HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûn, eşkere kir

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûn eşkere kir û got, "Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Dîren, Arjîn û Êrîş em sersaxiyê ji gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser 3 gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûn ev agahî da:

"Qada Mêrdînê ku bi berxwedana xwe ya bi heybet a li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê cihekî girîng di hişê gelê me de girt, vê kevneşopiya berxwedanê heta niha jî dewam dike. Li dijî êrîşên dijmin ji xeta berxwedanê paşve gav neavêt û kir ku dijmin bikeve sendromê. Fermandarên me yên hêja Botan Hakkarî, Xebatkar Baran, Soro Amed, Zinarîn, Hewram, Hîra, Sozdar û bi dehan şehîdên me yên fedaî pêşengî ji vê têkoşînê re kirin. Ji fermandarên me yên pêşeng Dîren Bagok, Arjîn Xwînda Gabar û Êrîş Şîno yên ev têkoşîn dewam kirin, di êrîşa dijmin a 27'ê Tîrmeha 2022'an de li herêma Bagokê şehîd bûn. Em soza xwe dubare dikin ku hêjayî têkoşîna van hevrêyên xwe yên hêja bin û bi vê berpirsyarî û hişmendiyê, têkoşînê bi ser bixînin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Dîren, Arjîn û Êrîş em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Dîren Bagok
Nav paşnav: Emîne Akdogan
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Nesriye-Abdûlkadîr
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Tîrmeha 2022 / Mêrdîn

Nasnav: Arjîn Xwînda Gabar
Nasnav: Hediye Suer
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Cemîle-Abdûllah
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Tîrmeha 2022 / Mêrdîn

Nasnav: Êrîş Şîno
Nav paşnav: Şahap Xanzade
Cihê jidayikbûnê: Şîno
Dayik-Bav: Hanim-Ebûbekir
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Tîrmeha 2022 / Mêrdîn

DÎREN BAGOK

Hevrêya me Dîren li Nisêbînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hem welatparêziya malbata wê hem jî qada Nisêbînê ku cihekî welatparêz e, bû sedem ku di zarokatî de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas bike. Ji ber karakterê welatparêz û şoreşgerî ya herêma lê bû, hevrêya me Dîren bi ciwantiya xwe re dest bi karên şoreşê kir. Bi giranî di karên jin ên ciwan de hewl da berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelê me bi cih bîne. Dema ku karên ciwanan dikir, berê wê timî li çiyê bû û her tim dixwest tevlî nava refên gerîla bibe. Di dema karê ciwanan de şehîdbûna hevrêyê me Akîf ji aliyê dijmin ve, bandoreke mezin li hevrêya me Dîren kir û sala 2013'an biryar da tevlî nava refên gerîla bibe.

Piştî ku tevlî nava gerîla bû, nêzîkatiyên ji dil ên gerîla bandoreke mezin lê kir û bi vê bandorê her roj hîn bêhtir ji jiyana gerîla hez kir. Her wiha jiyana komunal û kedkar a gerîla bala hevala me Dîren kişand. Hevrêya me Dîren piştî ku tevlî nava gerîla bû dilsoziya wê ya bi gel û welatê me re zêdetir bû û ji ber ku berpirsyariya azadiyê ya gelê me û welatê me Kurdistanê hilda ser milê xwe, gihîşt wê baweriyê ku divê bêhesap tevlî kar bibe. Li ser vê bingehê di kar de ji bilî serketinê pîvaneke din qebûl nekir. Di têkoşîna azadiyê de bi felsefeya Rêber Apo kete nava lêgerîna jin a azad û ev lêgerîneriya xwe kir taybetmendiyeke kesayetiya xwe. Lewma her tim xwend, lêkolîn kir û kesayetiya xwe nirxand. Bi hesasiyeteke mezin xwest bi pîvanên jin a azad re bibe yek, aliyên xwe yên kevneşop bi vê têkoşînê ji holê rakir. Lewma ji bo bibe jineke azad bi gavên ji xwe bawer bi pêş ve çû. Hevrêya me Dîren YJA Star weke rêxistina herî radîkal a ji bo azadiya jinê pênase kir û her tim serbilind bû ji ber ku endameke vê rêxistinbû bû. Her tim hewl da pîvanên milîtaniya YJA Starê di kesayetiya xwe de bike yek. Hevrêya me Dîren di heman demê de kete bin bandora taybetmendiyên enternasyonal ên Rêbertî û gelekî kelecanî bû ku têkoşîna azadiyê ya neteweyî ya PKK'ê veguherî tevgereke enternasyonal. Tevlîbûna şoreşgerên baweriya xwe bi enternasyonalîzmê tînin a li nava refên azadiyê, bandor lê kir û baweriya xwe ya bi sosyalîzmê her roj mezintir kir.

