HPG’ê nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker di 13’ê Sibata 2018’an de Qadên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiribû û di vê bomberdûmanê de gerîlayê bi navê Serdar Alî jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker di 13’ê Sibata 2018’an de Qadên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiribû û di vê bomberdûmanê de gerîlayê bi navê Serdar Alî jiyana xwe ji dest daye.

Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:

“Têkoşîna me ya azadiyê rêhevaltî ji bi deh hezaran kesan re kiriye. Jiyana her rêhevalekî/ê wekî destanan derbas bûye. Peywira me ya sereke ev e ku em xwedî li mîrateya wan derkevin û alaya ku wan ji me re hiştine, bilindtir li ba bikin.

Yek ji rêhevalê me yê berxwedêr jî rêheval Serdar Alî (Alî Dûrç) e yê ku di sala 1974’an de li Midyayê ji dayîk bûye. Rêheval Serdar dema ku zanîngeh dixwend di sala 1993’an de tevlî nav têkoşîna azadiyê bûye û di nav gel û ciwanan de bi awayekî çalak xebitiye.  Rêheval Serdar Alî piştre ji aliyê dewleta Tirk a dagirker tê dîlgirtin. Rêheval Serdar Alî di bin êşkenceyên giran de, di warê temsîlkirina kesayetiya mîlîtanî ya PKK’ê de helwesteke mînak nîşan daye. Bi salan di girtîgehê de ma û piştî hat berdan, berê xwe da çiyayên azadiyê. Li çiyayên azadiyê rêheval Serdar peywirên gelekî girîng pêk aniye.

Rêheval Serdar Alî bi asta xwe ya teorîk bi awayekî çalak tevlî xebatan bûye û bi kesayetiya xwe ya mutewazî di dilê gelek rêhevalan de cih girtiye. Rêheval Serdar bi ked û fedakariya xwe bûye xwediyê helwesteke pêşeng.

Rêheval Serdar Alî dema xebatên fermandariyê bi rê ve dibir, di êrîşeke hewayî ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd dibe.

Ji ber şehadeta rêheval Serdar Alî malbata wî di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelên Kurdistanê re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê alaya têkoşînê bilindtir li ba bikin û Kurdistaneke demokratîk diyarî gelê Kurd û mirovayetiyê bikin.

Nasnameya hevalê me Serdar Alî wisa ye:

Nasnav: Serdar Alî
Nav û Paşnav: Alî Dûrç
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik - Bav: Turkan - Îsa
Cih û Demê Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medya / 13’ Sibata 2018’an