HPG'ê nasnameya 3 şehîdên Gabarê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, bi daxuyaniyekê nasnameya 3 gerîlayên li Gabarê şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 31'ê Gulana 2019'an, 3 gerîla şehîd bûne. HPG'ê di daxuyaniya xwe de şehîd bi bîr anîn û soza pêkanîna xeyalên wan da.

Daxuyaniya wiha ye:

"Me, 31’ê Gulana 2019’an ragihandibû ku artêşa Tirk a dagirker, 17’ê Gulanê li herêma Çirav a Gabarê derketiye operasyonê. Di vê operasyonê de şer derketiye, 6 leşkerên Tirk hatine kuştin. Di heman demê de 3 hevrêyên me yên bi lehengî li hemberî dagirkeriya Tirk şer kirî, şehîd bûne. Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ye;

Nasnav: Newal Hakkarî

Nav û paşnav: Kezban Abî

Cihê rojbûnê: Colemêrg

Navê dayik û bav: Hanim -Îdrîs

Cih û dîroka şehadetê: 17 Gulan 2019 / Gabar

Nasnav: Bahoz Arîn

Nav û paşnav: Sabrî Kaçmaz

Cihê rojbûnê: Êlih

Navê dayik û bav: Hediye - Muhammed

Cih û dîroka şehadetê: 17 Gulan 2019 / Gabar

Nasnav: Arîn Amed

Nav û paşnav: Hêvîdar Ceylan

Cihê rojbûnê: Amed

Navê dayik û bav: Reşahat-Kutbettîn

Cih û dîroka şehadetê: 17 Gulan 2019 / Gabar

Hevrêya me Newal Hakkarî, di nav malbateke welatparêz a ji Colemêrgê de tê dinyayê. Hevrê Newal ku bi çandeke serhildêr a li dijî hemû polîtîkayên dijmin ên asîmîlasyon û zextan serî netewandî, mezin bûye, ji malbateke ku gelek kes tevlî Tevgera Azadiya Kurdistan bûyî û şehîd bûyî ye. Hevrêya me Newal jî xwe bi nirxên welatparêziyê xwedî kiriye, hê di temenê ciwan de tevlî gerîla bûye li dijî dijminê qirker, bûye xwedî têkoşîneke çalak. Hevrê Newal a li gelek qadan têkoşîna gerîlatî kirî, her tim bûye xwedî ked û fedakariyeke mînak. Hevrê Newal, bi bîrdoziya Rêber Apo ya xeta azadiya jinê, xwe weke fermandareke gerîla têgihandiye û bi vê felsefeyê bê kêmasî peywir û berpirsyariyên xwe pê anîne. Hevrê Newal, li hemberî hemû êrîşên dijmin ên li ser gelê Kurd û azadiya wî, bûye xwedî berxwedaneke bê hempa û heta nefesa xwe ya dawî şer kiriye, bi lehengî şehîd bûye.

Hevrêyê me Bahoz Arîn, li Êlihê di nav malbat û derdoreke welatparêz de mezin bûye. Hevrê Bahoz yek bi yek bûye şahidên hovîtî û zilma dijmin a li ser gelê Kurd û ji bo xwedîderketina nirxên Kurd û Kurdistanê, cihê xwe di nav refên gerîla de girtiye. Hevrê Bahoz ku di demeke kurt de bûye xwedî sekna gerîlayekî bi çalak, li her qada lê mayî li hemberî dijmin têkoşîneke bêhempa daye. Li hemberî hemû êrîşên dijmin bi lehengî li ber xwe daye, heta nefesa xwe ya dawî şer kiriye û şehîd bûye.

Hevrêya me Arîn Amed jî, li Amedê jidayik bûye û hê di temenê gelek ciwan de tevlî refên gerîla bûye. Ji ber polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk a dagirker, hevrê Arîn jî weke hevrêyên xwe yên din, ev zilma dijmin qebûl nekiriye û di nav refên têkoşînê de cihê xwe girtiye. Hevrêya me Arîn, her tim bûye xwedî sekneke ku xwedî li nirx û xeta Kurdê azad derketî û bi vî awayî tevlî têkoşînê bûye. Hevrê Arîn heta nefesa xwe ya dawî hestên welatparêzî û Kurdîtiyê di asta jor de jiyane û bi berxwedaneke lehengî di nav çanda berxwedanê ya bi PKK'ê tevlî karwanê şehîdan bûye.

Em, di serî de ji malbatên hevrêyên xwe yên bi lehengî şer kirî û gihaştî şahadetê, ji hemû gelê me yê welatparêz re sersaxî dixwazin. Em soza xwe ya pêkanîna gel û welatê azad ku armanca şehîdên me ye, dubare dikin.”