Hevrêya me Dîren ku kûrbûna xwe ya li ser qada leşkerî gelekî mezin û pêşdîtî bû, ji dil bawer kir ku divê gerîla teqez profesyonel bibe, lewma tevlî kar û perwerdeya leşkerî bû. Bawer kir ku dema gerîla profesyonel bû wê teqez bi ser bikeve û şerê azadiyê yê gelê me jî bi vî rengî dikare bi ser bikeve. Ji bo vê jî bi baldarî beşdarî nava perwerdeyên leşkerî û tiştên hîn dibû dixist pratîkê. Ji aliyê teknîk û taktîkên leşkerî ve timî xwe kûr kir û her roj bi pêş ve bir, li benda roja pratîkkirinê ma.

Hevrêya me Dîren piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, li dû perwerdeya şervanên nû derbasî herêma Zapê bû û nêzî 2 salan li Zapê kar kir. Dema ku li Zapê bû, beşdarî gelek çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker bû û hêrsa xwe ya li dijî dijmin bi serketina di van çalakiyand e nîşan da. Hevrêya me Dîren ku bi wêrekiya xwe ya di van çalakiyan de derkete pêş, ji bo hevrêyên xwe yên ciwan bû çavkaniya hêz û moralê. Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî gelê me yê li Kerkûkê kir, derbasî vê qadê bû û li vê derê erk û berpirsyariya xwe bi rengekî serketî bi cih anî.

Hevrêya me Dîren ku weke milîtaneke PKK û PAJK'ê amade bû li her qada pêwîstî pê hebû têbikoşe, xwest ku derbasî herêma Mêrdînê bibe ku li wir tevlî nava refên gerîla bû, yekemcar têkiliyên hevrêtiyê li wir dît û yekemcar li dijî dijmin li vê qadê têkoşiya. Li gel vê daxwaza xwe kar kir û ji bo dilsoziya bi hevrêyê me Akîf ê sala 2013'an şehîd bû, xwest tola wî hilîne. Li Mêrdînê kar kir û ji ber vî karê serketî wezîfeya endameke fermandariya eyaletê hilda ser milê xwe. Li herêma Mêrdînê ku lê ji dayik bû û tecrûbeya xwe ya destpêkê ya şoreşgerî dît, weke fermandareke YJA Starê ya pêşeng têkoşiya. Em soz didin hevrêya xwe Dîren ku armancên wê yên şoreşê û sosyalîzmê pêk bînin.

ARJÎN XWÎNDA GABAR

Hevrêya me Arjîn ku bi eslê xwe ji Dêrik a Mêrdînê ye, salên 1990'î piştî ku gundê wan ji aliyê dijmin ve hate şewitandin, malbata wî koçî Wêranşarê kir û li wir ji dayik bû, lê mezin bû. Ji ber ku ji malbata wê gelek tevlî nava refên gerîla bû, hinek şehîd bûn û hinek jî dîl hatin girtin, hevrêya me Arjîn jî biçûkanî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Hem zext û zilma li malbata wê hate kirin, hem jî têkoşîna xizmên wê ya li dijî qirkirina li ser gelê me tê ferzkirin, bedelên hatine dayin û şehadeta xalê wê, bandor li hevrêya me Arjîn kir û kete nava lêgerînan. Di encama van lêgerînan de, derfet dît ku partiya me PKK û rastiya Rêber Apo hîn bêhtir nas bike. Hevrêya me Arjîn her ku Rêbertî û PKK nas kir, bêhtir nêzî azadiyê bû û gerîla û çiyayên Kurdistanê weke qadên pêkanîna azadiyê dît. Ji ber vê yekê jî tevlîbûna li nava refên grîla ji xwe re kir armanceke bingehîn û li ser vê bingehê kûr bû. Sala 2014'an piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Kobanê kir û xwest gelê me qir bike, hevrêya me Arjîn gihîşt wê baweriyê ku êdî bêwate ye bisekine û heman salê ji qada Gabarê tevlî nava refên gerîla bû.

