HPG'ê nasnameya 3 şehîdên li Amedê eşkere kir

HPG'ê gerîlayên bi navê Dara Amed, Rêzan Hezex û Serhildan Mordem ên 17'ê Nîsanê li Amedê şehîd bûn bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê roja 23'ê Nîsanê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku 3 gerîla li Amedê şehîd bûne û nasnameya her sê gerîlayan ku nû eşkere kir, îro ragihand.

HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

"Di daxuyaniya 23'ê Nîsana 2018'an de me ragihandibû ku roja 17'ê Nîsanê artêşa TC a dagirker li qada Şapirnaz, Kuyê, Diyarê Mergê, Şinaz, Melul û Girê Dorşîn ên navçeya Pasûr a Amedê û derdora bendava Pasûrê dest bi operasyonê kiriye. Me diyar kiribû ku di vê operasyonê de 3 hevalên me şehîd bûne. Agahiyên li ser nasnameya şehîdên me nû eşkere bûn.

Nasnav: Dara Amed
Nav paşnav: Şeref Peker
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Husna-Kamîl
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Nîsana 2018 / Amed

Nasnav: Rêzan Hezex
Nav paşnav: Mehmet Şîrîn Çakir
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Ayşe-Abdurrahman
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Nîsana 2018 / Amed

Nasnav: Serhildan Mordem
Nav paşnav: Mehmet Nergîz
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Zubeyde-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Nîsana 2018 / Amed

DARA AMED

Hevalê me Dara Amed li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bû û di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Di emrekî gelekî ciwan de timî xebitî û bi hest û hişmendiya ked û welatparêziyê tevlî nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurd bû. Di pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî yê tevgera me de hevalê me Dara li her herêma lê ma bi fedakarî bi erk û wezîfeya xw erabû. Bi kesayetiya xwe ya kedkar her tim bû mînak û ji dil karê xwe kir. Sala 2015'an li dijî şerê qirkirinê ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê li dijî gelê Kurd da destpêkirin, ji bo hê bi xurtî têbikoşe berê xwe da Eyaleta Qada Navîn. Di nava şerê giran de gelek derb li dijmin xist û heta kêliya dawî ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiya.

RÊZAN HEZEX

Hevalê me Rêzan Hezex li Şirnexê ji dayik bû û di emrekî ciwan de têkoşîn nas kir. Hevalê me Rêzan ku bi hestên welatparêzî yên Botanê mezin bû, serî li ber zextên faşîzma TC ên li ser gelê Kurd netewand û ji bo şerekî çalak tevlî nava refên gerîla bû. Ji roja destpêkê ve hewl da bibe gerîla û şervanekî şareza û bû yek ji hevalên me ku bi rengê herî aktîf tevlî têkoşîna li dijî şerê qirkirinê bû. Heta nefesa xwe ya dawî ji bo azadiya gelê me şer kir.

SERHILDAN MORDEM

Hevalê me Serhildan Mordem li Amedê ji dayik bû û li herêmeke ku tevgera me ya azadiyê lê bi bandor e mezin bû. Hevalê me Serhildan ji bo azadiya gelê me di emrekî ciwan de tevlî nava refên têkoşînê bû û gelek tişt tevlî jiyana xwe ya li qada gerîla kir. Hevalê me Serhildan weke yek ji şehîdên leheng ên têkoşîna azadiyê ya Kurd navê xwe li dîrokê nivîsand. Wê her tim weke yek ji hevrêyên ciwan ji aliyê hevalên xwe yên têkoşînê ve bê bîranîn.

Di serî de malbatên me yên her sê şehîdan em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê tola şehîdên xwe hilînin û gelê xwe azad bikin."