Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

HPG’ê nasnameya gerîlayekî xwe yê şehîd eşkere kir

HPG’ê diyar kir ku gerîlayê bi navê Bahoz Zagros (Mehmet Sefa Akman) li Herêmên Parastinê yên Medyayê di bomberdûmanê de şehîd bûye.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye

“Di 9’ê Hezîrana 2021’an de di bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hevalê me Bahoz şehîd bûye.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye

 Nasnav: Bahoz Zagros

 Nav û paşnav: Mehmet Sefa Akman

 Cihê jidayikbûnê: Şirnex

 Navê dê û nav: Halîme – Huseyîn

 Cih û dîroka şehadetê: 9 Hezîrana 2021- Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevalê me Bahoz li navçeya Hezexê ya Şirnexê di nav malbateke welatparêz û koçer de ji dayik bûye. Têkoşîna azadiyê ya li ser axa ku hevalê me lê dijiya bandor li wî û malbata wî kiriye. Di malbata heval Bahoz de jî gelek şehadet pêk hatine û vê rewşê bandoreke mezin li ser heval Bahoz çêkiriye. Ji ber vê wî her dem bawerî pê aniye ku divê mirov layiqî şehadetan be. Heval Bahoz dema jiyana komunal û xwe dispêre azadî û wekheviyê ya gerîlayan dîtiye wê biryar daye ku jiyana herî rast wê bi paradîgmaya Rêber Apo pêk were û li ser vî esasî tevlî nav refên gerîlayan bûye.

Heval Bahoz bi aliyê xwe yê kedkar û fedakar derketiye pêş û ji xeynî serkeftinê tu pîvaneke din qebûl nekiriye. Wî di warê îdeolojîk de xwe her dem perwerde kiriye û hewl daye kesayetiyeke şoreşger a li ser îdeolojiya Apoyî ava bikin. Dema rexne wî li dihatin girtinjî wî helwesteke xwerexneyî nîşan dida û ligel şertên dijwar wî têkoşîna xwe domandiye û dev ji şoreşgeriyê bernedaye. Li ser vî esasî Zagros di serî de li gelek qadên Kurdistanê xebitiye û têkoşîneke bênavber nîşan daye.

Malbata hêja ya Akman di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê welatparêz ê Hezex û Kurdistanê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê azadî û serfiraziya ji bo gelê xwe pêk bînin.”