Bi avantaja mezin a tevlîbûna ji qada Gabarê li nava refên gerîla, di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û çiyê bû. Ji ber ku Gabar yek ji qadên herî bedew ên Kurdistanê ye, her wiha ji bo gerîlatiyê guncaw e, hevrêya me Arjîn bi gerîlatiyê re bû yek. Bi taybetî bi saya hevrêyên me yên xwedî tecrube ku rê nîşan dan, tecrûbeya ku demeke dirêj dihate bidestxistin wê di demeke kurt de wergirt. Piştî tevlîbûneke bi rengekî hestewarî, li nava refên gerîla bi perwerdeyan xwe bi pêş ve bir û asta xwe ya têgihiştinê, her roj bilintir kir û bû milîtaneke şareza ya YJA Starê. Hevrêya me Arjîn firsend dît ku perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk di cih de bixe pratîkê û pêşketina xwe dewam kir. Li qada Gabarê tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû û bi vê yekê gelekî kêfxweş bû. Her wiha agahiya destpêkê ya li ser şehadeta hevrêyên xwe li qada Gabarê bihîst û vê yekê hêrsa wê ya li dijî dijmin qat bi qat zêde kir. Piştî pratîka 4 salan li qada Gabarê di sala 2018'an de birîndar bû û di demeke kurt de birîna xwe pêça û karên xwe dewam kir. Hevrêya me Arjîn qada Gabarê ji bo jiyana xwe weke cihekî diyarker pênase kir, hevrêyên xwe yên li vê derê, kêliyên bi wan re ti carî ji bîr nekir û dawiya sala 2018'an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.

Hevrêya me Arjîn piştî ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li Akademiya Şehîd Bêrîtan ku akademiya jinê ya azad a leşkerî ye, perwerde wergirt û di vê pêvajoyoa perwerdeyê de li ser pratîka gerîlatiyê de ders stand. Di encama lêpirsînên li vê perwerdeyê de aliyên xwe yên kêm dît û ji bo çareserkirina wan kete nava hewldaneke bêhempa. Bi taybetî li qada îdeolojîk bi berfirehî kûr bû, pîvanên azadiyê ya jinê ji xwe re kir pîvanên kesayetiya xwe. Di pêvajoya perwerdeyê de ji ber ku bi hevrêyên xwe yên jin re bû, gelekî kelecanî bû û ev yek jî bi hevrêyên xwe re parve kir. Piştî perwerdeyê tevlîbûna li ser xeta Şehîd Bêrîtan û Şehîd Zîlan, bicihanîna wezîfeyên demê ya bi vê tevlîbûnê ji xwe re kir îdîaya herî mezin û tevlîbûna xwe jî li ser vê esasê kir. Her wiha ji bo bibe gerîlayeke profesyonel israr kir, di vê israra xwe de bi ser ket û piştî perwerdeya pisporiyê ya pîvanên bingehîn ên gerîlatiya dema nû temam kir, ji nû ve berê xwe da Bakurê Kurdistanê.

Hevrêya me Arjîn ku derbasî Bakurê Kurdistanê bû, bi coş û kêfxweş bû ku li qadên ku gavên destpêkê yên jiyana nû lê avêtibû, vegeriya. Her wiha serbilind bû ku soza da hevrêyên xwe yên şehîd bi cih anî. Hevrêya me Arjîn bi taybetmendiya xwe ya kelecanî û qîmeta dida hevrêyên xwe cihê xwe di dilê hemû hevrêyan de girt û em soz didin ku têkoşîna wê ji me re hiştiye teqez bi ser bixînin.

