyewî de şehîd bûye. Heval Amara wê wekî nûnereke mezin a ruhê berxwedan û serfiraziya jinên Kurd wê her dem di têkoşîna me de bijî. 

MAHÎR KOP

Hevrê Mahîr li Mûşê ji dayik bûye û di nav malbateke welatparêz de mezin bûye. Di pêvajoya sala 2015’an de dema ku dewleta Tirk a dagirker dixwest gelê me qir bike, tevlî nav refên gerîlayan bûye û wekî ciwanekî Kurd ê bi rûmet bersiva pêwist daye dagirkeran. Bi fikra ku wê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hebûna gelê me biparêze û azadiya wê pêk bîne, tevlî nav têkoşînê bûye û di vê çarçoveyê de kedeke mezin daye. Hevrê Mahîr di gerîlatiyê de di nava demeke kurt de xwe bi pêş xistiye, li qada Avaşînê di nav hemû hevalên xwe de bi kesayetiya xwe ya kedkar û mutewazî hatiye naskirin. Li Avaşînê ya ku gelekî pê ve hatibû girêdan, di gelek çalakiyan de yên li dijî dagirkeran cih girtiye. Bi hezkirineke mezin bi hevalên xwe hatiye girêdan, meşa li ser xeta serfiraziyê her dem ji xwe re kiriye esas, di her şertan de bi enerjiya milîtaniya partiyê tevgeriyaye û ev enerjî daye hevalên xwe. Bûye yek ji parêzvanê jiyana gerîlayan a pîroz, li hemberî hemû hevalên xwe berpirsyar tevgeriyaye û ji bo ku hevalên wî di warê îdeolojîk û leşkerî de bi pêş ve biçe, her dem hewl daye. Di dema berxwedana Werxelê de ji roja pêşîn bi cesaretekî mezin şer kiriye, li her çepera Qada Berxwedanê derb li dagirkeran xistiye û nehiştiye dagirker bi pêş ve werin. Heval Mahîr wekî nûnerekî mêrxas ê felsefeya Rêber Apo di dîroka bi rûmet a gelê me de cihê xwe girtiye, bûye parçeyekî Destana Werxelê. Dema ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî êriş kiriye, heval Mahîr şehîd bûye. Heval Mahîr wê heta serfiraziyê pêşiya me ronî bike. 

Malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê û ji gelên Tirkiyeyê re dixwazin. Em ê hesabê van şehîdên xwe ji artêşa Tirk a faşîst bixwazin û soza xwe dubare dikin ku tola hevalên şehîd bistînin.”