HPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 4 gerîlayan eşkere kir, ku 21'ê Adara 2018'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir, ku 21'ê Adara 2018'an li herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn.

Daxuyaniya HPG'ê ya têkildarî şehîdan wiha ye;

"Gelê Kurdistanê di dîrokê de her dema ku li dijî dagirkeriyê serî hildaye, bi giyanekî berxwedêr, bi hezkirina azadiyê û niştiman mirovên leheng ku xwe fedayî gelê xwe kirine, ji hembêza xwe vejandiye. Têkoşîna van mirovên leheng û berxwedaniya ku kirin, îro têkoşîna azadiyê ya gelê me anîne ber serkeftinê û gelê me jî li dor Rêbertî û şehîdan bi hişkî bi hev ve girêdaye.

Em şehîdên xwe yên ku bi dirûşma Rêbertiya Azad û Kurdistana azad bi rê ketin û di destkeftiyên pêvajoya dîrokî de xwedî rolên mezin in, bi bîr tînin, em bibîranîna hevrêyên xwe Çekdar, Dijwar, Kerem û Nûdem ku 21'ê Adara 2018'an, di bombebaran artêşa dagirker a TC'ê de, ya bi ser Qadên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûne, ji bo xwe mîna peywirê dibînin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Çekdar Kerboranî
Nav û Paşnav: Kazim Çelebî
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik - Bav: Şirîn - Yûsûf
Cih û Demê Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medya / 21’ê Adara 2018’an

Çektar – Kazim Çelebî

Nasnav: Dijwar Zerdeşt
Nav û Paşnav: Abdullah Salman
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik - Bav: Hatîce - Mahmût
Cih û Demê Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medya / 21’ê Adara 2018’an

Dijwar – Abdullah Salman

Nasnav: Kerem Huseyîn
Nav û Paşnav: Hesen Îmam
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Navê Dayik - Bav: Emîne – Azedîn
Cih û Demê Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medya / 21’ê Adara 2018’an

Kerem – Hesen Îmam

Nasnav: Nûdem Penaber
Nav û Paşnav: Nûdem Tûrgût
Cihê Jidayikbûnê: Nînova
Navê Dayik - Bav: Beyaz - Mahîr
Cih û Demê Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medya / 21’ê Adara 2018’an

Nûdem – Nûdem Tûrgût

Her çar hevrêyên me jî ji bo azadî û jiyaneke birûmet, ji bo gelê me li dijî hêzên dagirker biparêzin di nav refên gerîla de tevlî nav karwanên şehîdan bûne. Di serî de malbatên hêja ên çar hevrêyên me, serê hemû gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be, em sond dixwin ku di şexsê hevrêyên me yên şehîde em ê Têkoşîna Azadiya Kurd bi serfiraziyê tacîdar bikin û em careke dî şehîdên xwe bi bîr tînin."