ÊRÎŞ ŞÎNO

Rojhilatê Kurdistanê yê welatê me, di berxwedana li dijî mêtingeran de tim cihekî bi liv û tevger bûye. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, tev li serhildanên li herêma xwe bûye, hem ji bo azadî û serxwebûna xwe têkoşiyaye hem jî piştgiriya serhildanên li herêmên din ên Kurdistanê kiriye, tev lê bûye. Bi vê taybetiya xwe, gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi welatwerperiya xwe bûye mînak. Çawa ku gava Rêbertê me dîl hate girtin serhildaneke mezin kir, gava DAÎŞ’ê êrîş birin bi ser Rojava û Şengalê de jî tev li berxwedana li dijî êrîşan bû. Hevrêyê me Êrîş ê ji nav vê kevneşopiya berxwedanê derketiye jî, ji malbateke welatparêz a li bajarê Şîno çêbûye û bi hişmendiya welatparêziyê ya ji der û dor û malbata rabûye û di ciwaniya xwe tev li fealiyetên siyasî bûye. 

Hevrêyê me Êrîş, dîtiye ku hin tevgerên siyasî ku bi dil û can tev lê bûye lê ji xeyalên wî yê azadiyê re nebûne bersiv, têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Apo û şehîdên me yên qehreman bi pêş de hatiye birin nas kiriye. Bi taybetî ji şerê partiya me PKK’ê yê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û xelaskirina gelê me ji destê van çeteyan pir bi bandor bûye. Hevrêyê me Êrîş ê xwestiye cih di nav vê berxwedana destanî ya partiya me û gerîlayên azadiyê de bigire, sala 2015’an biryara tevlêbûna nav refên gerîla da.  

Hevrêyê me Êrîş ê bi tevlêbûna nav refên gerîla re, perwerdehiyên ku dîtin PKK baş nas kir, roj bi roj xwe bêhtir bi pêş de bir û hewil da ku rêgezên Partiya me di kesayeta xwe de bi cih bike. Ji wê boneyê tim bi hevrêyên xwe re niqaş kirin û bi van niqaşan hewil da ku kêmasiyên xwe temam bike. 

Hevrêyê me Êrîş ê her tim heyraniya xwe ya ji bo jiyana li serê çiyayan û gerîlayan dianî ziman, ji aliyekî ve jî ji bo şerkirina bi çeteyên DAÎŞ'ê re xwe bi her awayî amade kir. Bi hêza menewî û bîrdozî ya ji rêgezên azadiyê yên Rêbertiya me girtin, xwe di warê leşkerî de jî bi pêş de bir û xwe amadeyê şer kir. 

Hevrêyê me Êrîş, di demeke kin de xwe pir baş bi pêş de bir û heman salê tev li şerê li dijî çeteyan bû. Bi salan li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir û bû xwedî tecrûbeyeke mezin a şer. Keda wî di xelaskirina gelê me ji çeteyên DAIŞ’ê de gelek e. Piştî biserketina di şerê li dijî çeteyan de li çiyayên ku cihên pîroz ên gelê Kurd in vegeriya û hesabê pratîka şer a biserketinên mezin kir. Aliyê baş ên ku mirov pê bi ser dikeve bi hevalên xwe re par kirin û kir ku ew jî ji van tecrûbeyan siûdê werbigirin û ji ber kêmasiyên xwe rexne li xwe kirin û xwe li kirina pêngavên baştir hûr û kûr kir. 

Di encama van lêhûrbûnan de ji bo kirina şerê mêtingeriya Komara Tirkiyeyê derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Ji ber ku dewleta Tirk bi eşkereyî piştgiriya çeteyan kir yekcar lê hêrs bû vê hêrsa xwe bi pratîk kir. Li ser vî asasî hevrêyê me Êrîş derbasî herêma Mêrdînê bû û tecrûbeyên xwe yên şer li vir bi pratîk kirin. Her kêliya têkoşîna şoreşê ku bi baweriyeke xurt tev lê bû, têr û tije jiya û bû xwediyê jiyaneke watedar. Em soza tacîdarkirina têkoşînê bi serketinê û pêkanîna xeyalên wî didin."